Em bi pandemiyeke ku dinyaya pêşketî tevizandiye re rû bi rû ne. Ew êriş dike. Dinya hemû bûye yek. Li dijî wê bi şêwazên cuda li ber xwe dide.
Di şer de malwêranî pêk tên, can ji dest diçin, xelk feqîr dibin û gelek insan bi nanûzikê dijîn. Pê re jî bandor li têkiliyên navmirovî dibe û sosyolojiya insên vediguhere.
Pandemiyê ev xalên min hejmartin hemû pêk anîn. Di asoyê de niha têkçûna vê nexweşiyê naxuye. Heke rojekî ev pandemî ji holê were rakirin, wê bandora texrîbatên wê yên li ser tenduristî, aborî û çandî demeke gelek dirêj bimînin.
Gomanên ji awayê çêbûna Covîd-19’ê, şikên ji derziyên li dijî wê yên di nava demeke kurt de hatin çêkirin û qedexeyên bi mantiq û bê mantiq serê insên tevlîhev dikin. Bersivên piraniya pirsên di serê insên de çûn piştî pênc û belkî deh salên dî bikaribin werin dayin.
Lê digel her tiştî û her gomanê, pandemiya bi navê Covîd-19 heye. Bi insanan dikeve. Mirovan dikuje. Liv û tevgera dinyayê ev zêdeyî salekî ye tevizandiye.
Min vê hefteyê derziya BioNTech li xwe da. Bertekên nas, dost û mirovan ji hev guhertî bûn. Hinek kêfxweş bûn, hinek hesidîn, dilê hinekan bi min şewitî û hinekan jî ligel nerazîbûnê nizanîbûn çi bibêjin.
Ez ya xwe bibêjim; piştî çend hefteyekên dî ez ê derziya duyemîn li xwe bidim. Ihtimal e ji ber mûtasyonên vîrûsê rojekî derziya sêyemîn û çaremîn jî li xwe bidim.
Dibe rojek were û zanistî bigihe wê qeanetê ku fêdeya van derziyan nebû jî. Lê derzî ji bo min niha hêviya wê yekê ye ku ez nebim sedemê pêketina mirov, nas û dostên xwe ya vîrûsa coronayê. Sedemê motîvasyona min ev yek e û ji xwe ji bilî vê yekê di halê hazir de ti rêbazên dî nîn in jî.
***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:


