Ji roja "Mafên tirkên Bulgaristanê çi be yê me jî bila wisa be" ez li ser vê meseleyê difikirim. Serokê DTP'ê yê wê demê Nurettin Demirtaş wisa gotibû: "Bulgaristanê di dema Jirkov de li hemberî tirkan îmha û îmkar dabû destpêkirin. Ev yek bû sedema pevçûna civakî. Piştî mafên tirkan dan wan, pirsgirêk bi riya aştiyane û di bin banê zagoneke bingehîn a demokratîk de hat çareserkirin." (2007)
Li ser tirkên Bulgaristanê lêkolînên min çêbûn lê gelek tişt ketin navberê, min nenivîsî. Niha bi xêra nîqaşa "Li dinyayê xweserî" em careke din bala xwe didin ser vê yekê û danberheveke pêk tînin.
ERDNÎGARÎ
- Bulgaristan li Balkanan welatekî ye û rûerdê wê 110 hezar û 994 kîlometrekare ye.
Tirkiye jî 783.562 kîlometre ye (bajarên kurdan jî têde).
REWŞA ZIMAN
- Zimanê bulgaran "bulgarî" di nav koma zimanê Hînt-Ewropayê de girêdayî zimanên Slava Başûr e û zimanê fermî yê dewletê ye.
Zimanê tirkan "tirkî" di nav koma Zimanên Altay de ye, zimanê fermî yê dewletê ye.
- Di "wîkîpedîaya bi zimanê tirkî" de ji bilî zimanê ferî, radigihîne ku zimanê herêmî yên li Bulgaristanê têne axaftin "tirkî" û "romanî" hene.
Lê di "wîkîpedîaya bi zimanê tirkî" de, beşa li ser Tirkiyeyê de qala zimanê fermî "tirkî" kiriye, lê nabêje ji bilî tirkî zimanên din têne axaftin yan na, zimanên herêmî hene yan na...
Di "wîkîpedîaya bi zimanê tirkî" de li ser Bulgaristanê ji bo komên etnîkî dibêje: Sedî 83,9 bulgar, sedî 9,4 tirk, sedî 4,7 roman û sedî 2 jî yên din.
Lê di "wîkîpedîaya bi zimanê tirkî" de li ser Tirkiyeyê de qet nabêje komên etnîkî hene yan na.
Di beşa "îngilîzî ya wîkîpedîa"yê de, di rûpela her du welatan de jî qala komên etnîkî tê kirin. Di beşa Tirkiyeyê de wisa tê gotin: "16-18% Kurds+Zazas"
- Li Bulgaristanê tirk bi du devokan diaxivin: Bakurê Bulgaristanê (devoka Deliorman) û başûrê Bulgaristanê (devoka Kircaali û Rodop). Li Tirkiyeyê kurd du zaravan (kurmancî, kirmanckî/zazakî) û çend devokan diaxivin: Wekî Devoka Cizîr, Botî, Serhed û hwd.
- Li Bulgaristanê li gor îstatîstîkên wan sedî 83,9 bulgar, sedî 9,4 tirk, sedî 4,7 roman û sedî 2 yên din dijîn.
Lê li Tirkiyeyê piştî sala 1967'an di serjimariyê de ji kesî ne pirsîne tu ji kîjan miletî yî, zimanê te çi ye, loma em nizanin çiqas kurd û gelên din li Tirkiyeyê dijîn.
- Li her du deran jî awayê bi rê vebirinê "Demokrasiya bi parlemenî" ye.
- Li Bulgaristanê bi giştî (li gor serjimariya 2001'ê) 7.351.234 gel dijî, li Tirkiyeyê 73.722.988 kes dijîn.
REWŞA ALFABE Û HERÊMAN
- Bulgaristan alfabeya Kirîlî bikar tîne, Tirkiye alfabeya Latînî.
- Li Bulgaristanê bi giştî li van bajaran zêdetir tirk dijîn: Kircaalî, Razgrad, Şumnu, Eski Cuma, Sîlîstre, Filibe, Dobriç, Burgaz û Rusçuk.
Li Tirkiyeyê di serî de bajarên kurdan (Culemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Amed, Batman, Riha, Meletî, Semsûr, Çewlig, Sêwas, Dêrsim, Erzîncan, Erzerom, Qers, Bedlîs, Agirî, Wan), li bajarên Tirkiyeyê yên wekî Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Enqere û gelek bajarên din jî kurd dijîn
DI DÎROKÊ DE XWESERIYA HER DUYAN
- Di dema Osmanî de (di sedsala 14'an de tirk diçin Rûmelî. Ji wan sedsalan ve her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Heta 3'yê adara 1878'an li wê derê bulgar, tirk bi hev re di bin fermana Osmanî de dijîn. Di Peymana Berlînê ya di 1878'an de tê îmzekirin de Împaratoriya Osmanî "Wîlateya Tûna" bi awayekî fermî qebûl dike. Di vê dîrokê de Bulgaristan xweserî bi dest dixe. Tirkên wê derê jî di bin banê wê de cih digirin. Di wan salan de li Bulgaristanê dibistanên tirkan hene. Di navbera salên 1894-95'an de hejmara dibistanên tirkan ên heyî 1.300 (hezar û sê sed), hejmara mamosteyan 1.516 û hejmara xwendekaran 72 hezar û 582.
Di van salan de, ango di sedsala 19'an de di bin banê Osmanî de mîrekiyên Kurdistanê hebûne. Takvîm-î Vakayî di hejmara xwe ya 1847'an de di nivîseke fermî de diyar dike ku eyaleta Kurdistanê hatiye avakirin. Her wiha di vê sedsalê de gelek mîrekiyên kurdan ku heta wê demê xweser bûne, di van salan de li dijî Osmanî şer dane dest pê kirin (Binêrin: 19. YY. Kürtler, Halfin, Weşanên Komal)
GUHERÎNA ALFABEYÊ
- Dema di sala 1928-29'an de li Tirkiyeyê alfabe tê guhartin û êdî Latînî tê bikaranîn, ev yek bandorê li tirkên Bulgaristanê jî dike û ew jî dest bi bikaranîna vê alfabeyê dikin.
Celadet Elî Bedirxan di sala 1919'an de bîr dibe ku pêdivî bi alfabeya Latînî heye, lê di sala 1932'yan de kovara Hawarê bi talînî derdixe, êdî kurdên Tirkiyeyê jî hêdî hêdî berê xwe didin vê alfabeyê. Niha kurdên Tirkiyeyê alfabeya Latînî bikar tînin, tirkên Bulgaristanê her du alfabeyan (hem Kirîlî, hem Latînî)
NIHA REWŞA PERWERDEHÎ Û DIBISTANAN
- Kovara "Sizinti" ku di sala 1994'an ku Bulgaristanê piştî têkçûna Sosyalîzmê mafê tirkan qebûl dikir, wisa nivîsiye: "Ji sala 1990'î ve Bulgaristan li ser rêya demokrasiyê pêş ve diçe. Êdî zehmetiyan dernaxin pêşberî hînkirina zimanê tirkî ji bo zarokên tirkan, weşana bi tirkî. Dîsa di Radyoya Sofya de 15 deqîqe weşana bi tirkî heye. Di Zanîngeha Şumnu û di Enstîtuya Mamosteyan a Kircaalî de ciwanên tirk bi zimanê xwe xwendinê dibînin, her wiha Enstîtuya Îslamê sê heb Dibistanên Îmam Xetîbê vekirine."
Malpera "Balkanlar.net" de 7'ê avrêla 2006'an de wisa nivîsiye: "Li Bulgaristanê di dibistanên seretayî de hefteyê sê saet zimanên zikmakî wekî dersa hilbijêr tê xwendin. Lê li Trakyaya Rojava, Makedonya, Kosova û Romanyayê hemû ders bi tirkî ne, di hefteyê de sê saet bi zimanê fermî yê van welatan pêk tê." (Malper di gotarê de dixwaze hemû ders bi tirkî be, zimanê fermî wekî dersa hilbijêr bê xwendin)
Li Bulgaristanê ev rewş ber bi pêşvetir çûye lê bi paş ve neçûye.
Beramberî vê, li Tirkiyê di sala 2001'ê de destûr hate dayîn ku qursên bi kurdî bê vekirin, hê jî ev destûr heye, lê di dibistanên dewletê de bi kurdî bi tu awayî ders nîn e. Ne dersa hilbijêr ne jî bi temamî bi kurdî...
QEDEXEYA NAVÊN KES Û CIHAN
- Li Bulgaristanê rêveberiya di bin Serokatiya Todor Jivkov de di sala 1984'an û 1985'an de biryara qedexekirina navên tirkan digire. Di encama vê de dikin ku bi zorê navên tirkan bikin bi bulgarî; navên gund û navçeyan ên bi tirkî jî bikin bulgarî. Li gor vê urf û adetên tirkan, ol û nasnameya wan jî tê qedexekirin; ew bi temamî bulgar têne hesibandin. Ji bo Bulgaristan dest ji vê yekê berde, Tirkiyeyê di 22.02.1985'an de notayeke da Bulgaristanê, xwest pirsgirêk bi hevdîtinan çareser bibe. Di vê demê de Hikumeta Bulgaristanê wisa bersivê dide: "Li Bulgaristanê tirk tune ne."
Tirkên Bulgaristanê li hemberî vê yekê ber xwe didin. Di encama nelihevkirinê de ji Bulgaristanê koçeke mezin ber bi Tirkiyeyê ve dikeve rê. Tirkiye deriyê sînor vedike (02.02.1989) û di 70 rojî de (ji wê rojê heta 22.08.1989'an) 311 hezar û 862 tirkên Bulgaristanê koçî Tirkiyeyê dikin. Û dema Todor Jîrkov ji ser kar tê daxistin (10.11.1989) Bulgaristan bi awayekî fermî navên tirkên Bulgaristanê, urf û edetên wan, ola wan dipejirîne, pirsgirêk ji holê radibe. Piraniya ev tirkên Bulgaristanê ku hatibûn Tirkiyeyê jî vedigerin Bulgaristanê. Li gor îstatîstîkan ji wan li dor 120 hezar tirk li Tirkiyeyê dimînin.
Li Tirkiyeyê di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de redkirina kurdan nîn e. Kesên ku ji nav kurdan wekî mebûs li Meclisa Tirkiyeyê cih digiren wekî "mebûsên kurdan" têne bi nav kirin. Lê piştî ku di sala 1924'an de Zagona Bingehîn a nû saz dikin her tişt berevajî dibe. Ji wê rojê pêve êdî hêdî hêdî kurd, navê kurdîtî tê rakirin, qedexe jî hêdî hêdî dest pê dike. Peyder pey zagon têne derxistin, piştî serhildana 1938'an a Dêrsimê jî êdî li holê "ne kurd dibînin, ne jî navên wan". Navên gund, navçe, bajar û herêmên kurdan têne guherandin, kurd êdî nikarin û newêrin navên bi kurdî li zarokên xwe jî bikin. Û di vê sala 2011'an de hê jî bi awayekî fermî navên bi kurdî qedexe ne. (Kurd dikarin navên kurdî li zarokên xwe bikin lê divê têde tîpên wekî W, X, Q, Ê nîn be. Mînak hûn dikarin navê Delal li zarokek bikin lê hûn nikarin navê Xunav li zarokê bikin).
Hê jî navên tirkî li ser gund, navçe û bajarên kurdan in.
Kurdan jî wekî tirkên Bulgaristanê tu demê ev yek qebûl nekir, hê jî qedexe hebe jî, wan tu demê navên bi tirkî li ser bajar û herêmên xwe ferz nekirin û bi navên kurdiya wan ew anîn ser ziman.
HOH'A TIRKAN, BDP'YA KURDAN
-
Li Bulgaristanê di sala 1985'an de Ahmet Dogan û hevalên xwe BTMKH (Bulgaristan Turkleri Milli Kurtuluş Hareketi - Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Tirkên Bulgaristanê) ava dikin. Hikumet Dogan û hevalên wî di dawiya 1985'an û di destpêka 1986'an de tewqîf dike (bi giştî 28 kes). 10 salan cezaya hepsê didin Dogan, û hevalên wî yên din jî jê bi cezayên kêmtir salan re rû bi rû dimînin. Piştî ku Jîrkov ji ser kar tê daxistin Dogan û hevalên wî serbest têne berdan (22.12.1989). Ahmet Dogan û hevalên xwe vê carê radibin di 04.01.1990'î de Hak ve Ozgurlukler Hareketî (HOH - Tevgera Maf û Azadiyan) ava dikin.
BTMKH li hemberî asîmîlasyon, qedexeya navên tirkan disekine, armancên xwe yên siyasî li ser van saz dike, li navên bajarên ku dê lê têkoşînê bike diyar dike (bajarên ku tirk lê dijîn) û wekî piştgirî jî bi alîkariya gel, bi pereyên endaman ku dê berhev bikin dê li ser lingên xwe bisekine.
Bi tenê gotinekê em bibêjin tevgera kurdan a li Tirkiyeyê jî heman tiştan ji xwe re dike armanc. Mirov dibîne ku têkoşîna her duyan çiqas dişibe hev. Ferqet heye, li Tirkiyeyê şerê çekdarî dest pê dike, li Bulgaristanê rewşeke wisa ber bi çav dernayê.
HOP di têkoşîna demokrasiyê ya Bulgaristanê de hem ji bo tirkan û mafên wan dixebite, hem jî ji bo pêşketina demokrasiya Bulgaristanê dixebite (Di vir de ew û BDP gelek dişibin hev).
REWŞA MEBÛSÊN LI MECLISÊ
- Di 1990'î, di 10 û 17'ê pûşperê de hilbijartineke du tûrî li Bulgaristanê li dar ket. HOH yekem car beşdarî vê hilbijartinê bû. Di parlemena Bulgaristanê ku 400 mebûsên wê hebûn de 23 mebûs bi dest xist. Di hilbijartina giştî ya 1991'ê de HOH'ê hejmara mebûsên xwe derxist 24'an.
Partiya kurdan a legal a yekemîn HEP (Halkin Emek Partisi - Partiya Kedê ya Gel) di 07.06.1990’an de hate avakirin. Di hilbijartina 1991'ê de HEP'ê bi SHP'ê re tifaqek saz kir û ji lîsteya SHP'ê ket meclisê.
HOH li Bulgaristanê tu demê nehat girtin, HEP hat girtin, DEP hat û paşê OZDEP, HADEP, DEHAP, DTP û niha jî bi navê BDP'ê têkoşîna xwe ya ji bo kurdan didomîne.
BENDAVA HILBIJARTINÊ SEDÎ 4, SEDÎ 10
- Li Bulgaristanê ku bendava hilbijartinê sedî 4 e HOH beşdarî her hilbijartinê bû û carinan hejmara dengên ku wê girt daket, carinan bilind bû. Lê her gav ket meclisê.
Partiyên kurdan (yên li jor me qala nava wan kir) di hilbijartina li Tirkiyeyê ku bendava hilbijartinê sedî 10 e de nekarîn bendavê derbas bikin, her dengên ku wan girtin ji avê de çûn; deriyê meclisê her ji bo wan girti bû.
Di hilbijartina 2001'ê ya 17'ê pûşperê de HOH'ê 21 kursî bi dest xist. Di vê hilbijartinê de Tevgera Neteweyî ya Sîmonê Duyemîn bi ser ket û bi HOH'ê re koalîsyon saz kir. HOH'ê di hikumetê de du wezîr bi dest xist. Di hilbijartina 2002'yan da Tirkiyeyê de DEHAP'ê sedî 6.14 (li dor 2 mîlyon dengî) girt, lê nekarî bendavê derbas bike û dengên wê bi avê de çûn.
Di hilbijartina 25.06.2005'an de li Bulgaristanê vê carê sê partiyan bi hev re koalîsyon çêkir. Partiya Sosyalîst (sedî 31, 240 mebûs), Tevgera Neteweyî ya Sîmonê Duyemîn (sedî 20, 53 mebûs), HOH (sedî 13, 34 mebûs) bi hev re koalîsyon çêkirin. HOH'ê sê wezîr girtin. Li ser navê HOH'ê Emel Ethem bû Wezîra Bûyerên Xwezayî û Cîgira Serokwezîr, Cevdet Çakirov bû Wezîrê Hawirê û Nihat Kabil bû Wezîrê Çandiniyê.
Li Tirkiyeyê jî di 2007'an de hilbijartin pêk hat. DTP ku êdî biryar da ku dê nikare bendava sedî 10'ê ya hilbijartinê (ku li dinyayê li tu welatî asteke wisa nîn e) derbas bike bi serbixweyan beşdarî hilbijartê bû. Di hilbijartinê de 22 mebûsên serbixwe bi dest xist. Yekem car partiya kurdan di meclisê de Kom ava kir.
Li Bulgaristanê herî dawî di 2009'an de hilbijartin pêk hat û tev î HOH'ê 20 partî ji bo 240 mebûsan derxin beşdarî hilbijartinê bûn. HOH'ê di vê hilbijartinê de 610 hezar û 808 deng (sedî 14.48) girt û bû partiya sêyemîn. HOH'ê 38 mebûs derxist
Li Tirkiyeyê jî herî dawî di 2011'an de hilbijartin pêk hat û BDP dîsa wekî serbixwe beşdarî hilbijartinê bû, hejmara mebûsên xwe ji 22'yan derxist 36'an û serketineke baş bi dest xist; di meclisê de bû partiya çaremîn.
POLÎTÎKAYA HOH'Ê Û YA BDP'ê
- HOH ji bo tirkên Bulgaristanê û pêre jî ji bo hemû Bulgaristanê polîtîkayê dike. BDP jî bi heman awayî.
HOH'ê di hilbijartina dawî de li bajarên tirkan berendamên tirk, li bajarên din ên Bulgaristanê berendamên bulgar nîşan da. BDP'ê jî hema bibêje wekî vê nîşandayîna berendaman derxist holê.
Niha HOH xwedî 34 mebûsî, jê yek cîgirê serokwezîr xwedî 3 wezîr, 14 cîgirê wezîran û 4 waliyan e.
Li Tirkiyeyê walî nayê hilbijartin, hikumeta navendî wan tayîn dike. (Li Tirkiyeyê walî bê hilbijartin BDP herî hindik li 6 bajaran dikare berendamên xwe wekî walî hilibijêre) BDP xwedî 35 mebûsan e (YSK'ê mebûsiya Hatip Dicle "bi awayekî nehiqûqî" betal kir. Ev gotina "nehiqûqî" aîdê Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar e).
HOH, ji dêvla gotinên xweserî, otonomî, zêdetir qala demokrasiya giştî dike, ku jixwe li Bulgaristanê tirk wekî kêmnetewe bi awayekî fermî hatine qebûlkirin.
BDP ji bo kurdan qebûlkirina nasnameyê dixwaze, ji bo vê yekê Xweseriya Demokratîk îlan kiriye.
LI PE'YÊ MEBÛSÊN HOH'Ê
Bulgaristan endama Yekîtiya Ewropayê (YE) ye û ji bo mebûsên Parlemena Ewropayê (PE) jî hilbijartinê pêk tîne. Di hilbijartina dawî de HOH'ê jî du mebûsên tirk li ser navê xwe şandin PE'yê (Bulgaristanê bi giştî 14 mebûs şandin)
Tirkiye ne endamê YE'yê ye û nikare mebûsan bişîne PE'yê.
REWŞA ŞAREDARIYAN
- Li Bulgaristanê, li bajarên tirkan zêdetir şaredar ji tirkan têne hilbijartin, li Tirkiyeyê li bajarên kurdan jî bi heman awayî.
Li Bulgaristanê şaredarên tirk, li Tirkiyeyê şaredarên kurd bi dozan re rû bi rû ne, lê divê em bibêjin ku li Tirkiyeyê rewşa şaredarên kurd dijwartir e.
HOH BI BULGARÎ, BDP BI TIRKÎ YE
- Û notek din: Li Tirkiyeyê "HOH" her çiqas bi tirkî bê nasîn û di çapemeniyê de cih bigire jî navê wê yê rastîn bi bulgarî ye. Bi bulgarî kurteha HOH'ê "DSP" ye.
BDP jî navê wê bi tirkî ye: Bariş ve Demokrasi Partisi (BDP - Partiya Aştî û Demokrasiyê)
NIHA REWŞA FERMÎ YA TIRKÊN BULGARISTANÊ
- Li Bulgaristanê tirkên Bulgaristanê li gor Hiqûqa Navneteweyî û li gor peymanan di asta kêmnetewe de ne.
Yê kurdan mafeke wan a wisa jî nîn e.
Li Bulgaristanê, tirk wekî kok, esl, ol, ziman, kevneşopî ji bulgaran cihê hatine qebûlkirin; kurdên Tirkiyeyê n0 wekî kêmnetewe têne qebûlkirin ku ev xal ji bo wan jî bê qebûlkirin, ne jî di tu peymana fermî de navê wan derbas dibe. Erê piraniya rayedarên dewletê dibêjin "Kurd hêmaya bingehîn a Tirkiyeyê ne" lê ev "hêmaya bingehîn" navê wê ne di kaxizeke fermî de heye, ne jî ji bo vê "hêmayê" tiştek tê kirin. Di vir de ferq dikeve navbera tirkên Bulgaristanê û kurdên Tirkiyeyê. Yek bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin, yek hê bi tu awayî nehatiye qebûlkirin.
ENCAM
Di vê nîqaşa "Li Dinyayê Xweserî" de bi vê me keda xwe xist navê. Wekî encam em bibêjin ku rewşa tirkên Bulgaristanê ji her alî ve ji kurdên Tirkiyeyê baştir e. Helbet her welat li gor xwe xwedî çareseriyeke, qebûlkirinek e. Em nabêjin tirkên Bulgaristanê ji bo kurdên Tirkiyeyê dikare bibe mînak, lê dema gotina "tirkên Bulgaristanê xwedî çi mafî bin, kurdên Tirkiyeyê jî bila xwedî wî mafî bin" bê gotin, notên jor derdikevin pêş. Tirkên Bulgaristanê û kurdên Tirkiyeyê xwedî heman mafî bin jî pêşketinek e, lê em hê negihîştine wê derê jî.
Çavkanî:
- Bulgaristan Türkleri / Bilal N. Şimşir / Bilgi Yayinlari
- Wîkîpedîa (beşa tirkî, beşa îngilîzî)
- Osmanli Kurdistani/Kurdistana Osmanî / Weşanên BGST
- 19. YY. Kürtler, Halfin, Weşanên Komal
- Hak ve Özgürlükler Hareketi Örnek Olabilir mi?, Cüneyt YENİGÜN / Mortar Dergisi/ 52. Sayı
- Sizinti / Hejmar 191, berfanbar 1994)
- Balkanlar.net


