logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Kompleks, Trajedî, Komedî; Panaromaya me

  • Dîrok: 12/09/2021

Trajedî ji ber bûyereke dilsotîner rewşa derketiye holê ye, di nav wê rewşa trajedîk de  wekî ew trajedî nebûbe hewldana xwe asayî nîşandayînê re jî komedî dertê holê!
Ango di nav rewşa trajedîk de hewldana xwe normal dîtinê tîne komediyê tevlî trajediyê dike û rewş vediguhere trajediya komîk. Û ew hal li deriyê bindestan diqewime; bindestên bi kompleks…
Hatiye guhê min, dibêjin sergirtî dinivîse! Na, sergirtî nanivîsim, ji ber yên dibêjin dema lêv dilivin em dizanim di paş de diran hene, dibêjim her hal tê famkirin…
Ehlen, vaye piçekî ser-ne-girtî binivîsim.
Helbet ev dîtinên min in, ji eynika min ve wiha dixuye, dibe ne gorî her kes dibîne be!
Bawerim di vê babetê de dibêm em giş li hev dikin, em-kurd bindest in; û ji ber kesayeta me di bindestiyê de çêbûye dibê em di vir de jî li hev bikin; bi liv û tevgeran, bi hizr û hestan, bi gotin û kirinan kesayeteke ne asayî, ne li hev di me de xwe dide der! 
Tevgerên bi kompleks, trajîk û komîk! 
*
Kompleks: 
1-dibêje: dema dibêjim berjewendî, helbest, kovar, pirtûk û filan, diya min fêm nake, lê diya wê peyva ‘…cixim’ a bi tirkî ku bi kompleksa bindestiya xwe biçûkdîtinê dinivîse, fam dike! Helbet fam dike, çiku wê twîtê ne kurdê rojhilat başûr binxet û bakur bes diya wê dixwîne… 
2-kurdê li kêleka tirk, kurdiya li kêleka tirkî poz dide timî hewla xweispatkirinê ya kurdê li hemberî xwe û yên xwe bi kompleks e; nexwe çima ne li platformeke xwerû bi kurdî lê li dîwarê tirkî? Bersiv eşkere ye, çiku hejmara kurdên bi kompleks ên kurdê li kêleka tirk û tirkî pozan didin dibînin ji hejmara kurdên xwerû kurdiyê dibînin qat qatî zêdetir in; yanê reytînga çepikan li holê ye kaka.
3-şev û ro radibin rûdinin bi pozên oryantalîst û bi gotinên deyn kirî dibêjin giregirên tirkan wiha wiha wiha ne, tirk wiha wiha ne medenî ne! Oryantalîstekî heqîqî ji derve ve bê dê bê qey tirk bindest in ên serdest kurd in.
Trajedî: 
1-bi salan wekî mamoste xizmetkariyê ji zimanê tirkî re dike, wekî ew ne bes be rabû go romaneke bi tirkî dinivîsim! Biraderekî jî got çima bi kurdî nanivîsî, ma ne bes e ew xizmetkariya te ya ji tirkî re? Bo dewşîrmebûna xwe ya zimanî-pardon asîmîlebûyî veşêre go pêşî em kelehê di hundir de feht bikin paşê dorê bê kurdî jî! Lê haya xwe ji xwe tune bû, ku di fehtkirinê de xelkê qûş li wî qetandibû…
2-li dibistanên dagirkeran dewşîrmetiya zimanî dike lê ji kurdê bi zimanê dewşîrmebûyî dinivîse re dibêje, te çima bi tirkî nivîsand! Trajedî ye, yê bi tirkî nivîsandî jî ya ew rexne kirî jî li dibistana tirkan ji zarên kurd re mamostetiya bi tirkî dikin… 
3-bo cihê hatî-nasnameya wî (heke em Selehedîn siyasetmedarekî kurd dihesibînin) li gorî min pêşniyazkirina pirtûkên bi tirkî û hin tiştên din bo Selehedîn Demîrtaş trajedî ye, lê romantîkên ku bertek û nerazîbûnê nîşanî wî didin haya xwe ji bayê felekê nîn in, nizanin ku Selehedîn xwe wekî siyasetmedarekî tirkiyê dibîne û gorî wê jî tev digere; çendîn wî bo kurdan pirtûkên ne hewce pêşniyaz kiribin jî dibêm peyama wî ji tirkan re ye. Çiku Selehedîn ne kurdê reş tirkê spî daye armanca xwe; kurdê reş jixwe di berîkê de ye.
4-eyb û şerma wî/ê etarî- pardon a nivîskarî/ê ye, bo navê wî/ê û pirtûka wî/ê ya derbarê kurdan de bi tirkî nivîsandiye ji Selehedîn re silav dişîne da Selehedîn jî di peyama xwe de silavekê jê re bişîne nav û pirtûka wî/ê hilde, bo ku…! 
Ka digotin nivîskarê welatekî ji siyasetmedarê wî welatî meztir e?!...
