Diyarname
Di hilbijartinê de serîlêdanên pêşberendamtiyê didomin. HDP ku bi navê Yeşil Sol Partî (YSP) dikeve hilbijartinê jî pêşberendaman qebûl dike. Heta niha gelek kesên navdar ji bo pêşberendamtî serîlêdana xwe kirine. Hin ji wan me neqandin, kerem bikin:
Zana Farqînî
Zimanzan Zana Farqînî serî lêdana xwe kiriye û wisa got, "Li ser daxwaz û handana hevalan me îroj ji bo bernamzediyê serlêdana xwe kir. Êdî teqdîr a desteya hilbijêr e. Di vê rêyê de ji me hemûyan re serkeftin."
Oktay Candemîr
Rojnameger Oktay Candemîr li Wanê ji bo Yeşil Sol Partî serîlêdana xwe kiriye. Candemir wisa gotiye, "Di serî de pirsgirêka kurd, li hemberî hemû mexdûriyetên hemû hemwelatiyan, li hemberî şêlandin û talanê emê hemû bi hev re bitêkoşin."
Asya Gezer
Li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê Garibe Gezer di hucreya yek kesî de mir. Îdîa ew bû ku Gezer rastî êrîşa cinsî hatiye, îşkence dîtiye. Xwişka wê Asya Gezer ji bo berendamtî serî li YSP'ê da.
Li Mêrdînê: Anter, Yildirim
Kurê Musa Anter Dicle Anter ji Mêrdînê serîlêdana xwe ji bo YSP'ê kiriye. Dîsa doktor Kamiran Yildirim jî ji Mêrdînê serîlêdana xwe kiriye.
Li Amedê: Aktar, Avşar, Çelik AMED
Li Amedê Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emin Aktar, dîsa Berdevka Odeya Endazyarên Elektrik û Elektronik a Amedê Sorgul Aytek Avşar serîlêdan kiriye. Ayşe Çelik ku li raya giştî wekî Mamoste Ayşe te zanîn li Amedê serîlêdan kiriye.
Li Rihayê: Şeryaşar, Yazar, Tutku
Li Rihayê ji malbata Şenyaşar Ferit Şenyaşar, keça Ferîdun Yazar parêzer Rahşan Yazar, civaknas Ayşe Tutku serîlêdan kirine.
Û hinên din: Ji malbata Firatan ji Erzeromê Diyadin Firat, ji Agiriyê Serokê Dîska Agirî Ersin Erincik, ji Semsûrê rojnameger nivîskar Dogan Durgun, ji Stenbolê Semyanî Perîzade li Stenbolê, dîsa rojnameger Îshak Karataş, nivîskar Ramazan Kaya, lîstikvan Kerem Firtina hin ji navên ku heta niha serîlêdana xwe kirine ne.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Huda-Par û YRP'ê jî biryara xwe dan
- Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar bû
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye
- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.