Diyarname
EMEP ku di nav Îtîfaqa Ked û Azadiyê de ye berê biryar dabû ku bi lîsteya xwe bikeve hilbijartin3e, ev biryara xwe guhart. Ewê ji lîsteya Yeşîl Sol Partî bikeve hilbijartinê.
Di daxuyaniya ku EMEP'ê belav kir de bal kişandiye ser krîtîkbûna vê hilbijartinê û gotine, "Hedefe me ya lezgîn 3u rojevî ew e ku rejima yek kesî têk bibe û têkoşîna gelên di bin zordarî û kedxwariyê de ne pêş ve bibe. Ji bo vê yekê xurtkirina têkoşîna ligel Îtîfaqa Ked û Azadiyê peywira me ya pêşî ye. Li ser vê bîr û baweriyê EMEP di hilbijartina 14'ê gulana 2023'yan de wekî parçeyek Îtîfaqa Ked û Azadiyê xwebatên xwe didomîne."
EMEP'ê gotiye ku ji bo pêşeroja Îtîfaqa Ked û Azadiyê, ji bo pêşketin û xurtbûna wê, di serî de çîna karker, ji bo hêzên alîgirên ked, aştî û demokrasiyê di parlemenê de xurtir bêne temsîlkirin emê di nav lîsteya Yeşîl Sol Partî de, bi berendamên xwe bikevin hilbijartinê."
Di nav Îtîfaqa Ked û Azadiyê de HDP, Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi (Yeşil Sol Parti), TÎP, EMEP, TOP, EHP û SMF hene. Ji van TÎP û EMEP'ê gotibû di nav îtîfaqê de lê bi lîsteya xwe dê bikevin hilbijartinê, niha EMEP'ê biryara xwe guherand, tenê TÎP maye.
Nûçeyên Eleqedar:
- Ger îtîraz neyên qebûlkirin 4 berendam hene
- Farqînî, Aktar, Candemîr û pêşberendamên din
- Huda-Par û YRP'ê jî biryara xwe dan
- Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar bû
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye
- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû