Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan îro biryara hilbjartina serokomarî û hilbijartina giştî eşkere kir. Wekî ku berê jî bal kişandibû ser, dê roja 14'ê gulanê hilbijartin li dar bikeve.
Erdogan wisa got, "Li gor Xala 116'an a Zagona Bingehîn. hilbijartina ku dê 18'ê pûşpera 2023'yan li dar biketa min biryar da 14'ê gulanê nû bikim. Sibê piştî ev biryar di Rojnameya Fermî de bê weşandin, YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) dê pêvajoya hilbijartinê ya 2 mehan eşkere bike. Miletê me roja 14'ê gulanê ji bo hilbijartina serokomar û mebûsan dê here cem sindoqê.