Bi ya min dublaj gelek bandorker e ji ber ku fîlmên biyanî tînin nava civaka xwe. Û linga herî girîng a dublajê jî wergera ji bo dublajê ye. Em îdîayeke wisa bikin: Wergera ji bo dublajê (ji ber ku bi dublajê zêdetir xwe digihîne gel û zêdetir bandorê lê dike) ji hemû beşên wergerê zêdetir girîng û bandorker e di vê serdema teknolojiyê de.
Di nîqaşa Diyarnameyê ya li ser wergerê de nivîskarên me li ser beşên cur bi cur disekinin. Ez jî dixwazim hinekî li ser wergera ji bo dublajê bisekinim.
Dîroka wergera ji bo dublajê
Dîroka wergera ji bo dublajê heta dîroka vekirina televîzyonên bi kurdî diçe. Li nav kurdan televîzyona Med TV wekî yekem kanala kurdan a ku ji aliyê kurdan ve hatiye vekirin di 15'ê gulana 1995'an de dest bi weşana xwe kir. (Di avrêla 1999'an de Komîsyona Televizyona a Brîtanî - Independent Television Commission ITC) lîsansa MED-TV betal kir û weşana televîzyonê rawestiya)* Kanalê bi vê weşanê re fîlmên ku ji bo kurdî hatine dublajkirin jî weşandin. Bi vê yekê re meseleya wergera ji bo dublaja bi kurdî derket holê.
Di Med TV de (Di dema weşana testê de) yekem car fîlmê Yilmaz Guney "Yol" (Rê) bi kurdî (Dûre di weşana normal de û paşê jî fîlmên din hatin weşandin)
Li Tirkiyeyê wergera ji bo dublajê
Belê 1995'an de televîzyona bi kurdî vebû û karê dublajê wekî pîşeyeke nû dest pê kir, lê ev yek li Ewropayê dihat kirin. Televîzyonê di studyoyên xwe de ev kar dikir. Di destpêka salên 2000'î de êdî li Tirkiyeyê jî kurdan dest avêt vî karî. Hin xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê li Stenbolê ji bo Roj TV wergera tekstên biyanî kir û li heman derê dublaja (denglêbarkirin-dengdayîn) van tekstan kir. Ev yek di dîroka kurdên bakur de gaveke nû bû û girîng bû. Piştî kurtedemekê dublaja ku van kesan kir gihîşt asteke ku di nav kurdan de dublaja herî baş bû. Helbet di warê wergera ji bo dublajê de jî mirov dikare heman tiştî bibêje. Koma navborî heta niha ku em ketin sala 2010'an bi sedan belgefîlm, fîlm wergerandin kurdî û gelekên wan jî dublaja wan kir. Di warê zimanan de jî raste rast ji îngilîzî û fransizî ji bokurdî werger dihat kirin.
Dublaja herî balkêş
Di nav vê wergerê de wergera herî balkêş, wergera Lucky Luck (bi navê din Red Kit) bû ku ev 52 beş hatin wergerandin. Lucky Luck ku li dinyayê ji bo dehan zimanan hatiye wergerandin û wekî xêzefîlmekî klasîk a dinyayê de cihgirtina wê ya di nav kurdî jî de hêjayî pesindanê ye. Koma navborî ku ev xêzefîlm dublaja wê kir, dêhn û bala temaşevanan kişand ser xêzefîlm û pêre jî bal kişand ber kurdî. Her wiha ev yek di çapemeniya tirkan de jî cih girt ku Lucky Luck ji bo kurdî hatiye wergerandin û dublajkirin.
Her wiha vê komê 30 beş fîlmên televîzyonê bi navê "Mamoste" ku ji fransizî wergeran kurdî jî di warê perwerdehiya ji bo zarokan de gelek girîng bû. (Piştî Med û Medya TV) Bi rêya Roj Tv heta niha gelek tekstên girîng ên fîlm û belgefîlman ji bo kurdî hatiye wergerandin ku vê yekê aliyeke din a wergera kurdî jî xurt kiriye. Dîsa gelek belgefîlmên li ser xwezayê ku dîsa bi rêya heman televîzyonê hatin wergerandin û weşandin pesindanê heq dikin. Her çiqas rexneyên min li wergera û dublaja TRT 6'ê** hebin jî weşandina xêzefîlmekî din ê ku li dinyayê klasîk e "Cinderella"yê ya ji aliyê TRT 6'ê ve tişteke girîng e ji bo vê beşa me.
Girîngiya dublaj û wergera wê
Di zemanê ku televîzyon nîn bûn, radyo hê nû nû derdiketin piyaseyê ku ew jî li gelek cihan nîn bûn de xwendina pirtûkan gelek zêde bû. Di nava pirtûkan de jî ji bo pêşketina civakî werger gelek girîng bû. Li Tirkiyeyê serdemeke wisa heye. Bi wergerê di deh salan de gelek gav avêtine.*** Lê piştî ku hejmara radyoyan zêde bû û pêre jî televîzyonan dest bi weşanê kir hêdî hêdî asta xwendina pirtûkan jî kêm bû. Û her ku hejmara kanalên televîzyonê zêde bûn, fîlm, rêzefîlm û gelek bernameyên cihêreng lê zêde bûn xwendina pirtûkan jî gelek kêm bû. Û xwendina wergera pirtûkan jî. Li nav kurdan xwendina pirtûkan kêm e, li gor çavdêriya min û li gor îstatîstîkên ku ji weşanxaneyan digihîjin ber destê min xwendina pirtûkên wergerandî kêmtir e. Bi kurtahî piştî vê yekê girîngiya wergera dublajê girîngtir dibe, ji ber ku êdî çav û guh li televîzyonan in.
Ez li ser xwe mînakek bidim: Dema di Med TV de li fîlmê "Rê" bi dublaja kurdî temaşe kir, yekem car ez li wir hînê peyva "Noşîcan" bûm. Dûre min ferq kir ku gelek kesên li der û dora min jî hînê peyvên nû bûne bi rêya dublajê.
Û di roja me de ku her kes dema xwe ya zêde li ber televîzyonan derbas dike, bi kêf li fîlmên biyanî temaşe dike de girîngiya wergera ji bo dublajê û dublaja bi kurdî (demeke din ezê li ser vê meseleyê jî binivîsim) zêde dibe. Helbet ger metin xweş hatibe wergerandin û dengdayîna (dublaja) bi kurdî baş hatibe kirin.
Wergera rêzefîlmên biyanî
Li Tirkiyeyê kanala bi navê MSNBC kanala herî navdar e ku fîlmên biyanî bi jêrnivîsa tirkî diweşine. Ev kanal bi çend awayan xizmetê dike:
1- Fîlmên biyanî radigihîne temaşevanên li Tirkiyeyê. 2- Bi jêrnivîsa xwe ya bi tirkî xizmetê ji bo tirkî dike (nivîskiya tirkî pêş dikeve, wergerên tirkî kar dikin û hwd) 3- Yên tirk bi van fîlm û rêzefîlman di heman demê de zimanê xwe yê biyanî pêş dixin.
Di vî kanalî de gelek rêzefilmên ku murîdên wan çêbûne jî hene ku ev murîd di wê kêliya weşanê de dest ji hemû karê xwe ber didan. Çend ji rêzefilmên ku di vê kanalê de zêde bal kişandine û gelek serdem hatine weşandin ev e: 'Heros', 'Mad Men', 'Terminator: Sarah Conner', 'Prison Break'
Bi ya min pêdiviya kurdan jî bi kanaleke (çend kanalên) bi vî rengî heye. Ev yek dê bergeha wergera ji bo fîlman jî zêde bike.
Hejmara dublajkar û wergerên ji bo dublajê
Wekî me li jor jî got, li Tirkiyeyê piştî salên 2000'î dublajkarên kurd derketin holê. Komek biçûk bû ji bo Roj TV wergera ji bo dublajê û dublaja bi kurdî dikir. Tirs hebû, zor û zehmetî hebû. Lê bi vebûna TRT 6'ê re yên ku peyveke bi kurdî nedizanîn jî xwestin dest bi dublajê bikin. Her kesê carekê tenê dersa bi kurdî girtiye jî çûn serî li şîrketên ku ji bo TRT 6'ê dixebitin dan. Lê bi demê de yên nekarîn têk çûn, yên karîn karê xwe didomînin. (Niha yên dikarin û parçeyeke yên nikarin jî hê vî karî didomînin, ew jî bi têkiliyên xwe yên şexsî, xizmatî, dostanî, murîdî kar digirin)
Niha li Tirkiyeyê yên ku ji bo TRT 6'ê vî karî dikin hejmara wan li dor 50-60 kesî ye. Ji van sisê yekê wan dikarin karê xwe baş bikin, lê yên din nekin baştir e. Her wiha hindik kes jî ji bo kanalên din ên kurdan kar dikin.
