Diyarname
Li gor nûçeya CNBC tora civakî Facebook û Instagramê, ligel van WhatsAppê hesabên aîdê Talîbanê û yên piştgirî didin talîbanê deqexe kirin.
Berdevkê Facebookê li ser meseleyê wisa gotiye, "Talîban li gor zagonên DYA'yê rêxistineke terorê ye û di bin ambargoyê de ye. Li gor polîtîkaya me ya rêxistinên bi talûke, me fêdegirtina wan a ji kompaniya me qedexe kiriye." Berdevk gotiye ku wan komek ji bo şopandina vê yekê ava kiriye, hemû tiştên il ser wan dê bêne şopandin û hewce bike bêne rakirin. Her wiha diyar kiriye ku di vî warî de ji pisporên afgan ên bi zimanê darî û peştûcî dizanin alîkarî digirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Talîban gihîşt Kabîlê: Li Afganistanê serdemeke nû dest pê dike