5-dema bi tirkî binivîsî-ku bi tirkî nivîsandina kurdekî di rewşa kurdî ya hemberî tirkî de ne tercî û maf alîgirtin e û pê re jî tê wateya tiştê hatî nivîsandin malê wêjeya tirkî ye! Li gorî vê divê tu herî li Denizliyê, Konyayê, Muglayê, Kayseriyê, Sînopê û hwd. yanê ji civateke wêjeya tirkî, yanê ji tirkan re tiştê te nivîsandiye bixwînî û bo wan îmze bikî, lê berovajî, hem bo wêjeya tirkî binivîsî û hem jî herî di civatên bes ji kurdan pêk tên de bixwînî, bo kurdan destnîşan bikî! Nabe keko nabe! Nabe tu jî mîna hin biraderên digotin ‘me xwest ên din jî hay ji vî şaheserê kurd hebin loma me wergerand tirkî, yan loma me dîroka kurdan bi tirkî nivîsand’, ku neçûn li gundekî tirkan pirtûkeke jî nefirotin ên din, yanê tirkekî; ji nav bajarên kurdan derneketin, her ji kurdan re bi tirkî behsa şaheserê kurd ê jixwe berê bi kurdî bû kirin!  
Ma ev yek ne çûyîna ser gotina dijmin e, ‘bi tirkî biaxife pir biaxife, heta binivîse jî’ û pê re jî ma ev nabe înkara ew qas ked û berdêldayînê?!
Gelo bi tirkî em dixwazin çi ji kurdan re ispat dikin? heke girseya we daye armanca xwe bi zimanê xebata we ya bi tirkî ku tirk in a ew li dera hanê ne, çima li nav kurdan digerînin???
6-yên hevûdin dikujin kurd in, holîganên ku li vê trûbûnê li wê trûbûnê ji hev re didin çêran jî kurd in, lê yên ÎDÎAAYÊ qezenc dikin tirk, ereb û fars in… 
7-bi salan e li Kurdistanê ne, bi salan e doza Kurdistanê dikin; statûyeke bin serxwebûnê re qebûl nakin lê xwezî ji dewsa li ser aforîzmeyên bi tirkî yên asta lîseliyan de ne serê xwe êşandine ku qasî wê li ser siyaset û kurdî jî serî biêşandina, du hevokên ji seriyê me yê keçel re bibe derman jî hîn bikirana û binivîsandina…
8-piştî keç û xortên xama yên Geziyê li holê neman ku bi navê anarşîzma çeqilmast, wejeteryeniya masîxwir û bi hewyanheziyê mêjûyê wan îstîsmar bikin (ku nan li wir nema, yanê eleqe lo..) vega qey hinan gotiye (eger boştaysanız) werin em we bi mijarên genî bûyî lê bo popîler in-arabeskî ne bala hin kurdan timî dikşînin bikin antî kolonistê kurd û mîna Kûçik Emrah bi destan re girtine ku derxin piyaseyê meşhûr bikin. Lê bo kurdinan rûpoşê wan qaşo antî kolonyalîstên kirêkirî çirandiye, rûyê wan ê (…) derxistiye holê gefên li dadgeha kolonyalistan dana darizandinê li wan kurdan dixwin!!! 
Komedî: 
1-kurdên mêjû tirkî ne, bi tirkiya Ziya Gokalp û Zekî Muren a bêqusûr û mihteşem lib bi lib teoriyên Fanonkî bo rizgariyê kurdan bi ta ve dikin. Meriv meraq dike; gelo dizanin Fanon bo reşikên ku bi zimanê kolonistan diaxifîn û dinivîsîn pênaseyek çawa kiriye: ‘hele gotiye bax gotiye’!
2-berî mehek dimîne ku werin li Tirkiyeyê tatîla xwe bikin derbarê Tirkiyeyê û giregirên tirkan de navberê didin gotinên erzan ku bes ji destê bindestên ehmeq tê. Helbet devê xwe yê gû vedirişe jî digirin; heya mehekê ji pakrewanên Kurdistanê re nabêjin zarên bejî! Dema li tatîlê diçin serdan û paş deriyê ‘yoldaşik û qirixên’ xwe, ku li Kurdistanê dê weledê xwe bavêje jî, ku rûmet û namûsa kurdan jî berling here, ku zarokên kurdan binê panzeran de cinî cinî jî bibin di nava wê mehê de serê xwe dikutin nav şeqên xwe mîna teresan deng bi xwe ve neynin, lê piştî vedigerin Ewropa ku tirsa jidestçûna qûnê namîne îcar bo xama, fodil(kaşar), qirix û hesterik gun-egoyê wan mistin were aqildayînê, were analîzên rizgariyê, were behsên bêhişî û gundîbûna kurdan, were kurdatiya Ewropa dîtî… Gotine, “rovî ji tiriyê devê wî tê nagihîje re dibêje tirş e” Yanê qûna wan a mirîşkê ye lê xwe diçirînin ku hêkên qazê bikin. Meriv heyfa xwe tîne ku birêz Ocalan û kek Mesûd heqê serokatiya van siyasî fîtne-qebrexên kerxanecî xwariye! Ew di sosyal medyayê de bi vê siyasetê meşhûr in; tirk dibêjin ‘muhabet telali’ em jî bêjin ‘qirdê sîrkê’!
