Diyarname
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay bi romanûsa Yaşar Kemal re hevdîtineke li ser pirsgirêka kurd pêk anî.
Wezîr Atalay di çarçoveya hevdîtinên li ser pirgsirêka kurd de îro çû navenda giştî ya DÎSK'ê û bi Serokê Giştî yê DÎSK'ê Suleyman Çelebi re hevdîtineke pêk anî. Atalay di daxuyaniya ku li vê derê kir de da zanîn ku wî li ser pirsgirêka kurd bi Yaşar Kemal re jî hevdîtin pêk aniye. Atalay got ku ew duh çûye mala Yaşar Kemal, 2 saetan pêre hevdîtin kiriye û fikrên wî yên li ser pirsgirêka kurd girtiye.