Diyarname
Yeşîl Sol Partî roja 29'ê tîrmeha 2010'an de hatiye avakirin. Du partî "EHP" û "Yeşiller Partisi" bûn yek û partî ava kirin. Navê xwe danîn Yeşil Sol Partî. Navê fermî Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi ye, kurte Yeşil Sol Parti bikar tînin. Li ser xeta çepa azadîxwaz hatiye avakirin.
Partî yek ji endamên HDK'ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) ye. Di heman demê de endama Partiya Keskan a Ewropayê ye.
Partiyê 16'ê kewçêra 2022'yan de 2'yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist û di vê kongreyê de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin bûn Hevberdevkên partiyê. Di kongreyê de Uçar wisa got, "Daxwaza hemû civakê guherîn e. Di vê çarçoveyê de ligel Îtîfaka Ked û Azadiyê, HDP û Yeşîl Sol Partî jî ji bo me her yek deriyek in."
'Partiyeke ekolojîst, aştîxwaz û demokratîk'
Di vê kongreyê de partiyê logoya xwe jî guhart û ev logoya niha tê bikaranîn hilbijart. Partiyê rêziknameya xwe di malpera xwe de belav kiriye. Bi kurtahî: Ji bo jiyaneke berdewam û pêşerojê civakeke ekolojîparêz, azadîparêz û civaka ku piştgiriya hev dike diparêze. Di vê çarçoveyê de pirdengî û beşdarîbûnê ji xwe re wekî bingeh digire. Bênîqaş bi her awayî mafên mirovan diparêze, mafê xwezayê û hemû zindiyan diparêze, dijî mîlîtarîzmê ye, alîgirê ked û edaleta civakî ye; partiyeke ekolojîst, aştîxwaz û demokratîk e.
Çigdem Kiliçgun Uçar kî ye?
Çîdem Kiliçgun Uçar kurd e, dê û bavên wê zaza ne, zarokatiya xwe li gund derbas kiriye, paşê hatiye Stenbolê. Di rojnameyên kurdan de xebitiye, di nav xebatên partiyê de cih girtiye. Uçar di nav HDK'ê de çalak bû û her wiha demek girtî ma ye. Di kongreya dawî de bû Hevberdevka Yeşîl Sol Partî.
Îbrahîm Akin kî ye?
Îbrahîm Akin di sala 1961'ê de li Uşakê hatiye dinê. Di nav ÎHD, Halkevî de cih girtiye. Di nav ODP, EDP'ê de cih girtiye, piştî avabûna HDK'ê di nav HDK'ê de cih girtiye. Li Îzmîrê li ser navê HDP'ê bûye berendamê mebûsiyê lê nehatiye hilbijartin. Di nav Meclisa PArtiyê ya HDP'ê de gih cirtiye. Niha ew jî Hevberdevkê Yeşil Sol Partî ye.
Nûçeyên Eleqedar:
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Partiya Çepa Kesk hevserokên xwe hilbijartin
- Youtube: www.youtube.com/diyarnamediyarname
- Malper: www.diyarname.com
- Twitter: twitter.com/diyarname1
- Facebook: facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com