Di romanê de rêxistina saloxan (îstîxbarat) li mirovekî digere ku ji gotin û helwestên heyî wêdetir here.
Sînorên gotinên ezberkirî derbas bike, bi riya wî hinek rastiyên ku dewletê veşartiye derxe navê.
Îstixbarat di demeke pir kin de, bêyî ku li gelek navan bigerin, mirovê xwe dibînin, jê re veşartiyên ku heya niha kesî negotine, serwîs kirin, qehremanê romanê bi zimanekî wêjeyî wekî serkeftinên xwe -ku wiha dihat xwestin- nehîn û veşartiyên dewletê belav dike, di demeke pir kurt de qehremanê romanê dikeve ser zimanê her kesî.
Ew wek qehremanekî demokrasî û parêzvanê mafên mirovan tê xuyakirin. Ji artêşa ku xwedayê erd û ezmanê dewletê ye, kes newêre nêzîkî wî bibe. Riya wî fireh dibe.
Piştî demekê, Qehreman, li ber neynikê li xwe dinêre, rûyê wî hatiye guhertin, bawer nedikir ku ew e yê ku van tiştan dinîvisîne.
Îstîxbarat jê bi guman dibe, hindik maye bira jî bibe qehremanekî mirovhez û demokrat, jê hat xwestin ku êdî siyaseta “yek li nêl, yek li bizêmêr” bikar bîne, lê dîsa jî ji xwe bawer nedikir ku ew e, yê ku rastiyan dinîvisîne…
Li ber xwe sekinî û hemû zikreşiya xwe bi carekê re di dev û bêvla xwe re avêt.
Bawer nedikir ku wî ew qas tişt gotine, çawa karibûye ew qasî li dijî hikumet û dewlet û NIJAD’a xwe derkeve, çawa karibû mafê miletekî ku bi sedê salan e bindestê Nijada wî ye, biparêze.
Çawa karibû, rokêta ku leşkerê wî yê pîroz avêtibû Terorîsteke 12 salî, şermezar bike.
Çawa karibû, gorên komî ku artêşa wî ya pîroz ji dijminê wî re kolabûn û bi dehan kes bi ser hev de avêtibûn wekî suc bibîne.
Çawa karibû hebûna miletekî qebûl bike ku nijadê wî jê nefret dike?
Çawa karibû bêje Nijada min di hinek hêlan de şaş e...?
Qehreman di nava ew qas sûcê de, gêj bû, hemû "Çawa"yên wî li stûyê wî geriyan.
Qehreman hemû gotinên xwe dixwe û xwe difetisîne..
Navê romanê "TARAF" e. Qehermmanê wê jî bi navê Îmam Ahmed e.