Bi giştî em bidin ser hev encax li dor 20 kesî hene ku ji bo dublaja bi kurdî wergera metnan dike. Di nav van de jî yên ku ne hakimê kurdî ne gelek in. Dibe ku ev hejmar ji nîvî zêdetir be.
Bi wergera ji bo dublajê debar dibe?
Heta van salên dawî jî wergerên kurd bi wergerê nedikarîn debara xwe bikin. Di van çend salên dawî de her çiqas di vî warî de hin pêşketin hebin jî hejmara kurdên ku ji wergerê (wergera ji bo dublajê jî têde) debara xwe dikin ji çend kesî derbas nabe. Ev yek girîng e: Pîşeya ku nebe pîşeya debarê ew pîşe bi awayê profesyonelî nameşe. Wisa diyar e ku di sala 2010'an de dê ev pîşe zêdetir pêş bikeve û her ku biçe (bi vebûna gelek kanalên bi kurdî re) dê zêdetir kes bi wergera ji bo dublajê debara xwe bikin.
Hin mînakên ji wergera ji bo kurdî
Min bi xwe jî hin werger ji bo dublaja bi kurdî kirine. Her wiha heta niha min derhêneriya dublaja gelek fîlman jî kiriye. Loma heqê min e ku ez zend tiştan jî li ser wergera ji bo dublajê bibêjim. Helbet tiştên li ser wergera TRT 6'ê di nivîsa navborî de min gotin hûnê bikaribin lê binêrin. Ji bilî van ez çend tiştên din bibêjim: Di dema derhêneriya dublajê de hin metin hatin ber destê min ku ji bo kurdî hatibûn wergerandin.
Di metna orjînal de bi tirkî wisa gotiye:
- "Grubun etkisi gittikçe yayginlaşti", ji bo kurdî wisa wergerandine: "Bandora komê her ku çû belav bû". Di "belav"bûnê de wateyeke neyînî heye. Dema "Belav" bûn bê bikaranîn, dê temaşevanê kurdî bibêje qey kom belav bûye. Dikare wisa ba, "Bandora komê her ku çû zêdetir bû"
- "Bu müzikal değerleri kullanmak zorundayız" wisa hatiye wergerandin "Em mecbûr in van nirxên muzîkê bikar bînin" lê na divê wisa ba "Em mecbûr in van nirxên muzîkê bidin xebitandin.". Peyva "Bikaranîn" wateyeke wê ya neyînî jî heye, lê di vir de "xebitandin" zêdetir lê tê.
- Wisa gotiye, "Artık onu tanıyamıyorum", yanê dixwaze bibêje ew qas guheriye lê wisa wergerandine, "Ez wê nas nakim". Na, divê wisa be, "Ew gelek guherî"
- "Bireve, zû bike", lê divê wisa bihata wergerandin "Bazde, zû bike". Peyva "Bireve" wateyeke wê ya din heye.
- Di wergerên ji bo TRT 6'ê de hê jî mesela "Ew/Ev" û "Wê/Vê" her tevlihev dikin.
- Mînakên wergerê "Gel keyfim gel" ku wekî "Were kêfa min were" hatine wergerandin.
- "Tu rexne dikî, divê tu li pişt rexneyê xwe derê..." Divê wisa ba "Divê tu xwedî li rexneyê xwe derê"
û gelek tiştên din.
Divê werger çawa bê kirin?
Di nîqaşa me de meseleya herî girîng jî ev e. Di vî warî de digel nivîskarên me yên din ku di nîqaşê de tişt gotine, ez dixwazim balê bikişînim ser nivîsa hevalê me Rifat Arya a bi navê "Çend gotin li ser wergerê"****
Not: Di nivîsa bê de wergera ji bo reklam, nûçe û hwd.
Têbinî:
*Binêrin: Wikipediaya kurdî
**Binêrin: "Li ser bernameya TRT 6 'Yekbûn'ê: Ev çi ziman e?!", Cemil Oguz, Diyarname
***Binêrin: "Di pêşketina ziman, çand û ramanê de rola wergerê", Davut Rêbiwar, Diyarname
****Çend gotin li ser wergerê, Rifat Arya, Diyarname