Diyarname
Li Tirkiyeyê ev hilbijartin di heman demê de hilbijartina ku dê di encama îtîfaqan de diyar bibe ye. Li ser, îtîfaq dê çawa bin, partî heta ku û çawa dikarin îtîfaq bikin YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) rêgezên xwe eşkere kirin. Ev rêgez di Rojnameya Fermî de hatin belavkirin.
Va ne ew rêgez:
- Partiyên ku mafê beşdariya hilbijartinê bi dest xistine dikarin ligel hev itîfaqê bikin.
- Partiyên îtîfaq kirine bi îmzeya serokên partiyan protokola îtîfaqê divê heta 24'ê adarê saet 17.00'an teslîmê YSK'ê bikin. Piştî vê saetê partî nikarin beşdarî îtîfaqê bikin.
- Partiyên îtîfaq bikin heta 7'ê avrêlê saet 17.00 divê lîsteyên xwe bidin YSK'ê. Heta vê kêliyê dikarin di protokola xwe de guhertinan çêbikin, yan jî dest ji îtîfaqê berdin. Partiyên dest ji îtîfaqê berdin heta saet 18.00'an YSK dê agahî bide partiyên din.
- Partiyên îtîfaq bikin, bi çi awayî kirin edê di pûsûlaya dengdanê de cih bigirin.
- Pênaseyên li gor Zagona Partiyên Siyasî nehatiye bikaranîn di îtîfaqê de jî dê neyê bikaranîn.
- Partiyên îtîfaq kirine li gor protokolê dê lîsteya xwe ya berendaman teslîm bikin.
- Partî dê li gor rêgezên YSK'ê protokola îtîfaqan szaz bikin.
Nûçeya Eleqedar:
- Bi pirs û bersivan hilbijartina îsal