logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Nirxandinên bi pîskolojiya bindestiyê!

  • Dîrok: 03/10/2020
Berî vê sî-çil salî dema yek ji gundên me biçûya aliyê tirkan bixwenda yan piştî xwendinê li wan deran bibûya memûrek dema havînan di betlaneyan de vedigeriya gundê xwe tiştên nû bi xwe re dianî; dema dibêm tiştên nû şaş fam nekin, ne ku diyarî dianî an pêwîstiyeke gundiyan dianî; xêr bi hizrên nû dihat!!! 
Helbet hizrên ku gundiyan digot erê rast e “ev ê me xwendiye, zana ye, dinya dî ye”! Helbet zimanê wan nedigerî, belkî hişê wan tênedigihîşt nedigotin: ‘nok çû bajêr bû lewlewî; lê ji yên taya xwe re digotin: ‘nok çû bajêr bû lewlewî’ tinazên xwe pê dikirin balam ji memûrekî re nedikarîn vê bêjin.
Hizrên ê me yê xwendî ango yê memûrê me çi bûn? Naxêr we nizanî! Ne tiştekî kêrî gundiyan bihate bû! Rexne bûn, neecibandin bûn, kêm û biçûk dîtin bû… 
Xanima wî yeka tirk gundiyan ew li ser serê xwe digirt, zaro biraziyên me bûn lê me nedikarî pê re bilîzin çi ku bi zimanê apanên xwe nedizanîn! Memûrê me bi tirkiyeke bêqisûr diaxivî devê me tevan vekirî dima; digo dema hûn çûn ewkê ewka xwe bişon, digo jinên me nikarin çend xwarinan bi hev re çêkin, heye tune sewar (dan) û tirşik e, wê jî xweş çênakin. 
Gor wî gundî dinê nedî bûn (ji gundiyan qest kurd bûn)  ji şaristaniyê bêhay bûn, çanda wan pêşneketî paşdemayî bû, zimanê wan xeynî çêran kêrî tiştekî nedihat, jiyana wan li nav zeviyê û li pey du kulekan (du bizinan) derbas dibû, tiştek nedixwendin; bi hezkirin û evînê nizanibûn, nedikarîn civatekê de guh bidin hev an bi seriyekî nerm li ser pirsgirekên xwe bigengeşin û hwd... 
Ev gotin bi kesî ecêb nedihatin, çi ku mamosteyê gund jî heman tişt digotin jendirmeyên dihatin gund serbazê wan jî heman tişt ji keyayê gund re digot, gundiyên me jî ji ‘ne-medenî’ û ji hovmayîna xwe bawer bûbûn…
Lê paşê dema me xwe piçekî nas kir, bi xwe hesiyan em tê gihîştin, ku yê me jî bi aqil, bi nêrîn û bi hişmendiya serbazê jendirmeyan û bi yê mamoste, yanê bi çavê serdest-dagirkeran li me dinêriye… 
Em gundî bûn, paş de mayî bûn; çanda me, zimanê me edet û toreyên me bi qasî seriyek pîvazê jî qîmeta xwe tune bû…
Paşê paşê me digo, hele ya ew ên din; a mamoste û serbaz tê famkirin lê noka me yî çûyî bajêr bûyî lewlewî, a wî çi bû?.. 
A wî jî ev bû; wî bi çavê serdest, bi hişê serdest, bi çand û zimanê serdest êdî li dê û bavê xwe, li xwişk û birayên xwe û li gundiyên xwe dinêrî; di ber wan de fedî dikir, ew biçûk, kêm didîtin, li hemberî wan êdî bi komplesk bû; yanê bi pîskolojiya bindestiyê tevdigeriya!.. 
Ew wisa hatibû perwerdekirin; ji wî re hatibû gotin “ger dixwazî mîna me spî-gewr bî tiştê Maykil Jackson kirî bike, rûyê xwe pûdra ke”!..
Nizam rast dibînim an şaş, îro jî dema li hin nirxandinên me yên derbarê huner, bi taybetî di derbarê wêjeyê de dibînim, dixwînim di wan nirxandinan de wê pîskolojiya xwende-memûre me dibînim?!..      
Bi min wisa tê, dibêm qey pîskolojiya di nirxandinên huner-wêjeya me ya em dikin de bi eynî pîskolojiya wî memûrê me; qerekterekî bi zimanê wan xwendî-perwerde bûyî, hişekî bi zanînên ji wê perwerdeyê terbiyekirî dihizire; yanê eynî pîvanên Merivê Gewr ên şaristaniyê-medenûbûnê ku bo yên reşikan pêşkêş dike!!! 
Encama di wan nirxandinan de derdikeve ev e; li gorî ya Dostoveskî, Lîrke, Rîmbaud, Nazim, E Erif, C Sureya, O Pamuk, A Toptaş, Freud û hwd. romana me hê ne roman e, helbesta me hê ne helbest e, çîroka me hê ne çîrok e, cerebeya me hê ne cerebe ye!!! 
‘Jixwe em jî hê ne tam mirov in, ne tam netew in!’
Ku bi eşkereyî em vê nabêjin jî, wisa nakin jî lê mejûyê me bi wê formatê dişixule, dinirxîne.
Dizanim, tevî ku hin pîvanên wêjeyî-hunerî yên gerdûnî li her dera cîhanê, bo hemû wêjeyan derbasdar in jî (wek teorî) lê xelk bo asta wêjeya xwe diyar bike, dema dinirxîne naçe berhemeke ji zimanekî din nîn e pê ya xwe nanirxîne, (yanê îngîlîzek gor ya çîniyan, fransizek gor a latînan asta wêjeya xwe diyar nake) Belkî îstîsna hebin lê  berevajî piranî tînin romaneke wêjeya xwe bi yeka wêjeya xwe ya din ve hevrû dikin, helbesta helbestkarekî xwe bi ya helbestkarekî xwe yê din re dinirxînin, çîrokê jî wisa, cerebeyê jî her wisa…
Lê ya me? Na! tevî ku kêm bin jî ya parçeyan jî ya zaravayan jî gihîştiye hev, haya me ji ya rojhilat, başûr û binxetê çêbûye, yanê pirtûkxaneyek çêbûye, lê na, divê îlma bo em bizanibin ka romana me roman e, helbesta me helbet e, çîrok çîrok e em tînin bi yên xelkê re bi yên wêjeya zimenên din re, ku me ew jî bi tirkî xwendine, ne ku em bi orjînala wan dizanin! Em tînin bi vî hawî morhekê li binê ya xwe dixin; bûye yan nebûye-ku piranî nebûye(!)
Tevî ku ji sedî heftê-heştê  mijarên metnên me bi honekên cuda bin jî lê yek in, an jî pir nêzî hev in; çi ku piranî li derdora heman çîrokê-pirsgirekê diçin tên- yanê malzeme jî hazir e, ê?..
Ê çima em romana romanûsekî xwe bi ya romanûsekî xwe yê din re hevrû nakin, ya bakur bi ya rojhilat re, ya binxetê bi ya başûr re nadin ber hev; serborî û xweseriya ya xwe di nav şertên rêwîtiya wê de dernaxin holê, lê bi ya xelkê re didin berhev?! 
An jî ji alî poetîkayê ve cudahiya helbestkarekî xwe ji ya helbestkarên xwe yên din re nanirxînin, heta ji alî hizrî, derûnî, hunera helbestê û poetîkayê ve (ne ku em kêmayiya yê xwe derxin holê bo cudahiya yê me derkeve holê) em bi yekî biyanî re jî danberhevekê nakin!? 
Û bo çîrok jî û bo lewnên din jî û hwd...
Erê wêje li her derê wêje ye, kêm zêde pîvanên wê li her derê yek in, lê wêjeya her neteweyê yan jî ya her zimanî xwedî taybetiyên xweser e, ew bi wan taybetiyên xwe geşe dide û tiştê wê wêjeyê ji yên din vediqetîne jî ew ciyawazî ye; çima em li ser vê ciyawaziyê serê xwe naêşînin lê wekî wêjeya kurdî wêjeya fransizan û hwd. be,  gorî wan a xwe dinirxînin???  
Encama min ji vê rêbaz û hewlê fam kirî ev e; yan bo vê hêz û zanîna me pê nake (haya me ji faktorên zimanî, sosyolojîk, derûnî, demî, erdnîgarî û poetîka helbestkar-nivîskarên me tune, loma em nikarin a xwe gorî şert û ‘serborî, resenî û xweseriya wê ve’ binirxînin) an em wê rêbazê, danberheva bi teorî û metna xelkê bo ya xwe biçûk bixin pêk tînin??? 
Baş e, bi teorî, hizir û rexneya ji hinan hatî girtin heta derekê asayî ye, ji teoriyên giştî mînak dayîn jî pêwîstiyek e, dewlemendiyek e, lê belê, ka gotin û rexneya aîdî me; me fam kir filan rexnegir û teorîsen tiştekî dibêje bêvanê din tiştekî din dibêje, lê em çi dibêjin, gotin û rexneya aîdî hişê me çi ye??? 
Belkî jî, em ji yên xwe û ji ya xwe nebawer in, an jî pîskolojiya me, kompleksa me hê ya wî xwende-memûrê me ye; em hê bi wî ‘çavê kêm dibîne’ li xwe  dinêrin?!

     

Hin Nivîsen Nivîskar

Ey Dad!

  • 03 Kewçêr 2014

Ku li ku, di kîjan wext û deman de navê wê hatibe hildan nizam! lê ji berî zemanan ve ye, ku her behsa wê tê kirin. Wekî alaleyekê, wekî diruşmekê, ji...

Li qewexaneyê!

  • 24 Rêbendan 2017

Navê wan ku li gorî serdemê guherî be jî, ku qewexaneya duhî bûbe Cafeya îroyîn jî, lê li bajarê ez ‘jê û lê’ ew ê di...

Hev(ne)peyvînek

  • 16 Rêbendan 2022

Helbestkar û romanûsê gewre min xwendeyeke pirtûkên wêjeya Îrlandî me. Heya niha ez gelek pirtûkên wêjeya me xwendime û vê dawiyê bi...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Dilovan Îdrîs Barzanî wefat kir

ad

Qesra Eyûbiyan di bin avê de ma

ad

'Dengê Pepûkê - Haîkûyên Îlona Nû' derket

ad

90 hezar kes bûn mêvanên festîvalê

ad

Ev bername ji bo kesên ji sînemaya hîndê hez dikin e

ad

Îşev tam 28 gol hatin avêtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname