Diyarname
Yekîtiya Parastina Gel li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve bang li saziyên mafên mirovan kir ku erka xwe bînin cih.
Li ser navê YPG'ê Berdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl daxuyanike nivîskî weşand, got ku ev heftiyeke ku Kantona Kobanê rastî êrîşên hovane yên rêxistina terorîst ya DAÎŞ tê û wiha dom kir: "Di van êrîşan de çeteyên DAÎŞ'ê hemû cure çekên giran bikaranîn, di nav de fuzeyên germahiyê yên Amerîkî, her wiha li gorî dîtinên me yên destpêkê li ser laşê birîndar û şehîdan, hat texmîn kirin ku çekên kîmyayî jî hatin bikaranîn."
Xelîl di daxuyaniyê de dibêje "Piştî lêkolîna textor û ekîbên tendirûstiyê yên Kantona Kobanê, bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat tesbît kirin. Li gorî textoran li ser cenazeyên şehîdan şûna şewat û deqên sipî hatin dîtin. Di heman demê de rêveberiya tenderustiyê ya Kantona Kobanê balkişand ser tunebûna teknîk û pêdiviyên lêkolînê ya ku bû sedema nenaskirina teqez ya van madeyên kîmayayî ev yek jî encama dorpêçkirina li ser kantonê."
Daxuyanî wisa didome: "Em wekî YPG bang li civaka navneteweyî, hemû saziyên mafên mirovan yên navnetewî û saziyên alîkariya lezgîn dikin da ku bi lez berê xwe bidin Kobanê û bi erkê xwe yê mirovahî rabin û rê li ber êrîşê DAÎŞ'ê bigrin. Her wiha, em bang li hemû dezgehên ragihandinê yên herêmî û navnetewî dikin da ku vê rewşa mirovahî ya xirab ya Kobanê ji hemû dinyayê re raxin ber cavan."


