Di honekê de du tişt li pêş in; an leheng çîrokeke li pey xwe kaş dike yan çîrok di malzaroka xwe de lehengekî/e dizê, mezin dike û dike efsane!
Nivîskar carinan bi lehengekî/e çêkirî-xeyalî dixwaze çîroka xwe bide xwendin carinan bi çîrokeke dixwaze leheng-tîpekî/e derxe pêş, bike yekî/e nejibîr…
Di metnên wêjeyî de bi piranî sê cure leheng dertên pêş;
Lehengê/a honeka fantastîk,
Lehengê/a honeka îdîalîzekirî,
Lehengê/a honeka ‘rasteqîn’,
Honaka lehengê/a pişta xwe dide rasteqîniyê bi piranî bîyografîk in,
Honaka lehengê/a îdîalîzekirî piranî bi mebesteke siyasî ne,
Honaka lehengê/a fantastîk orjînal e.
Honak her ji çi dibe bila bibe; fantastîk, îdîalîzekirî, rasteqîn, ya girîng leheng e tîp e; û pê re jî kesayeta leheng e tiştê wî/ê dide ecibandin an dike yekî/ê cirn nexweşik…
Bo min du mînakên serketî yên kesayeta leheng baş dinimînin hene; yek ji nav wêjeya tirkan romana “Zubuk” ê Azîz Nesîn û yê din jî lehengekî romana “Quo Vadîs” a Henryk Sîenkîewîcz ê bi navê Kîlo!
Leheng ew kes e ku di kesayeta xwe de kesayeta civaka xwe ya wê ‘dem’ê binimîne û bi min van der du lehengan kesayeta civaka xwe ya wê demê bi serkeftî nimandine, ango nivîskaran bi serkeftî lehengên xwe bi kesayet kirine…
Di honekên bi mebest de bi min lehengên mebesta nivîskar an mebesta îşaret pê tê kirin neanîne cî lehengên mesnewiya Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zînê ye!
Çîrok a evînê ye û evîn li derdora mebesta neteweyê nabe çîrokeke xurt a serkêş! Çiku evîn ne civakî şexsî ye; dibêm Xanî ji dewsa Mem û Zînê bo mebesta xwe Rustemê Zal kiribûya leheng gelo hêngê û îro li ser neteweya kurd bandora çîroka wî dê ji ya Mem û Zînê kêrhatîtir nebûya? Çiku yek bi dijmin re şer dike, bi kesayeta xwe lehengiya neteweyê nîşan dide yek a du evîndarên şikestî ne; kîjanê dê xwebawerî, vîzyon û motîvasyon bida neteweyê?!
Axirî leheng girîng in; bi qasî çîrok leheng derdixe pêş leheng jî bi xwe re çîrokê dike nejibîr; helbet tiştê leheng derdixe pêş kesayet-qerekterê wî/ê ye!
Her leheng nûner û nîşandarê kesayeta DEMA xwe ye!
Ger em rabin ne lehengên fantastîk ne jî yên îdîalîzekirî berê xwe bidin lehengên rasteqîn ên vê demê (heyama dijîtal-sanal) dibêm em ê bo wêjeyê kêmayiya lehengan nebînin; tu wext di neteweya me ya bê ser û ber serobinbûyî de qasî vê dema dîjîtal-sanal ew qas tîp-qerekterên kesayet diyar derneketine holê!
Qest ‘ÊN LI BER VÎTRÎNÊ RADIWESTIN LEHENGÊN DI VÎTRÎNÊ DE NABÎNÎN DI EYNIKA VÎTRÎNÊ DE XWE DIBÎNIN IN’(!)
Yanê vê demê di dîtin û bi kesayetkirina lehengan de şert gelekî guncav in; di dirûvê kîlo û Zubuk de tîp-qerekterên wisa hene ku…!
Lê kêmayiyek heye, em di nimandina wan de ne kêrhatî ne, çimkî em xwe her li yên îdîalîzekirî diceribînin…
Tîpên ku bi kesayeta xwe berî çav in amade ne hewce nake nivîskar kirasê kesayetekê jê re bidûre heke di wêjeyê de bi serkeftî bên nimandin dê nifşên pêşerojê wê hay ji tîp û kesayeta vê dema ME ya (…) bibin.


