Diyarname
Ev hefte hefteya Cejna Zimanê Kurdî ye. Vê hefteyê û hefteyên dû re di vê çarçoveyê de gelek çalakî têne li dar xistin. Çalakiyên di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li dehan bajaran têne rêveberin; yek ji van jî Mîhrîcana Pirtûkan e ku li Mêrdînê wê li dar bikeve.
Ev xebat wekî "1'em Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê" hatiye bi navkirin ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê ve tê organîzekirin.
Mîhrîcan roja 17'e mehê wê dest pê bike û 19'ê mehê êvarê bi dawî bibe. Li gor agahiya ku platformê belav kiriye 22 weşanxaneyên kurdan ên li Bakur bi pirtûkên xwe li mîhrîcanê wê amade bin. Her wiha 60 nivîskar jî wê beşdarî fûarê bibin û pirtûkên xwe îmze bikin.
Heta niha nivîskarên ku diyar bûne ku dê beşdarî Mîhrîcana Pirtûkan bibin ev in:
Ahmet Çelik, Dr. Ahmet Kirkan, Ali Yigit, Abdurrahim Kiliç, Aydin Alp, Azad Dal, Burhan Tek, Cafer Açar, Ciwan Serhedyan, Çetoyê Zêdo, Deniz Gunduz, Dicle Anter, Evdal Baqî, Fahriye Adsay, Fatêxan Taşli Tunç, Feratê Dengizî, Firat Can, Hayrullah Acar, İbrahim Bingol, İbrahim Tarduş, Kenanê Nado, Leyla Alucî, Leylana Sidîq, Mahmut Barik, Malmîsanij, Maziçîne, Maral Xezal, Mehmet Dîcle, Mem Bawer, Mele Mihimed, Şirin Gonç, Mervan Serhildan, Mustafa Ozer, Nazim Kok, Necat Keskin, Nezirê Cibo, Nezir Ocek, Perwîz Cîhanî, Pinar Yildiz, Raif Yaman, Receb Dildar, Ridwan Polat, Roj Agir, Ronî War, Roza Metîna, Ruken Çaliştiran, Saîd Veroj, Serdar Komurcu, Serkeft Botan, Servet Ozkan, Sultan Yaray, Shahab Vali, Şukran Çaçan, Semire Demirel Kut, Sîdar Jîr, Şêxo Filîk, Tekin Çiftçi, Veysel Başçi, Veysi Ulgen, Zinarê Xamo, Zulkuf Ergun.
Ji bo kesên eleqedar:
Mîhrîcana Pirtûkan li Baroya Mêrdînê (13 Mart Mahallehi, 48. sok. No: 8, Artuklu - Mêrdîn) li dar dikeve.