logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû
news-details

Hêlangeya Sedsala 21'ê a li ser kurdan

Cegerxwîn gotiye, “Zanîn dibe ar bi pêsîra xwediyê xwe ve digire, nezanîn dibe arî bi serê xwediyê xwe de dibare.” Biwar

  • Dîrok: 28/05/2015
  • Beş: Serbest

Yaqob TILERMENÎ

Cegerxwîn gotiye, “Zanîn dibe ar bi pêsîra xwediyê xwe ve digire, nezanîn dibe arî bi serê xwediyê xwe de dibare.” Biwara zanîn û bûneweriyê her bûye mijara sereke ji bo mirovên rewşenbîr û wan her xwestinê der barê van her du têgehan de li gorî xwe pênaseyan bikin. Ji ber ku bûnewer wesena xwe di ser zimanekî re ava dikin û dixwazin bi vî zimanî xwe bigihînin kesên ku ji wan fam dikin. Dema ku em ji sedsala bîst û yekemîn li qonaxeke dûdirêj a tijî berxwedan bi feraseta serdema xwe -ya ku di warê epîstemolojîk de têr û tijî nirxandin- binêrin, gerek em agirê gûr ê di pêsîra xwe de vêketî, hartir bikin û xweliyê bi serê dijberên xwe de bibarînin. 

Ji destpêka sedsala bîstemîn û vir ve kurd ji bo ku hebûna xwe ya li jiyanê îsbat bikin, ji sedsalekê zêdetir e ku li ber xwe didin. Her çiqasî dibêjin, ‘em hene û em li vir in’ jî yên dijberê wan ji bo îsbata tunebûna wan, regez û zagonên dij-jiyanî derdixin pêşberî wan. Pê re jî bi kesên li derveyî civaka kurdî didin pejirandin ku di rastiyê de ‘kurd’ tu caran çênebûne. Di 8’ê îlona 1925’an de bi biryara koma wezîran “saziya isleheta şerqê’ tê avakirin û ev sazî di 24’ê îlonê de “pîlana isleheta şerqê” datînin. Di vê pîlanê de 28 beş hene ku seranser bi kiryarên tunekirina netewe û çandên wan ve dagirtiye. Beşên hejmar 14, 15, 16 û 17. qedexeya zimên, bişaftin û bicihkirina zimanê nû dihundirîne. Tê gotin ku dê li bajar, navçe, dibistan, çarşî û bazarê, li saziyên fermî kesên ku ‘ji derveyî zimanê tirkî diaxivin’ werin cezakirin (14), li Kurdistanê ocaxên tirkî, dibistanên razanî û dibistanên keçan werin vekirin û bi taybetî ev li Dersimê werin destpêkirin (15), dê nehêlin ku kurdên li rojavayê Feratê berbelav bi kurdî biaxivin û li wan deran jî, dibistanên keçan werin vekirin û ji bo axaftina jinan a bi tirkî hewldan werin dayîn (17), kurdên Dersimê dê ber bi hêla bajarê Sêwasê ve werin koçberkirin (16).       

Ev Hêlange (gerîna li ser berateyan a teyrên goştxwir) bi qasî 13-14 salan li hemû herêmên ku kurd lê dijiyan bi rêkûpêkî hatiye gerandin; mixabin, pêkanîn û bidestxistinên pîlankirî ji ber ku têrî wan nekiriye, di 4’ê gulana 1937’an de di bin serokatiya M. K. Ataturkî de koma wezîran biryara qirkirina kurdên Dersimê dane. Çawa ku berê serhildana Şêx Seîd tepisandibûn û Mele Seîdê Kurdî ber bi diyarekî nediyar ve koçber kiribûn, vêca serokekî din ê kurd Seyîd Riza û hevalbendên wî jî têk dibin. Ev têkbirin di zagona bingehîn a pergala Tirkiyeyê de weke pêkhateyekê ji destê partiyekê derbasî destê yeka dîtir dibe. Di serî de kurdên sunnî û pişt re kurdên elewî bi dek û dolaban ji hev bi dûr dixin û dikin ku tu benîademên kurd newêribin lebza ‘kurdbûnê’ bi lêv bikin. Tew nifşekî nû li Dersimê radibe û dibêjin ‘bi tenê em elewî ne’, zazabûna xwe jî weke rengekî cuda yê wê erdnîgariyê bi nav dikin. 

Yê ku keviran qul dike ne hişkbûna baranê, lê domdariya baranê ye. Dupatkirina “kurdên ne-kurd” ya ku ji bo xwe bi kar tînin, roj tê dibe weke rastiyekê û li stuyê wan diale. Her çiqasî weke barana hişk pêkûtiyên sosret hatibin ceribandin jî, gelek caran ev têr nekiriye û bi awayê gotinkî weke bizmaran bi serê mirovan de hatiye kutandin ku ew ne-kurd-in… Ji ber hindê di nava pergala Tirkiyeyê de dema ku elewî hatiye gotin, bektaşiyên tirk û elewiyên ereb hatine bala mirovan. Ji bo kurdên elewî jî bi tenê, ‘elewî’ hatiye gotin. Zindîhiştina vê hişmendiyê di serî de partiya CHP’ê kiriye û ew weke nexweşiyeke vegirtî gihandiye heta roja me. Her çiqasî CHP ji demeke dirêj û vir ve ye nebûye desthilatdarê hikûmetê jî, weke palpişta elewiyan her ew xapandinê û tirsa qirkirinê her di hişê wan de weke bizotan vêxistî hiştiye.     

Digel ku CHP ne li ser hikumraniya meclîsa tirkiyeyê ye jî, bi helwest û hewldanên ku rê li ber ferasetên dîtir ên li dijî kurdperweriyê vekiriye û benekî qehîm di navbera elewî û partiya xwe de ristiye. Di salên dawî de jî, bi anîna mirovekî ji Dersimê li ser partiyê benê li dora stuyê kurdelewiyên mamekiya û herêmên kurdên elewî lê, hîna bêtir şidandiye. Weke tê zanîn partiya rastgir a AKP’ê ji bo xwespartina elewiyan li CHP’ê derfetên jinûvetir afirandiye. Kurdelewî weke gogekê di nava lingên rastgiran û qaşo çepgirên Tirkiyeyê de her gindirîne. Digel ku sê serdem e AKP di hilbijartinan de serweriyê dike jî, CHP ji bo têkbirina serweriya wê tu hewldanên berbiçav nekiriye. Piştî ku hêza çekdarî ya kurdan li ser pergalê ferz kir ku bi wan re pêwendiyek çêbibe, hîna nû CHP derket qadan û weke dijberê partiya serwer tevgeriya. Lê her ku dijberiya xwe nîşan da, partiya serwer bi hêztir bû. Ev jî tîne bîra mirov ku dek û dolabên Osmanî yên ku bi qasî şeşsed salan li serê gelek netewan gerandin, hîna jî di meriyetê de ye: Partiyeke rastgir tê ser hikum, partiya çepgir (!) mixalif e û her du partî morîka xewê dixe guhên hemwelatiyan. 

Li aliyê dîtir şert û şirûtên cîhanê û şerê sih salan ên çekdarên kurd kirinên pergala şûrê dudevî raxistiye meydanê û hindik be jî hin kurd ji nava şûrê dudevî rizgar kirine. Wext hatiye ku çekdarên kurd xwe bigihînin serencamekê vêca bahozeke navnetewî li wan rabûye û di serî de Serokê Azadiyê girtine û ji bo ku serî li wan bidin tewandin ew radestî rastgirên pergalê kirine. Lê ruhê zemên rê nedaye ku pergal bi dilê xwe rişma kurdan bi vir de û bi wê de rakişîne. Yê ku li hemberî pergalê, bi zanîn û şiyana xwe serokekî sedsale yê ku hêza xwe ji sê seîd’an wergirtiye û weke lîstikvanê kişikê li aliyê textebendê her bi çalak bûye. Her ku AKP desthilatdarî li gorî bîrdoziya xwe veguherandiye, kurd û serokê wan bi hemleyekê piyonên kişika wan wergerandine. Vê carê AKP beko ewanên serdema nû ji nava kurdan derxistiye ew danîne ber pozê wan. Li Bakurê Kurdistanê pê nehatiye ser, xwe weke dostê kurdên Başûrî nîşan daye. Ew jî nebûye, komeke hovane ya bi navê daîş’ê li serê kurdan kiriye bela. Lê kişik e û lîstik her berdewam e. Fîlozofê sedsala bîst û yekemîn Abdullah Ocalan bi zanîna xwe agirê vêxistî her gûr kiriye û siberojên li pêşberî kurdan û li pêşberî rojhilata navîn berî ku biqewime diyar kiriye. Bi heterî ji hemû kurdan dixwaze ku di navbera xwe de kongreya netewî pêk bînin. Vê carê jî şêwirmendên hikumraniyê fesadiyê dixe navbera Barzanîhez û Ocalanhezan. Carina mistewaya çêr û sixêfên alîgiran ew qas bilind dibe, mirov di nava toz û tirabêlkê de nizane kî alîgirê kê ye û dewlên avê ji bo kê ji bîran dikişînin. Hal ew e ku Mesût Barzanî serokekî kurd e û li dû têkoşîneke dûdirêj a li hemberî baasiyan ew cihê xwe heq kiriye; Abdullah Ocalan jî serokekî kurd e û hem bi serokatiya rêxistineke navnetewî ya ku şax û berên xwe li her derê cîhanê belavkirî weke fîlozofekî nûjen ramanên navnetewî ji bo hemû gelên cîhanê parve dike. Ji ber ku AKP û rêvebirên dewleta ceberrût hay ji vê rastiyê hene, avê tim şolî dikin. Lê ji bo kurdan rêya rasteqîn hembêzkirina hemû serokên kurdan e. Her serokek bi xusûsiyetên xwe heye. 

AKP di dozdeh salan de xwest ku kurdan bi hin ‘gotinên xeyalî’ bixapîne û xwe weke hêzeke herî demokratîk a komara Tirkiyeyê nîşan bide. Lê birêz Ocalan bi pêşniyarên xwe rûpûşa serçavên wê daxist û gotinên wê yên rasteqîn pê dane gotin. Rojekê zimanê kurdî paşverû hesibandin, rojekê kurd weke xidamên xwe hesibandin, rojekê pirsgirêka kurdan heyî hesibandin; lê tu carî ji dirûşma xwe ya yekperestiyê daneketin jêrê: Yek al, Yek netewe, Yek niştiman, Yek… Xapandina wê geh li bin guhên dîwarên zindanan ket û wergeriya, geh bi çêkirina kalekol û bendavên Kurdistanê aşkere bû, geh bi tundkirina piştgiriya çeteyan a li dijî kurdên Sûriyeyê reng veda, geh jî bi rabûna kurdên bakur a di 6-7-8’ê cotmehê de qîtik qîtikî bû. Lê di vê navberê de dizî û talana li xwezayê û malên mirovan bi rêya alavên teknolojîk derketin ber raya giştî û rê nema ku ser were girtin. Çawa ku Balzac gotiye, “Li paş her serwetî sûcek heye.”, serweta ku di deh pazdeh salan de hatiye bidestxistin, li dû wê bi sedan û bi hezaran sûc hene. Li gundê Roboskî ciwanên şirnexî tevlî qantirên wan kuştin û li her kuçeyekê zarokekî kurd bêjiyan hiştin. Digel her kirinên xwe jî, destekî soringî yê li ser navê aştiyê dirêjî serokê kurdan kirin. Abdullah Ocalan bi hemleyeke nûjentir, kir ku ew hebûna kurdan bipejirînin û vêya di nava zagonên muzakereyê de bi cih bikin. Gotinên wî, “Netewdewlet bila di navbera xwe de mala hevpar a demokratîk a rojhilata navîn ava bikin.” ji bo civakan ji nû ve revizyon, restorasyon û ji nû ve avakirina dîrok û rojanebûnê bangeke hêja bû. Destnîşankirina barûya babîlê bû. Weke gotina dîrokî ya Mao ya bila sed kulîlk vebin bi wate û cihêreng bû. Lê ev nehat hesabê hikumranan. Dîtin ku partiyeke bi navê HDP’ê roj bi roj li ber pozê wan dengên xwe bilind dike. Dîsa dest bi dîsgotinên strana ji îttîhad terakkiyan mayî kirin: Yek al, Yek netewe, Yek niştiman, Yek… Vêya jî nîşan da ku AKP’i neofobîk in. Ji rabûna kurdan a ser piyan û ji nûjeniya wan bi tirs in.  

Pêvajoya hilbijartinan ku bêtirên kurdan di bin sîwaneya HDP’ê de dimeşînin, bi rizgariyê dikare bi encam bibe. Naxwe, heta ku kurd bindest bin dê berhemên xwe bi serdestan re miqayese bikin û negihîjin armanca xwe. Ji ber hindê ye ku çapemenî û pergala Tirkiyeyê ji AKP’ê bêtir îro CHP di nava zîbeqê dakiriye û li hemberî HDP’ê derdixe pêş. Pergala ku dît kurdên elewî gavekê ber bi HDP’ê ve diavêjin, dîsa serî li kirinên xwe yên salane da û dixwaze elewiyan fena berê bixapîne. Ji hêlekê ve jî dixwaze di navbera kurdên sunnî û yên elewî de dubendiyê çêbike. Hin kurdên xwende û pênûsalês jî bi rexneyên tûj cehda hişmendiya avakirina partiyeke sîwane xerab nîşan didin û HDP’ê bi jidûrketina bîrdoza kurdewariyê tawanbar dikin. Hal ew e ku HDP bi ser keve, dê serdestiya yekperestiya AKP+CHP+MHP’ê (hişmendiya yek+yek+yek+…) ji holê rabe. Dê hişmendiya mêrane ya ku jinan weke xidamên berdestkên mêran dihesibîne, bi nîqaş û têkoşîneke domdar were hilweşandin. Dê zarokên kurd û hemû zarokên netewên dîtir bi zimanê xwe tevlî jiyanê bibin û bi vî awayî jiyana kurdewar ava bikin. Heger em ji gotina, “Şam dûr e, lê Miştenûr nêzîk e” bawer dikin; em ê ji gotina, “bi hilweşandina benda hilbijartinê dê hemû bendavên Kurdistanê hilweşin” jî bawer bikin. 

Pirsgirêkên netewî ne ji ber hêmanên dereke, lê rasterast ji ber bizavên me yên navxweyî pêk tên. Ger me xwe rast kir, talûkeyên dereke jî dê neminîn. Aloziya di navbera PDK-Î û PKK’ê de jî tiştekî wiha ye. Em ji bîr nekin ku welatê parçebûyî, xwediyê hemwelatiyên parçebûyî ye!..


Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

news
  • 19 05 2026

Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'

news
  • 18 05 2026

Trêna Li Stasyona Xwe Digere

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Ev dîmen ji Qamişloyê hatin

ad

Li Tirkiyeyê dengê DÎJLE TV hat birîn

ad

Li Amûdê saloneke sînemaye tê çêkirin

ad

'Vê carê rast e' hat

ad

SOFÎ Û MONÎKA-3

ad

Rêberên dinyayê di civîna ji bo HÇ'yê de hatin ba hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname