Diyarname
Li gor biryara HOP'ê yên ku du caran ser hev de mebûsî kiribe divê carek nebin berendam. Di rewşek wisa de kî dê bibe, kî nebe, me yek bi yek lîsteyeke amade kir.
Li gor kursiyên li Meclisa Tirkiyeyê bi awayekî fermî di bin banê HDP'ê de 56 mebûs hene. Ji bilî van mebûsê Mêrdînê Tuma Çelik îstîfa kiribû û serbixwe ye. Saliha Aydeniz ji ber ku bû Hevseroka DBP'ê niha li wir e.
Roja 16'ê adarê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê li hev civiya bû û yek ji wan biryaran jî ew bû ku ji bo mebûsan "biryara du serdeman" dê neyê guhartin û yên ku du serdem mebûsî kiribin dê vê carê nebin berendam.
Di vê rewşê de pirsa "çend mebûs ev du dem û jê zêdetir in mebûs in?" dertê holê. Li ser vê me lîste amade kir.
Li gor lîsteya me heta niha herî zêde Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan bûye mebûs Buldan di serdemên 23-24-25-26-27'an de mebûsî kiriye. Piştî Buldan 12 mebûs wekî sê serdeman, serdemên 25-26-27 dixuyin. Di vê demê de, yanê di vê hilbijartina ji bo serdema 28'an de ew dê nikaribin bibin berendam.
Lîste bi vî rengî ye:
Ji bo bibîrxistinê, ji ber ku serdema "26"an tenê du meh dom kir, Tirkiyeyê ji nû ve hilbijartin saz kir, ew neyê hesibandin jî rewş wekî vê lîsteyê ye. Di rojên pêşiya me de dê mesele hê zelaltir bibe. Lê ger HDP li ser biryara xwe be û biryara "du caran" neguherîne ev navên li jor carek din dê nebin berendam. Ku di rewşek wisa de dor 20 kesî carek din dê nebin berendam. Ev yek jî tê wê wateyê ku ji sisêyan yekê mebûsên ku bêne hilbijartin dê kesên nû bin.
Li gor hilbijartinê partiyên siyasî roja 8'ê avrêlê mecbûr in lîsteyên xwe teslîmî YSK'ê bikin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Piştî 50 salan Antalya yekem car bê wî dê bikeve hilijartinê
- Yeşîl Sol Partî dê çi bike? Va ye deklerasyona wan
- Mehmet Aslantug ji TÎP'ê dibe berendam
- EMEP ji lîsteya Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Ger îtîraz neyên qebûlkirin 4 berendam hene
- Farqînî, Aktar, Candemîr û pêşberendamên din
- Huda-Par û YRP'ê jî biryara xwe dan
- Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar bû
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye
- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû