logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket
  2. 'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'
  3. Rojnameger Hifzi Topuz mir
  4. FîlmAmed: Li Amedê dema dema temaşekirina belgefîlman e
  5. Derhêner jî ji festîvalê vekişiyan

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Gundê Qesîsan û desthilatdarên virek

  • Dîrok: 26/03/2015
Tê gotin ku li welatekî  gundek  hebûye. Mirovên vî gundî ew qasî qesîs (destgirtî) bûne ku di nav civakê de kesî navê gundê wan bi lêv nedikir. Xelkê digot, Gundê Qesîsan bi vî awayî, gundê Qesîsan bi wî awayî…
Rojekî gundiyekî  Gundê Qesîsan diçe bajêr. Guhê xwe dide ku du heb zilam bi hev re diaxivin. Her du zilam, di nav axaftina xwe de qala gundê wan dikin. Jixwe navê gundê bi rastîn bi lêv nakin. Ew jî  mîna her kesî dibêjin, Gundê Qesîsan.
Ev gotin gelekî li tela wî diçe û bi vê yekê dike biteqe. Gava vedigere gund, piştî şîvê mîna her carê diçe jûra gund ku piraniya gundiyan têne wê derê û li ser rewş û derdên dinyayê diaxivin.  Di wê kêliya ku dora axaftinê dikeve destê gundiyê ji bajêr hatî, demildest mijara gotinên li ser gund bi gundiyên xwe re parve dike.
Dibêje, Gelî gundîno. Li nav xelkê kes navê gundê me nabêje, dibêjin Gundê Qesîsan ha bi vir de, Gundê Qesîsan ha bi wir de… Werin wekî camêran em tiştekî wisa bikin ku careke dî tu kes nikaribe ji me re bibêje , Gundê Qesîsan.
Heta derengê şevê bi hev re nîqaşê dikin. Her yek ramana xwe vedibêje, pêşniyara xwe dike. Dawiya dawî, biryarê didin ku, her kes aniha rabe biçe mala xwe, zû rakeve. Nivê şevê rabin. Her malek, sê çar cure xwarinên xweş çêke û berî rohilatê bibin riya ku di binya gundê wan re derbas dibe,  diçe bajêr.  Ew ê li wê derê, çi peya, çi siwar; hemû mirovên ku di wir re derbas bibin, bi xweşikahî be, bi zorê be, vexwendî ser sifreya xwarinê bikin. Wisa ku kesên ku ew sifre û ew merdî dîtin, li tu cihî nikaribin, bibêjin ev gundî qesîs in.
Tayo jî, yek ji wan gundiyan e lê dibe ku navê wî Silo, an jî Misto jî be. Tayo tê malê. Meseleyê ji na xwe re vedibêje. Jina wî jî dibêje, mêriko heke wisa ye, nexwe rabe em zû rakevin, da ku em zû şiyar bin û bigihin xwarinên xwe bipijînin. 
Jin û mêr serê xwe datînine ser balgiha ku berî deh salan ji pirtikên mirîşkên  mirî yên ji ser ting anîbûn û çêkiribûn. Xulek û saet li pey hev diherikin. Lê mîrata xewê qet nêzîkî çavên wan nabe. Tayo xwe diqulibîne vî alî û wî alî. Jina wî jî dike û nake xew bi çavan nakeve. Ji mêrê xwe dipirse:
- Mêriko çima tu ranekevî, xwe davêjî vî alî û wî alî. Tu nahêlî ez jî rakevim.
Tayo, ji nişkê ve, radibe, di nav lihêfa ku ji kalê wî jê re mabû de, li ser qelavîzka rûdinê, dibêje.
- Hermet, erê me biryar da ku her malbat, sê çar cure xwarinan çêke. Lê tiştek qet nehate bîra tu kesî.
Jinikê got:
- Ew çi ye gidî?
- Nehate bîra tu kesî ku li wê derê, ne bêrmek (kanî) heye, ne çalek û ne jî bîrek. Mirovê ku dê wan xwarinên bidohn, şor û şîrîn bixwin; ew ê bêav çi bikin?
- Vêca, tu dibêjî çi?
- Hermet, ez dibêjim, jixwe her kes dê xwarinê çêke û nayê bîra tu kesî ku cêrek av bîne.  Mirovên xelkê,  dê bêav bixeniqin. Ya baş, ew e ku em xwarinê çênekin. Bila para me jî av be. Em ê bi çar cêran avê ji wan re bikşînin heta êvarî.
Li ser vê pêşniyarê, dilê jinikê jî xweş  dibe û dibêje:
- Bi Xwedayê Alemê tu rast dibêjî. Bêav qet nabe. De êdî raze û rakeve. Şefeqê em rabin, cêrên xwe tije av bikin û bidin rê.
Berî dîkên nimêja sibehê, jin û mêr rabûn. Bi dilekî xweş çar cêr tije av kirin û dane cihê ku li jûra gund hatibû axaftin. Gava gihane wê derê, tarî hîna foteya xwe ji ser xwezayê hilnanîbû. Bi tîrojên rojê yên ku hin bi hin dinya bi wan ronî dibû, êdî çavên wan jî der û dora xwe didîtin. 
Dîtna ku dîtin, di destê her yekî/ê de cêrek av hebû. Pêşî xwediyê pêşniyara şeva bihurî û dûre jî yên dî, gotin:
- Xwedê bela xwe li me xe. Heta em ev bin dê navê me jî ew be. Bêyî ku cêrên xwe birjînin, dane riya vegerê.
Îca ku em bên ser mijara xwe, ku ev zêdeyî not sal in desthilatdarên vê xakê, çi cara ku li wan ditengije, çi cara ku kurd bi awayekî mafdar û bi rik, daxwaza mafên xwe yên  mirovana, neteweyî dikin û zorê didine pergala zalim, desthilatdarên pergalê, ji  bêgavî dibêjin;  bila be. De ka werin em mafê we  bidin we. 
Lê gava ku serê wan dikeve ser balgih, dinya li dor wan dizivîre. Gêj dibin. Di xew de, xewnên tirsnak dibînin. Di xewna xwe de dibînin ku kurd bi zimanê xwe dixwînin, gund û bajarê xwe diparêzin, bi rê ve dibin. Biryara jiyana xwe didin. Azad in, bextewer in, rûgeş û dilxweş in. Aha hingî, ji wê xewna dojehî şiyar dibin û guriyên agir ji devê wan dipekin.  Û dibêjin; na na û  na… 
De êdî were û…  Were û…  ne…

Hin Nivîsen Nivîskar

SIYASETA XAPÎNOK

  • 29 Tîrmeh 2012

Li her dera cîhanê, desthilatdar /dagirker, derûvan in, zalim in, hîlebaz in, bê wijdan in... Lê ne bi qasî rayedarên Tirkiyeyê ku bi salan e ev welat ji xwe re jî, ji...

‘PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

  • 26 Rêbendan 2012

Pênûsa xwe şibandiye misasekê jî. Bi ya min pênûsa Rûken, ji misasê bêtir mîna gîsin e.Bawer Rûken, nivîskarekî ciwan e. Di berhema xwe ya bi...

KURM QURM QUL KIR

  • 22 Rezber 2012

Xwezî her zehmetî, mîna bilêvkirina vê çîvanoka ku bû serik ji vê nivîsê re, zehmet bûya,Xwezî her zehmetî, wekî  bilêvkirina...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsên Nû
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Kidmen 'Xelatey Serkewtiney Heme Jiyanede' girote

ad

Hevdîtina Hêroxan Talebanî û Salih Muslim

ad

Stîban

ad

HDP'ê ji bo Qersê Ayhan Bîlgen destnîşan kir

ad

Kurd duh jî tenê bûn îro jî tenê ne!

ad

HDP'ê ji CHP'ê çend pûan deng girtin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket

  • 26 09 2023
news

'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'

  • 26 09 2023
news

Rojnameger Hifzi Topuz mir

  • 26 09 2023
news

FîlmAmed: Li Amedê dema dema temaşekirina belgefîlman e

  • 27 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname