logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Pênûsa Gêj û Encamên Hilbijartinê

  • Dîrok: 17/05/2023
A rast ji devla pênûsê hewceye ez bibêjim klavyeya gêj, lê belê nivîs û pênûs bo ku bi hezar salan e rêhevalên hev in; dema nivîs-nivîsadin hebe pênûs tê ziman. Bo wê çendê ez çiqas bi klavyeyê binivîsînin jî dîsan jî pênûs xwediyê nivîsandinê ye!
Baş e ka ez li mijar û meqseda mijara xwe vegerim. Ez bawer im ev rewşa eletewş û nediyar hatibe serê gelek nivîskarên xwedî pênûs. Ango gelek caran pêvajo dibe sedem ku êdî pênûsa mirov giran dibe û wekî gêjan nema dizane çi binivîse. Û ev rewş bawerim herî zêde tê serê nivîskarên ku li Rojhilata Navîn dijîn.
Wekî rojeva ku niha li Tirkiyeyê ava bûyî dibe sedem ku mirov tevlîhev bibe! Ji aliyekî ve hilbijartina pêkhatî, ji aliyekî ve encamên ku bi goman û tevlihev û dîsa ji aliyekî ve keda bi salan a siyaseta kurd dimeşîne û encamên wê; mirov dixe navbera labîrentê û rê li mirov dide ji bîr kirin! Rewşên aloz û kaotîk dibin sedem ku derdora mirov bibe mij...
Îca dema mirov ji pênûsa xwe daxwaz dike bo nivîsandinê, pênûsa mirov nema dizanê çi binivîse û sergêj dibe. 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat û çû ji aloziya rojeva hilbijartinê kêmek çalekî bo vê roja pîroz hatin kirin, ango pênûsan ev roja ziman jî derbasî rojevê nekirin! Pênûsa min bi xwe jî dil hebû li ser Cejna Zimanê Kurdî binivîse û qedrê zimanê kurdî bilind bike, bes ji giraniya rojeva sar, roja ziman hat û çû hêj pênûsa min wekî gêja nezanî çi binivîse.
Dema li ser encamên hilbijartinê difikirim û hawara xwe digihîjînim pênûsa xwe bo ku ji nav rojevê derkevim pênûsa min hêrs dibe. Bo ku encamên vê hilbijartinê ne tenê îro ye! Êşa encama vê hilbijartina ku li gorî hile-pîleyên desthilatê çêbûyî dê sed salan bandora xwe çêbike. Bo ku ev desthilat dema hatî ser kar û heta roja îro ango sala 2023’an armanceke stratejîk danîbû pêşiya xwe ku dê di sedsaliya komarê de komarê bi giştî fetih bike û li gorî rengê îslamîzma hişk bingehê sedsalekê bavêje. Ji vê sedemê, dema mirov li ser encamên vê hilbijartinê difikire pênûs yekcar hêrs dibe, gêj dibe û naxwaze bawer bike, lê belê ya ku diyar dibe ev hêza desthilat dê ji bo rengê xwe bide qebûl kirin bi her awayî pergala xwe hişk bike û li civaka xwe bide qebûl kirin!
A ku ji me jî were ew e ku em li deruniya pênûsa xwe xwedî derkevin û bi zimanê xwe keda xwe binivîsin û hey binivîsîn, ta ku keda me veguhere hêzeke mezin û li hember faşîstên dijberî me raweste. Di dîrokê de hatiye piştrastkirin ku pênûs ji hemû çekan xurtir e û dema pênûs raneweste bi xwe re guhartinên serkeftî tîne. Lê divê qedrê pênûsê baş were zanîn û kesên ku hêza jiyana xwe ji pênûsê nagirin yekderb li pênûsê vegerin û xwe bi wê hêz bikin.
Spas ji pênûsa min re ku heta encamê vê nivîsê bi min re bû û gêjbûna xwe ji ser xwe avêt. Dem dema nivîsandinê ye êdî... 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji konsera Mem Ararat çend xalên balkêş

  • 22 Rezber 2021

Hunermend Mem Ararat bi hunera xwe, li Cizîrê di roja 17’vê heyvê de konserek lidar xist. Bi sazûmankariya Zîz Muzîkê derdora hezar bilêtî hate firotin û...

Wêje û çakûçê Kawayê Hesinkar

  • 10 Tîrmeh 2021

Li bêndera wêjeya kurdî, heta niha gelek berhemên giranbuha berhev bûne û ji bo gelê kurd bûne ronahiya dîrokê. Ji gelan re wêje û berhemdariya...

Ev Çi Bû Nemrût Ev Çi Bû Amed

  • 15 Sibat 2023

Dilê min ev çend roj in bi erdhêja welatê rojê re di nav zenzeleyekî de ye. Newêrim li vê mîrata tevna civakî binêrim. Her cara ku lê dinêrim di nav...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

“Siya dema borî” derket

ad

Trênên bi hîdrojenê dixebitin zêde dibin

ad

Cannes de wext wextê fîlman o

ad

RTUK'ê berê xwe da kanalên kurdî, dibe ew bêne girtin

ad

Mîtîngên aştiyê li dar dikevin

ad

Belê, Ronaldo jî digirî!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname