Sembol û nirx, li gorî niyetan, mehne digirin têne bikaranîn. Li baÅŸûr "ÅŸerefa Kurdistanê" ji jiyana wan, êÅŸ û azarên wan û xeyalên wan bimehne dibe û wê wekî sondeke mezin jî bikartînin. Wexta bazirganekî bakurî di têkiliyên ticarî de wê sondê dixwe îhtîmal e ji ber gelek sebeban niyet û bawerî biguhere!
Çi xweserîxwaz û federalîxwaz bin, çi serxwebûnxwaz bin maf û heqê her kesî ye li gorî fikrên xwe nirxên xwe biafirîne. Kurd jî ji alî statuyê ve xwedî her tercih û mafî ne, siyaset û îradeyên kurd, rewÅŸ ê kurdan ber bi kîjan statuyê ve bibe aniha bi me ve baÅŸ xuya nake.
Heke niyet durist be, mirov bi rastî bawerî pê hebe, dikare li nirx û sembolên xwe xwedî derbikevin. Lê ku mexsed hebin li gorî wan mexsedan, hesasiyet werin bikaranîn ya herî muhîm di qada edebiyatê de ew were kirin qebhet û sextekariyeke mezin e.
Heke dildarî û hesteke wisa mijar be nexwe, di edebiyatê de deyndariya li hemberî Helebçeyê, deyndariya li hemberî trajediyên wekî trajediyên êzîdiyan tê û dimîne li benda ÅŸîroveyan!
Bi berheman, em xwe ji wî bar û deynî nekin ê heqê me tunebe em bi duriÅŸme, qalib, ajîteyê xwe bixapînin. Çi li bakur be, çi li baÅŸûr be, çi têkiliyên bi baÅŸûr re bin çi jî têkiliyên bi siyaset û saziyên bakur re bin, ger li ser esas, rastî, rê û rêçikên edebî nebin, ger ji bo nav û berjewejendiyên ÅŸexsî û sazgariyê bin qîmeta xwe nîn e, heyf e. Yên li ser wî guhî radikevin bi wijdanê xwe çi diwezînin hêjayê mereqê ye.
Dibe ku were gotin edebiyata milî, edebiyata îdeolojîk jî hene, belê, ew cure jî hene lê ew cure edebiyat jî bazara hest û ajîteyê red dikin.
Israra di edebiyatê de, israra ji bo edebiyata ku dinya elem bi gelemperî pê re mijûl e, israr ji bo edebiyateke bi wî awayî li benda ceribîn û israra me ye, ew awa edebiyat bo vî zimanî, pê re jî bo têkiliya vî welatî ya bi dinyayê re rêya herî vekirî, dûr û dirêj e.