3-dibêje bernameçêkera kurd im; bi dehan nivîskaran re gûftogo pêk aniye, lê li xwe mikur hatiye ku romaneke kurdî jî nexwendiye…
4-hevoka xwe bi tirkî difikire bi kurdiya ferhengê dinivîse-edîtora kovarê ye, şanogera gewre ye, nivîskara teze ye; xelk pirtûkan werdigerîne em axaftina xwe…
5-min reklama pirtûkeke bi kurdî ya ku li dîkanekê herî zêde hatiye firotin dî. Reklam wiha bû ‘pirtûka kurdî ya ku îsal herî zêde hatiye firotin’. Me kesên ew reklam dîtî, em tu kes li xwediyê wê dikanê venegerîn û me nego, çima tu tiştê li dîkana te pir hatiye firotin wekî li tevayiya welêt a herî pir hatiye firotin be nîşan didî!!!  
6-ji derûniya wan diyar dibe, yên falên benîştan û nivîştên wan bi xêra edîtoran navê wêjeyê lê hatiye dan divê di nexweşxaneyeke mîna ya Elezîzê de bên dermankirin. Lê dibêjî qey Sedat Pekerê kurd in; meriv nizane qesetên kê dest de hene, dema di xwe de dirîn kes newêre jê re bêje ‘bes e eyb e, te xwe rezîl kir…’ 
7-nivîskarê hevpeyvîn betal, go mesele wiha çêbû; yê dê hevpeyvîn bi min re bikira di dezgehekî navnetewî de bo CV’yê wî de kurd û hunermend nivîsandiye kar dane wî, min jî got de bila xêra min jî heqê bernameyekê bikeve berîka wî û min daxwaza wî ya hevpeyvînê re got erê. Go berî hevpeyvînê min nihêrî ku di kunyeya hesabê wî de nivîsandiye ‘bal li jinan e’! Go eger malnîşînekî li qehwexaneyê rûniştîbûya min ê bigota asayî ye, lê li dezgehekî navnetewî bo nasnameya wî ya kurdî kar dane wî! Go min jê re got, gelo di nav jinên bala te lê ye de dayîk û xwişkên te jî hene? Go rev revî çû û xwe ji heqdestê hevpeyvînekê mehrûm kir.
8-û fînal, bo nifşê Z’yê yê cîhanê wêneyekî diyarî ji nifşê me yê ciwan û navsare: min û wî û florta wî me çay vedixwar. Min go ne bes e, gelo em ranebin? Go hinekî din rûne, ‘di sosyal medyayê de mêjûyê xwe şarj dike’!
**
Min behsa gundiyan, gavan û şivanan, karker, çotkar, palevan û bêkaran nekir û min behsa yên bo tiştikên xwe bifroşin dema silavê didin kîjan derdora siyasî ya kurd hema dibin bukalemun jî nekir; behsa min ne derbarê kurdên li paşiya dîkanê di halê xwe de ne. Min behsa wêneyên mankenên di vîtrînê de çirûsînên xwe didin eynikê kir. 
Jê bi hay im; dema ne dema rizgarî û xilasiyê ye; dem dema li rûyê hev kenînê, dem dema êşa xwe kirina navgîna îstîsmarê, hevxapandinê û masturbasyonê; ango di vê qonaxa bêser û beriyê de ku buxriya eyêr kepiyaye dem dema XWE xelaskirinê ye; li ser çîroka bi navê kurdbûnê ya li vê rastê; axirî kê şe kir xwe heyî bike…  
Çiku li ser heyîna çîroka kolektîf kes nabêje min parçeyek ji talanê, ji ber lingan, ji mirinê xilas kir; dibêje, min xwe ispat kir… 
Bêjin ji eynika te ve şaş xuya ye, bêjim heqê we heye, biborin.
Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdên bi tirkî rûyê xwe pûdra dikin(!)

  • 09 Sermawez 2020

Siyasetmedar!Li Hewlêrê rûdine daxwazkarê avakirina dewleta kurd e, lê vê bi tirkî dike; li Hewlêrê bi tirkî aqil û şîretan dide kurdê...

Bi hêza şîrovekirinê!

  • 29 Tebax 2021

Gotine: “Pirs bi pirs meriv diçe mala Xwedê” Nizam hin çûne yan na, lê em dizanin ne bi pirsan kilîta deriyê zanistên tibî û çêkirina...

Peyxam-îlhambexşê/a nivîskêr!

  • 22 Sermawez 2021

Bo derbarê jiyana tekakesî jî, bo kesên derbarê pirsgirekên kolektîf de dipeyvin jî bilêvkirina peyva ‘Dixwazim’ hema hema peyva sereke ya tê ser zimên...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nameyek ji bo Gabriel García Márquez

ad

Romaneke nû: "Hêvî Her Dem Heye"

ad

Teknîk dîrektoro 39 sere merd

ad

IFPO dixwaze li Rojava nûnertiyê veke

ad

Li Antalyayê li ser "Mîn dît"ê nîqaş derket

ad

Hejmara nû ya Destarê derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname