• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Bedran DERE
Bedran DERE

Bedran DERE

bedrandere@hotmail.com

  bedrandere

  bedrandere

Þerê avê dest pêkir, kurd çiqas amade ne?

Dîrok : 10 05 2021

Bê ku gotinê dirêj bikin hema sererast bêjim, li rojavayê Kurdistan û bakurê Suriyeyê Çemê Feratê li ber miçiqînê ye.

Jiyana 5 mîlyon kesî di xetereyê de ye. Gelên heremê bi xela û tîbûnê re rû bi rû ne.

Ji ber kêmbûna rêjeya avê, gelek navendên elektrîkê yên li ser Çemê Feratê îro rawestiyane.  

Li rojavayê Kurdistanê û li heremên din ên peravên Feratê bi qasî 5 mîlyon kes ev meheke bê av û elektrîk in.

Dîsa li Serêkaniyê, tam bi destpêka meha remezanê re hêzên ku herêm dagir kirine av li ser gel birîne.

Li herema Hesekê bi qasî mîlyon û nîv kes ji ava vexwerinê bê par in. Hem jî di meha remezanê de...

Xwedê dijminên bê însaf kirine para kurdan. Dijminên ku pîvanên ola xwe jî nas nakin...

Ji herema Rojhilata Navîn bêhna þerê avê tê...

Ferat û Dîcle her du çemên herî mezin yên Rojhilata Navîn in.

Bi hezaran salane ji nav sînga Mezopotamya jorîn der dibin, çiqas çem û rûbarên heremê hene digirin nava xwe, mezin dibin û ber bi Mezopotamyaya jêrîn ve diherikin.

Li ser bihurên xwe, hem ji xwezayê re hem ji mirovên heremê re bûne çavkaniya jiyanê.

Li peravên van çeman pir medeniyet saz bûn. Gund û bajar hatin ava kirin. Bi fêdeya xwe bûne wekî þahdamarên welatê Mezopotamyayê. Lê îro ev þahdamar xitimîne.

Em peymanên navnetewî deynin aliyekî, li gorî exlaqê mirovahiyê tu hêz divê pêþî li van avan negire. Ev sûc e, guneh e. Lê dewleta Tirkiyeyê bi bendavên ku avakirine, çavkaniya van her du çemên qedîm xistiye bin qontrola xwe, li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî, li hemberî gelên heremê wekî amûreke þantajê bikartîne.

Pêþî berî 30 salan bi avakirina projeyên GAP'ê zirareke mezin da xwezaya herikîna Feratê.

Rêvebirên Bexda û Þamê ji bo rêjeya ava Ferat û Dîcle kêm neke bi Tirkiyeyê re peyman jî mor kirin.

Wekî mînak li gorî peymanê divê ava Çemê Feratê di saniyeyê de herî kêm 500 metrekup biherike axa Sûriyê, lê niha di saniyeyê tenê 200 metrekup avê berdidin.

Jixwe Tirkiye çemên Dîcle û Feratê wekî avên navneteweyî qebûl nake, wan wekî malê xwe dibîne.

Bi avakirina Bendava Ilisû re rê li Dîcle jî birî. Vê bendavê bajarê Heskîfê ku dîroka 12 hezar salan a Mezopotamyayê di nav xwe de dihewand daqultand. Ev bi tena serê xwe mijareke wisa bi êþ e ku 'daristan tev bibin qelem, asîman bibin rûpel' dîsa têra vegotina wê nakin. Ji bilî kuþtina Heskîfê, zirarên ku vê bendava kambax daye baþûrê Kurdistan û Iraqê di asta felaketeke xwezayî de ye.

Rewþa Feratê ji ya Dîcle xirabtir e û bandora zirarên wê berfirehtir e.

Ji ber qutkirina ava her du çeman li heremê, hem mirov, hem xweza û hem jî cihana kovî bûn qurbanî.

Li ser bihurên van her du çeman, bi qasî 500 hezar hektar erdên çandinî bûn çolistan. Di serî birinc, çandiniya bi dehan zad û nebatên din bi temamî rawestiyan. Di nava salekê de hejmara dewar û pez ji sedî 30 kêm bû. Her meh bi tonan masî li peravên Feratê telef dibin.

Ev meheke navenda hilberîna elektrîkê ya Teqbayê rawestiya ye. Ev jî bandor li 5 mîlyon kesî dike. 

Ferat her wiha ji bo ava vexwerinê jî tê bikaranîn, lê îro kapasîteya wî têrê nake. Ji ber dijminahiya bê însaf ya dewleta Tikiyeyê, li Rojava pirsgirêkeke cidî ya elektrik û avê derketiye holê. Ji neçarî av bi konteyniran li malan tê belav kirin.

Di vê derê de pêwîstî pê heye em çend pirsan ji Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê bikin:

Di vê rewþeke awarte ya di bin tehdîdan de, madem rejimên Sûriye û Tirkiye dijminahiyê dikin, gelo Rêveberiya Rojava di mijara peydakirina çavkaniyên alternatîf yên enerjiyê de di nava kîjan lêgerînan de ye?

Ji bilî bendavên li ser ava Feratê, gelo ji bo hilberîna enerjiya tav û bayê çi projeyên wê hene?

Gelo halî hazir ji bo peydakirina ava vexwarinê, projeyên demdirêj yên Rêveberiya Xweser çi ne?

Butçeya ku Rêveberiya Xweser ji bo van projeyan amade kiriye çiqas e?

Wekî gotina dawî, em dibînin ku Îran jî avê li hember Iraq û baþûrê Kurdistanê wekî þantajê bikartîne.

Her wiha li Afrikayê jî bendavên ku li ser Çemê Nîlê hatine avakirin, bi taybetî Misirê gelek aciz dike.

Ev tev nîþan didin ku þerê avê ji niha ve dest pêkiriye. Navenda vî þerî jî wê dîsa Rojhilata Navîn be.

Gelo kurd ji bo vî þerî çiqas amade ne?

***

Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:



Bedran DERE

Hemû Nivîsên Bedran DERE

Hûn dikarin li van jî binêrin

3 nivîsên nû yên nivîskarên me

3 nivîsên nû yên nivîskarên me

13 05 2021

Bernameya meþa Serêkaniyê ya ji bo Rojava

Bernameya meþa Serêkaniyê ya ji bo...

02 08 2013

Weþanxaneyê 4000'emîn pirtûka xwe derxist

Weþanxaneyê 4000'emîn pirtûka xwe...

23 12 2013

Li Dibêsiyê fûara pirtûkan

Li Dibêsiyê fûara pirtûkan

17 07 2019

"Çîrokalataya bi þîr" a Tirkiyeyê hat...

19 06 2008

Nûçeyên nû

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

16 05 2022

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

15 05 2022

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname