Efsane wiha dibeje
Yê miri jî bi zindiyan re li ser yê mirî digirî, bi wan re xemgîn dibe, bi wan re cenazeyê dibe goristanê, axê davêje ser, wî vedişêrin. Dema ku êdî her kes pişta xwe dide gorê û vedigerin, ew jî hewl dide ku vegere. Û di vir de serê wî li kevirê bergorê dikeve û dibêje: Weyyyy, ê mirî ez im...
Niha ew bi me re li ser koçkirina xwe xemgîn dibe, wê heya ser goristanê jî bê. Û li vegerê ewê ne wekî her kesî be, dê serê me, bi kemanî wê serê min li kevir keve, erê yê mirî em in, bi kemanî ez im, ne ne ew
Ez naxwazim bi navê her kesî biaxivim, dibe ku ji min pê ve her kes ji rewşa xwe razî be, lê ez na. Loma jî li şûna emê, ezê bêjim ez;
Di dîroka çanda kurdî de, yekemîn mirî yê bextewar ew e, loma ji serê wî li kevirê bergorê nakeve, loma jî yê mirî ne ew e.
Ez yekî ji wan kesan im ku pir bi tundî li dijî pesindayîna piştî mirina mirovan im, lê ji wî re na, ji ber ku wî di jiyana xwe de jî nirx dit, tam kir, bihîst, bêhn kir, dest da nirxan û pê jiya, wiha jî di koçkirina xwe de.
Loma pesindayîna wî rewa ye, hêsirên li ser bibarin dê ne yên tîmsehan bin, dê ji dil bin.
Dibêjin: di sersaxiyan de her kes giriyê wî li ser miriyê wî ye. Yani her kes ne li ser ê mirî digrî.
Niha giriyê min li ser min e, ji ber ê mirî ez im.
Vaye, wê îro wî vesêrin, lê ez nikarim herim wir, ji ber ez karkerê xelkê me, yanê ezê li wir tune bim.
Ma mirin bi çend seriyan e, ne navê we yê din tunebûn e, loma ê mirî ez im.
Rojname û malperan navê pejdarên sersaxiyê rez kirin, min ji bilî quncikê xwe nedît, li hemû deveran ez tune bûm, tevî ku li wir bûm, yani li hebûnê ez tune bûm. Ji ber ku ji bo wan ez tune me, yanî mirî me, loma yê mirî ez im.
Devera hebûna min li wir bê xwestin, ez tune me..loma ê mirî ez im.
Eger ez sedeme ku ê mirî ez im rêz bikim, pel têrê nakin...
Di demeke de ku me xweziya xwe bi derfetên wî û hinekî din tanîn, em bi dilbijandina jiyana “burjiwaziyê” dihatin tewanbarkirin. Niha ku ez bêjim em xweziya xwe bi mirina wekî mirina wî bînin, gelo wê dîsa berê topên rexneyan ber bi me vê ben?
Dibe hinek bêjin: Ma tu xwe û wî dikî wekî hev?
Na; Ji xwe ne berê ne jî niha me xwe bi kesî re nepîva ye, mafê me û vê yekê jî tune bû, tune ye.
Ji diruşmeyan, ji pesindayîna sexte, ji hêsrên ne ji çavan dûr.
Ji “miriyên xwe bi qencî bibir binîn” dûr.
Aramê Dîkran ne mirî ye,
Xwezî her hunermendê me li gorî xwe, di jiyanê de hinekî bi tama nirxdayîn bihise, bila ew kul bi wan re neçe gorê, bila serê wan li kevirê bergorê nekeve, ji ber ew kêfa dilê ciwanan, hêsirên dayikan, dengê çiyan, hestên neteweya xwe ne.
Dema min ji Şiyarê Farqînî xwest ku hevpeyvîneke ji bo Medya TV pe re bikim, serê xwe hejand û bi dengekî nizim got: Êdî dereng e Hekîm, ji xwe yan çend roj, yan hefte mane ez dimirim, min di jiyana xwe de qîmet nedît, ji îro û şûn de jî ne lazim e.
Min bêdeng, wekî gunehkareki serê xwe bera ber xwe da...wê demê ew bi nexweşiya xirab ketibû, mehên dawî ji temena wî ya ciwan bû. Ew tablo ji ber cavê min naçe, dengê wî jî ji guhê min dernakeve....
Ji kerema we re, telefona Dilgeş û Birîndar ji min re lazim e, kîjan saziyên çandî siyasî, yan jî rêxistin zanibe, bila bişînin.
Erê Dilgeş û Birîndar...