Diyarname
Îro roja dawî ya teslîmkirina protokolan e. Hin partiyan dê çi bikira? Vê kêliyê encama helwesta du partiyan diyar bû: Huda-Par û Yeniden Refah Partisi. Her du partiya biryar dan ku beşdarî "Cumhur Îtîfaki" (Îtîfaqa Komarê) bibin.
Îtîfaq hemû protokola ku partiyên têde îmze kirine teslîmê YSK'ê dikin. Îro saet 17.00 kêliya dawî ya teslîmkirina protokolan e.
Berî ev saet temam biben saet 16'an de Huda-par û YRP'ê eşkere kir ku ew dê di nav Îtîfaqa Komarê de cih bigirin. Berê hevdîtinên wan û îtîfaqê hebû lê di hin xalan de li hev nekiribûn.
Serokê Huda-Parê Zekeriya Yazicioglu eşkere kir ku ew dê di nav lîsteya AKP'ê de berendamên xwe yên mebûsiyê nîşan bidin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar bû
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye
- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû