Ku mirim eger, bila çav der bibin di xwînê, li rû-dêman vegire keder. Dixwazim por kur bikî, rû ro bikî ji xwe û bibînim çawa diteyisî li Hewayê.
Bigirî, bi girî lê velîze û bi şeplê bikeve. Bikeve niqirîskan ji lixwexistinê, biperpite. Û ku tu bi ser kewna herî dawîn ve hatî, zîqezîq çavan bikute çavên min ku tê bigihêm wa mirime, wa mirî me.
Bêdil, an jî dudil neyê pê mede ber deriyê goristanê. Derî her ji xêrê re venabin, têbigihê-n. Te divê destvala bê, te divê tu hêviyê meke ji axê. Nêrgiz û lale jî navê.
Mista xwe vede axê. Axa ku wê ne xewn be. Axa ku wê ji hebûna min re êdî ne kewn be. Eniyê bi kevirê kêlê bide, û qenê tu Wê qedera derîlegeriyayî bisemitîne jê. Kefa dest lê bibe û bîne, bibe û bîne û pê vede. Pêçiyan lê werîne hev, vexepirîne û kulm bi kulm dake bi ser xwe de- xwelî li bê, xwelî li bê! Naperûşkan daçikîne sîngê, daçikînê daçikînê -ji neynûkan bi wê de Hades e. Navbera me berahiya bejnekê.
***
Ax, virdetirê wê netêyek e û hew -mirin ne tê de!
Ji te ve nebixêr, nebixêr û nebiehlen be jî, li ber deriyê sibeheke nebixêr, li zemanekî netê, li dûreke reş, li şeveke bêhnfetiskî, wiha pişka min li Netêyekê ket.
Mirin ne tê de, axê çi çîrok bang da di guhên min de? Ji kurtepisteke çilo gobilî guhên min? Bi çi zimanî ye ev çîrok? Çi ye raza vê çîrokê, mîrata vê axê? Ax çi ye ji min ve?
Ax ax ax... Axê ez bi xewn kirim. Xwîn niqutî navbera viyalî û wiyalî. Ax jî ma Netêyek li eza bêAx î xerîba axê! Eza ku navê wê qeşa ye li germa tebaxê.!
Mebêj ma qebhet geriya ku Şeytên fîkand; Ev pêmirî ji Hewayê ma diyarî, ji wê roja ku dilbijî bi sêvê kir. Adem pif kire zirneyê, pifa wî bi ax bû û fesilî benîadem: Vê çîrokê wilo bixwîn!
Li wê sikurê jî, li wê sikura ku niha ez ne lê û wekî ku hîç ne lê bûme, wê mirin her baboka xwe dibêje! Wekî ku çawa li ser milê min ê çepê kundek venije û ji xêrê’r nexwîne!..


