Diyarname
14'ê gulana 2023'yan li Tirkiyeyê hilbijartina Serokomarî û mebûsiyê heye. Loma jî heyecana hilbijartinê xwe li partiyan û xebatên wan pêça ye. Di hilbijartinê de dengên ku ji derveyî Tirkiyeyê tên jî muhîm in. Ew deng dikarin bandor li hejmara mebûsên partiyan bikin. Pirs ev e: Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê divê çi bikin? Çawa bikin?
Va ye bername:
- Di nav 20 adar-2'yê avrêlê de bi ser ysk.gov.tr hilbijêr dikarin navên xwe kontrol bikin. Ger nav di nav lîsteyê de nîn be, yan jî şaş hatibe nivîsîn divê formê dagirin û heta 2'yê mehê bigihînin ber destên konsolosxaneyên girêdayî wir.
- Li ser îtîrazan 3'yê mehê biryar tê dayîn.
- 12'yê avrêlê rewşa dawî ya lîsteya hilbijêran tê eşkere kirin ku têde cih, dîrok û sindoqên têde deng têne dayîn dê bêne eşkere kirin.
- Li derveyî Tirkiyeyê di navbera 27'ê avrêlê-14'yê gulanê de li deriyên gumrikê (deriyên sînor) dengdan çêdibe.
- Ger hilbijartina serokomarî di Dora 1'emîn de bi dawî bibe dê derbasî Dora 2'yan bibe. Ji bo Dora 2'yan dengdan li welatên derveyî Tirkiyeyê di navbera rojên 20-24'ê gulanê de, li gumrikan jî di navbera 24-28'ê mehê de ye.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû