Amed
Li Tirkiyeyê roja hilbijartinê diyar bû; 14'ê gulanê hem hilbijatina Serokomarî ya Tirkiyeyê hem jî ji bo mebûsî hilbijartin li dar dikeve.
HDP ligel Îtîfaqa Ked û Azadiyê dikeve hilbijartinê. Li Amedê jî Îtîfaqa Kurdistanî heye ku ji bo hilbijartinê civiya. Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Serokê PİA'yê Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, Serokê KKP'ê Sinan Çiftyurek, ji DDKD'ê Halim İpek, Serokê PDK-T'yê Mehmet Emin Kardaş û mebûsên HDP'ê Necdet İpekyuz, İmam Taşçier û Nusrettin Maçin beşdarî civînê bûn.
Îtîfaq encama civînê, biryarên wan ên li ser berendamtiya Serokomariya Tirkiyeyê dê pêşkêşî HDP'ê bike ku parçeyek ji vê îtîfaqê ye.