AMED
Platforma Zimanê Kurdî li ser hilbijartinên 14’ê gulana 2023'yan li Amedê, li Salona Cemiyeta Rojnamegeran daxuyani da çapemeniyê û daxwazên xwe anîn ziman.
Hevserokên HDP'ya Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyad Ceylan, Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û nûnerên saziyan beşdar bûn. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend.
Va ne daxwazên platformê:
- Dê di vê hilbijartinê de xuya bibe ka kî wekhevî û demokrasiyê diparêze û kî jî li dijî van nirxan tevdigere.
- Yan siyaseta ku were pêşkêşkirin wê bi biryardarî alîgirê çareserî, aştî, diyalog, azadî, demokrasî û wekheviyê be yan jî siyaseta ku Komara Tirkiyeyê ev sed sal in li hemberî gelê kurd daye meşandin wê berdewam bike.
ÎNKAR AN QEBÛLKIRINA STATUYA KURDÎ
- Yan wê înkar, asîmîlasyon û tunehesibandina kurdan berdewam bike, yan jî dê statûya gelê kurd were pejirandin.
- Platforma Zimanê Kurdî di vê hilbijartinê de doza ziman, hebûn û nasnameya kurdan dike. Di hilbijartina 2023’yan de daxwaza me ya sereke ev e; yan dê kurd mafê ziman û nasnama xwe bi dest bixin û bibin hemwelatiyên azad û wekhev yan jî dê aşê pişaftinê, hevduneqebûlkirinê, bindestiyê û nîjadperestiyê bidome.
- Ji bo me ziman û nasnameya kurdî xeta sor e. Bila hemû kes û aliyên siyasî vê rastiyê baş bizanin ku em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e. Zimanê kurdî nasname û hebûna me ye.
JI BEXÇEYÊ ZAROKAN HETA ZANÎNGEHA KURDÎ
- Em dibêjin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Mafê hemû miletan heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin, xizmetên fermî bi zimanê xwe bistinin. Em dixwazin ku zimanê kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin.
- Zimanê kurdî ji baxçeyên zarokan heta dibistanên seretayî, navendî û zanîngehan, divê bibe zimanê perwerdeyê. Divê hemû astengî û rêbazên pişaftinê yên li ser kurdî û çanda kurdan bên betalkirin. Diwarên ku li himberî zimanê Kurdî hatine hûnandin, divê werin hilweşandin.
NAVÊN GUND Û BAJARAN ÊN BI KURDÎ
- Divê navên gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê bi kurdî bin. Divê personelên ku li saziyên fermî û şaredariyên bakurê Kurdistanê dixebitin bi kurdî bizanin biaxivin, binivîsin û bixwînin.
- Divê xutbe li mizgeftên Kurdistanê bi kurdî bên dayîn. Ji bo hêsankirina van daxwazan jî divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayekî fermî were damezirandin û jê re bûdçe were veqetandin.
- Em ji partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin dixwazin ku tiştên li bajarên kurdan dibêjin, li rojavayê Tirkiyeyê jî bibêjin û biparêzin. Siyaseta durûtiyê bi kêrî tiştekî nayê.
DIVÊ MEBÛS Û ŞAREDAR BI KURDÎ BIZANIBIN
- Di hilbijartina li welatê me de divê namzetên parlamento û şaredariyan bi kurdî bizanin. Di her qada jiyanê de divê zimanê kurdî dîtbar bibe. Zimanê kurdî (Kurmancî, Zazakî) divê bibê pîvaneke hevbeş ji bo hemû namzetên ku wê li welatê me beşdarî hilbijartinan dibin.
- Di xebatên hilbijartinê de divê zimanê kurdî di hemû cureyên çalakiyan de baş dîtbar bibe. Em dixwazin ku hemû namzetên kurdan bi kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin, bi kurdî dirûşman berz bikin û bi hevre bibêjin; bê ziman jiyan nabe, jiyan jî bi kurdî xweş e.
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd' piştgirî dide Partiya Çep a Kesk
- Ev mebûsên HDP'ê wekî berendam nayên nîşandayîn (Lîste)
- Piştî 50 salan Antalya yekem car bê wî dê bikeve hilijartinê
- Yeşîl Sol Partî dê çi bike? Va ye deklerasyona wan
- Mehmet Aslantug ji TÎP'ê dibe berendam
- EMEP ji lîsteya Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Ger îtîraz neyên qebûlkirin 4 berendam hene
- Farqînî, Aktar, Candemîr û pêşberendamên din
- Huda-Par û YRP'ê jî biryara xwe dan
- Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar bû
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye
- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû