Diyarname
Şerek di navbera Elon Musk ê ku twitter kirî û twitter bi xwe de dest pê kir. Mesele ev bû: Elon Muskî got ku ji ber twitterê der barê hesabên sexte de agahî nedane wî, wî jî peymana kirîna twitterê betal kiriye. Twitterê got em der barê wî de doz vedikin.
CEO’yê Tesla Elon Muskî ligel twitterî peyman girê dabû û hîseyên twitterê bi 44 mîlyar dolarî kirîbûn. Maskî çend roj berê eşkere kiribhu ku dibe ew peymanê bide rawestandin. Paşê gotibû ew dê ji nû ve bifikire û dibe buhayeke erzantir pêşkêş bike. Li ser vê CEO’yê Twitterê Prag Arawall emojiya gûyê jêre şandibû.
Û niha, Muskî eşkere kir ku ew twitterê nakire. Wekî sedem jî hesabên sexte yên nava twitterê de nîşan dan. Twitterê eşkere kiribûn ku sedî 5 hesabên sexte hene, lê Must îdîa dike ku rojane di nav bikarhênerên çalak de li dor sedî 20 hesabên sexte hene.
Meha borî Twitterê destûr dabû Muskî ku xwe bigihîne embara “xortoma şewatê” ku bi sed mîlyonan tweetên rojane têde têde veşartin.
Parêzerên Muskî ragihandin SEC’ê (Komîsyona Bosa û Malên Biqîmet a DYA’yê) “ji ber binpêkirina gelek xalan” wan peyman betal kiriye.
Piştî vê yekê asta hîseyên twitterê daketin.
Li ser vê Serokê Rêveberiya Twitterê Bret Taylor ragihand ku ewê serî li rêyên fermî bidin. Bi gotineke din ew dê serî li dadgehê bidin û bi xwe bawer in ku dê bi ser bikevin.
(Foto: Pixabay)