Diyarname
Li Amedê "Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd" li Amedê deklerasyona xwe eşkere kir. Deklerasyona bi kurdî ji aliyê Serokê PSK'ê Bayram Bozyel, tirkiya wê jî ji aliyê Hevseroka DBP'ê Saliya Aydeniz ve hate xwendin. Berî xwendina deklerasyonê her duyan bal kişand ser erdheja li bajarên kurdan çêbû, Hikumeta Herêma Kurdistana Federe jî têde sipasiya her kesê piştgirî daye kir.
Va ne hin notên ji deklerasyonê:
- Îtîfaqa Komar li hundir û derve êrîşê destkeftiyên kurdan dike. Îtîfaqa Milet jî piştgiriya kurdan dixwaze lê tu çareseriyeke îtîfaq pêşniyar nake.
- Îtîfaqa me xwedî bernameyeke zelal e. Em xwedî li mafê neteweya kurd derdikevin ku li gor hiqûqa gerdûnî bi nav dike. Çareserî bi aktorên siyasiya kurd re li ser esasas bingehîn û wekhev dike.
- Naskirina hebûn û nasnameya gele kurd di Zagona Bingehîn de, perwerdehiya kurdî ji bexçeyê zarokan heta zanîngehê dixwaze. Îtîfaqa me dixwaze zimanê kurdî wekî zimanê duyemîn bê qebûlkirin.
- Nasnikira gelê kurd ku li Kurdistanê bi awayekî fermî, ji nû veguherindina navên kurdî ku hatine guherandin.
- Îtîfaqa me ji bo çêkirina Zagoneke Bingehîn a demokratîk, ne navendî, jiyaneke azad û mafê gelê kurd mîsoger bike. îtîfaqa me biryar da ye ku ji bo vê yekê bitêkoşe.
- îtîfaqa me di şexsê Jîna Emînî de xwedî li têkoşîna jina kurd derdikeve û silogana Jin Jiyan azadî silav dike. Jin di hemû qada jiyanê de xwe îfade bikin diparêze. Ji bo zarok, extiyar û kêmendaman dixebite.
- Polîtîkayên ekolojîk a domdar helwesta xwe didomîne.
- Banga berdana hemû girtiyên siyasî, bi taybetî yên extiyar dike. Îtîfaqa me banga rakirina tecrîda birêz Ocalan û hemû girtiyan dike
- Îtîfaqa me dijî kayûman dê bitêkoşe.
- Îtîfaqa me li çar parçeyan xwedî li destkefteyiên kurdan derdikeve. Ji bo têkiliya aborî, çandî û siyasî ji bo di navbera çar parçeyan de têdikoşe.
- Li ser van xalan îtîfaqa me di hilbijartina 14'ê gulana 2023'yan de piştgiriya Partiya Çep a Kesk dike.
- Yekîtiya kurdan azadiya kurdan e.
KÎ HENE?
Civîn li Salona Daweta Ayaz Elegence a li Amedê li dar ket. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sincar, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Serokê Partiya Azadî Ayettullah Aşitî, Serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Komunîst a
Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û ji Komeleya Demokratên Şoreşger ên Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş beşdarî civînê bûne.
Sancar: Ev îtîfaqeke pîroz e
Dûre Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar axivî û îtîfaq wekî "îtîfaqeke pîroz û girîng e" bi nav kir.
Sancar wisa got: "Ji bo sazkirina vê îtîfaqê ked hat dayîn, gav hatin avêtin û encam derket. Ev îtîfaqa pîroz, bi nirx hat sazkirin. Ev îtîfaq ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dê hêzek xurt derxe holê. Çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, diyalog û muzakereyê, wê bê wateya destjêberdana polîtîkayên red, înkar û şer. Wekî di deklerasyona îtîfaqê de jî hat gotin çareserî wê bi naskirina mafên kurdan çêbe."
Sancar got ku bingeha çareseriyê sazkirina rêveberiya herêmî ye û ev yek lê zêde kir: " Ji bo vê yekê pêdivî bi yekîtiya hêzên kurdan heye. Ev gav nîşan dide ku xebatên yekîtiya neteweyî hatiye astekê. Ev îtîfaq ne tenê ji bo hilbijartinê, ji bo pêşerojeke azad û wekhev çêbibe hatiye avakirin."
Uçar: Em di nav serbilindiyê de ne
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar jî wisa got: "Em îro ji bo îlankirina Îtîfaqa Azadî û Demokrasiyê em di nav serbilindiyê de ne. Bi vê îtîfaqê emê ber bi serketinên hê mezintir ve herin."
Uçar li ser hilbijartinê jî sekinî û got, "Hilbijartina 14'ê gulanê hilbijartineke awarte ye, hilbijartina sedsala ku em têde ne ye. Li Komara Tirkiyeyê ev tunehesibandina me divê veguhere tşitek nû. Heta niha têkoşîna azadiyê hemû dêh er hebe."
Deklerasyona bi kurdî ji aliyê Bayram Bozyel, ya tirkî ji aliyê Saliha Aydenîz ve hat xwendin.
*
Nûçeyên Eleqedar:
- Ev mebûsên HDP'ê wekî berendam nayên nîşandayîn (Lîste)
- Piştî 50 salan Antalya yekem car bê wî dê bikeve hilijartinê
- Yeşîl Sol Partî dê çi bike? Va ye deklerasyona wan
- Mehmet Aslantug ji TÎP'ê dibe berendam
- EMEP ji lîsteya Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Ger îtîraz neyên qebûlkirin 4 berendam hene
- Farqînî, Aktar, Candemîr û pêşberendamên din
- Huda-Par û YRP'ê jî biryara xwe dan
- Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar bû
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye
- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû