Ev çend hefteye ku ez li maçên Euro 2008’an temaşe dikim. Ez bawerim wekî min gelek xwendevanên vê malperê û gelek kurdên din jî bi her qezenckirina taqime tirkî hinekî din qeherîn-behicîn-aciz bûn. Li ser vê ez pir fikirîm. Em wekî miletê-dewletê kurd di tu tûrnûvayan de tune ne. Lê dîsa jî bi serketina hin taqiman kêfxweş, bi hin taqiman jî xemgîn dibin. Mesela di hin organîzasyonên kûpayên dinyayê de me gelek kurdan ji ber rengê wan dixwest Kamerûn bi ser bikeve. Dibe ku ji ber reşbûna xwe hinekî dişibiyan me jî! Lê tiştê ez dizanim û li ser navê xwe taqimê tirkî bi kê re lîstibe min yê li hember pê girtiye. Gava di nav tirkan de rûniştibim jî wisa bû me û min qet hestên xwe veneşartiye. Dibe ku gelek sedemên vê yên sosyolojîk hebin. Lê ya herî mezin li gorî min nelîstina min a futbolê bi xwe ye. Ji ber min di panzdeh saliya xwe de, gava min dest bi lîseyê kiribû ji taqimên profesyonel yên lîga duyemîn teklîfên baş girtibûn lê ji ber ez kurd bûm û midûrê mekteba me jî faşîst bû ev yek pêk nehat. Min jî dengê xwe nekiribû. Paşê her sala çû min fêm kir ku kurd wekî kurdekî dest ji futbolgeriyê berde nikare li paş qeleyê topan jî berhev bike. Paşê min di çend taqimên wekî amator de lîstibe jî ji ber her maç xwendina merşên milî/faşîst min dest jê qeriya. Çîroka min hinekî dûdirej e lê ez dikarim vê bi rehetî bibêjim ku careke din ez bihata ma dinyayê min ê bixwesta ku bibûma futbolgerek bi şertê li axake azad bijî ya me!
Em werin ser meseleya îroyîn bê futbol çiqas tesîrê li ser girseyên mezin dike û kurd di vî warî de jî bê çiqas belengaz û bêxwedî ne wekî hemû cureyên jiyanê. Dizanim hin kesên van hevokan bixwînin ji aniha ve wê bêjin vî kesî dîsa ji xwe re çandiye şorbê lê mesele ne wisa ye! Ez bawerim her kes vê yekê qebûl dike ku êdî futbol nasnameyek e. Dibe ku ev nasname faşîzan be, kevneperest be-wekî îroj tirk dikin-dibe ku li hember zordariyê, desthilatdariyê çeka herî xurt be ku îroj katalanî û baskî dikin. Li stada Barcelona Nou Campê bi tîpen mezin wisa tê nivisandin; “Catalunya es Espanya” Yanê: Katalonya ne Spanya ye. Û berxwedanek wan a mezin heye îroj ji bo taqimekî netewî ya katalanî ava bikin û di organîzasyonên fermî de bi navê Katalana beşdar bibin. Di sala 1997’an de di li stada Santiago Bernabéu ku stada Real Madrîdê ye -ev klûb giredayî generalê faşîst Franko bû- piştî xwendina sirûda neteweyî ya Spanyayê ya Katalonya tê xwendin û bi mîlyonan katalan ji kêfan digirîn. Heta îroj jî reklam ji bo formeyên xwe qebûl nekirine. Dibêjin ji ber sembola Katalonya ye. Dîsa li hêla baskiyan taqimê bi navê Atletico Bilbao heye ku kesên bi esle xwe ne Baskî be qet di taqimê de cih nadin wan. Ev jî rengekî din e. Mînakên li dinyê dibe ku bên dirêjkirin lê ji ber mijara me ne ev yekê em di vir de biqedînin û dîsa ji xwe re “biçînim şorbê.”
Îroj li Diyarbekirê elhemdulullah ji ber tu tişt ne bi kurdî û kurdewarî ye taqimên “wan” Diyarbekirspor ji heta ji desta tê dixwazin tu tekiliya wan bi kurdan re tune be. Ji ber wê ye nêzî 500 delegeyên wan polîs bûn demekê, serokên klûbeya wan walî û amîrên polîsan bû. Mesele di vir de pir tevlihev e. Ya rast dualî ye. Dewlet dixwaze di bin bandora xwe de bimeşîne û gelê kurd an jî yê Amedê pê re li gorî tirkiya tirkmancan “ugraştirmiş” bike! Bila hemwelatiyên Tirkiyeyê jî were stadên dewletê peşî sirûda xwe ya milî bixwîne paşê jî dendikê xwe yê berbero bixwe yanî! Li aliyê din jî siyasetmedarên me ku ji xeynî siyasetê ji her tiştî fem dikin(!) wê bêjin; bavo me çi nizanim filan tişt hal kir îcar ma Diyarbekirspor haa! Jixwe siyasetmedarên ku bi salan in bi zimanê serdestan ku tevdigeriyan û hîn jî tevdigerin wê çawa daxwaz û psîkolojiya civakê binasin!
Îcar gotina dawî. Ez bawerim vê mehê kongreya Diskî Sporê heye ku ew klûb ya Şaredariya Bajarê Mezin e. Ez bawerim dikarin hin qeraran bistînin. Eger mimkûn be ji devla ku ew qas pereyan didin van futbolgerên biyanî ku ji xeynî çend kesan pêve hemû rojên înê tekmîl taqim diçin mêje û piştî gol diavêjin jî secde dikin ji ciwanên heremê yên welatparêz û kurd re bingeh na çêkin wê ne baştir be? Mesele di Dîskî Sporê de 5-10 salên din futbolgerên bi navê Rizgar, Egîd, Welat, Mahsûm, Mazlûm hebin û bi kurdî topê ji hev bixwazin ma wê dinya biqele! Temam em nabêjin bila siyasetmedarên me di her mitîngê de “golan” neavêjin me û bejin em welatek nizanim çilo/çawa dixwazin û bila nebêjin divê li stada Diyarbekirê bi kurdî bê nivîsandin ku; Diyarbekir ne Tirkiye ye, lê dikarin bêjin; Erê ev taqimê kurdan e, rengê me jî kesk û sor û zer e, û mimkûn be emê bi wî rengî derkevin Liga Tirkeyê ya Yekemîn!
Hey partiyekî me ya kurdewar çênebû qet nebe taqimekî me hebe…
Ez dizanim ez pir (!) tiştan dixwazim ema…