Hin gotin hene yên rojanene. Ji sedema ku em bi şîrê ziman û çandeke din hatine mêtandin, normale ku em di axaftina rojane de, xwe zêde newestînin û gotin û pênaseyên wan zimanan bi karbînin. Lê tiştê ne normal, ku şopeke pir xerab li pey xwe dihêle ew e ku, ew peyv û pênasên biyanî di ragihandinê de bên bikaranîn.
Hinek peyv, nav û pênas hene, di kurdî de tune ne. TV, RADIO, Ohtopidie..Û hwd..hinek miletan nav ji wan re dîtine, hinekan jî pêwîstî nedîtine.
Ev hemû karin bibin.
Em niha li henek peyvan binêrin ku, ji bo wan ev bû 30 sal ez bi kurdên Bakur re di pevçûnan de me.
- "Mekan". (cih) di kurdî de û di hemû zaravayan de heye.
- "Qedîm" (kevin) di.kurdî de û di hemû zimanan de heye.
- "Qetilkirin" (kuştin) di kurdî de û di hemû zaravayan de heye.
- "HEQÎQET" (rastî) di hemû zaravayên kurdî de heye.
Wekî van bi dehan gotin hene ku di kurdî de û di hemû zaravayan de hene lê dîsa jî kurd ji ya xwe danakevin û wan gotinên erebî bi kartînin. Ew peyv piştî îslamê û piştî ku ereb gihîştine Mezopotamyayê ketine nav zimanê me.
Bêguman gelek peyv ji zimanên cuda tevlî zimanên din dibin, ev encama têkiliya gelan û bi taybet gelên ciran bi hev re ye, incex dema dibe ragihandin, nivîs û fermiyet bikaranîna wan hem kêmaniyeke mezin e, hem jî bandoreke xerab dihêle.
Gelek kes dema van peyvan bikartînin, mîna ku ew "pirxwendene" û wekî peyvên "qelew" û bi wan serbilind in.Ev kambaxiye.Bi van çend hevokan min xwest ez soza xwe ji Diyarname û xwendevanên wê re pêk bînim.