logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

40 Hezar Kesên Siltan Selîm dan qîrkirin kî bûn?

  • Dîrok: 19/09/2012

ÇEND NOTÊN JI DÎROKÊ
CIL HEZAR KESÊN KU SULTAN SELÎM DAYE QIRKIRIN KÎ BÛN?

Bi salan e ku bi tirkî min tu pirtûk li gor hez û kêfa xwe nexwend. Çi roman, çi çîrok û çi helbest min hilnegirtiye destên xwe; bi tenê pirtûkên çavkanî yên ku li gorî pêwendiyên xwe min ji tirkî xwend û dixwînim. Ji van piranî lêkolînên dîrokî ne. Ji van yek jî ya ku çend rojan bêrê min hilgirtiye destê xwe dest bi xwendinê kir ku ew jî “Seyahatname”ya Evliya Çelebî ye. Vê havînê dema ez li Stenbolê çend roj rawestiyam ji pirtûkfiroşxaneya YKY a li Îstîklalê min ev pirtûk dît ku bi tanê du cîldên seyahatnameya Evliya Çelebî ya têde Kurdistan derbaz dibe min kirî. Niha ez dixwînim. Rast an derew, di vê pirtûkê de gelek agahî li ser me kurdan û Kurdistanê hene. Sal 1500; di pirtûkê de navê Kurdistanê “Kurdistan” e, navê kurdan jî “Kurd” û navê Amedê jî “Amîd” e û car car wekî “Diyarbekir” jî bi kartîne.
Ji vegotina Evliya Çelebî du tişt hema bala min kişand û bi agahiyên ku ez dizanim hev negirt û çend pirs bi dû hev di serê min de xwe dan dû hev.
Evliya Çelebî wiha vedibêje:
“Selîm Xan dema diçû Şerê Çaldiranê, ev kurdên Diyarbekirê rêbirî dikirin, li ser rêyên keleyên Kemah, Tercan, Bayburt û Canhayê zirar didan leşkerên misilman. Dema Selîm Xan vê rewşa xirab dibihîze, bi qasidek nameyek ji hakimê Diyarbekirê re dişîne û dibêje 'Birayê min, ji kerema xwe re xwedî li eşqiyayên kurd ên di bin destê te de ne derkeve.' Hakimê Diyarbekirê dema tiştên hatine nivîsîn dixwîne û fêm dike, bi mirovekî nameyek ji Şah re dişîne û dibêje: "Ger tu ji Şah Îsmaîl tolê hilînî, ji 200 hezar kurdên bi çek ên Diyarbekirê min jî tolê hilîne.' Li ser vê Selîm Şan dibêje: 'Ma hakimê Diyarbekirê destûr daye me ku dibêje 'tolê ji kurdên Diyarbekirê min bigire'..." (Rûpel 31)*
…
“..Sed hezar leşkerên Îslamê bi rêveberiya serleşker Biyikli Mehmed Paşa zuca (bi lêz) derbaz bûn. Kela Diyarbekirê dor pêçandin, 70 roj şerên mezin kirin, ji hêla Deriyê Çiyê û Deriyê Mêrdînê dîwarên kelê bi gulêyên topan birîndar kirin, gaziyên misilman dema ku li ser keleyê meşiyan, dîtin ku ji hêla Mêrdînê ve artêşek mezin tê. Ji leşkerên rêber çend kes hatin cem artêşa îslamê, nameyek dan serleşker Biyikli Mehmed Paşa ku wî name xwed, ji kêfan reqis kir, got: Ey gazîno, di Şerê Çaldiranê de Molla Îdrîs ê  ku alîkariya me kir bi 40000 leşker dîsa hatiye alikariyê. Ev leşker ên ku xuya dibin ew in. Hema bila bên li aliyek artêşa îslamê bi cih bibin…Wê gavê leşkerên Molla Îdrîs eman nedan ketin metirsê. Kurdên di kele de li hember vê rewşê kele teslîmê wezîr Biyikli Mehmed Paşa kirin, bi alîkariya Molla Îdrîs…“(Rûpêl 32)*
Niha em van rêzikên ji pirtûkek pênc sed sal berê çawa bixwînin?
“Selim Xan” Yavuz Sultan Selim e, “Molla Îdrîs” Îdrîsê Bedlîsî ye. Dem dema Şerê Çaldiranê ye.
Hakimê Diyarbekirê dibêje: “ji 200000 kurdên bi çek ên Diyarbekirê min jî heyf bistînî:“ Ev kurdên Amed ên Yavuz Selîm heyfa xwe jê hilînin kî ne? Ya zelal ev e ku, ev kurd ne misilman in; li hemberê Osmaniyan, bi gotina Evliya Çelebî li hemberî artêşa îslamê li berxwe didin. Li çi û çawa bawer dikin ne diyar e. Bi dilfirahî dikarim bêjim elewî ninin.
Heta niha me dizanibû ku, dema ku Yavuz Selîm heta Şerê Çaldiranê li hemberê Şah Îsmalî diçû elewî pirsgirêk bûn û şer bi qirkirina elewiyan dest pê kir. Min bi xwe ji çavkaniyê nexwend lê hemû dîroknivîsên tirk dinivîsin ku Îdrîsê Bedlîsî yê li gel Osmaniyan cih girtî di berhema xwe ya bi navê “Selîm Şahname” de dinivîsê ku “40 hezar elewî” hatine qirkirin. Di hemû berhemên dîrokî yên tirkan de ev 40 hezar elewî ên tirk tên hesibandin.
Heta îro ez di tu çavkaniyan de berî sedsala 17’yan rastî navê “elewî” nehatime. Cara yekem Ahmet Cevdet Paşa di berhema xwe ya dîroka Osmaniyan de qala elewiyan dike ku dibêje: “Dema ola îslamê li heremê belav bû mazdekiyên mane, li nav misilmanan xwe veşartin û xwe bi navê elewî (alîgirên Elî) bi nav kirin.”
Yanî heta wê demê elewî nîn bûn, an jî bi gotinek dîn ew wekî “elewî” nedihatin bi nav kirin. Dema me li fetwayên Şeyhulîslamê Osmaniyan nihêrî em dibînin ku ev kesên ku qirkirina xwe wacîp tên dayîn li tu darê wekî “elewî” nayên bi nav kirin; lê qirkirina “Qizilbaş“, an jî “revâfiz” an vacîp e, tê nivîsînin**. Ev “Qizilbaş” yanî bi kurdî kumsor kî ne? Di sedsala 9’an paş qirkirina Mazdek û mazdekiyan xanima Mazdek Hurrem mazdekiyan bi nû ve saz dike; ev tevger Hurremî tê bi nav kirin û Dr. Arsak Poladyan dibêje: “Ji hurremiyan re ‘soran’ an jî ‘alsor’ jî tê gotin.”** Niha em dikarin bêjin belkî ew binavkirin di demê de bû “kumsor”. Ya ku xuya dibe “kumsor” ji mayindeyên mazdekî ne. Kumsor jî bi tenê kurdên “elewî” re tê gotin. Ji vê dertê ku Şeyhulîslaman fetvayên qirkirinê ku didan, ji bo kurdên misilmanî ne pejirandî bû; ew jî kumsor an jî jî mayîndeyên mazdekî bûn.
Ji jêgirtina ku min ji Evliya Çelebî wergerand û ji vegotin ên min li jor, ez dikarim çend fereziyan derxînim.
Ev ên ku hatin qirkirin, mîna ku dîroknivîsên tirk dinivîsin ne elewî, ne jî tirk bûn. A yekem, tirk ên ku tên elewî hesibandin bektaşî ne; ne kumsor in. A duyem, dema ku Şerê Çaldiranê qewimî tu kes bi navê elewî nîn bû. Di fetvayên Şeyhuîslamên Osmaniyan de em dibînin ku qirkirina “Qizilbaş“ yanê kumsor, bi gotinek din kurdên ku ne misilman tê nivîsandin. 
Bi vî awayî ez dikarim bêjim yên ku hatin qirkirin mayîndeyên mazdekî bûn û hema dikarim bêjim ji sedî nod kurd bûn.
Şerê Çaldiranê ku wiha xuya dike jî ne şerê navbera Sultan Selîm û Şah Îsmaîl bû; şerê dagirandina Kurdistanê bû. Di Kurdistanê de du hêz hebûn; yek kurdên ku bûbûn misilman û dixwestin bi misilmanan re (xelîfetî di dest osmaniyande ye) bi osmaniyan re girêdayî bijîn; yên din kurdên ku di kevnasopiya xwe diparestin û gorî wê dixwestin serbiwe bijîn. Bi ya min ew 40 hezar ên hatin qirkirin ew kurdên ku dixwestin kevnesopiya xwe biparêzin û mîna berê bi serê xwe bijîn bûn.
Ên ku Evliya Çelebî vedibêje dîsa divê ev kurd bin.
Paş vê dîrokê Kurdistan hat parve kirin. Ev jî nîşan dide ku Şerê Çaldiranê dagirkirina Kurdistanê bû. Îdrîsê Bedlîsî di vir de figuranek girîng bû. Amed jî bi vê berxwedana ku Evliya Çelebî li jor qal dike ve misilman bû.
Dibe ku ev feraziyên min şaş bin, lê dîsa jî xwestina min ew e ku ev bên nîqaş kirin.

*Evliyâ  Celebi Seyahatnâmesi 4.kitap-1.cilt (rûpel 31-32)
**Alevilik-Kürdoloji-Türkoloji-Mehmet Bayrak

kazimpolat@hotmail.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Elewiyên kurd: Çi karê wan bi Mustafa Kemal û Hacî Bektaşî Velî heye

  • 03 Sibat 2010

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- III)Wan rojên dawî bi pirsgirêka kurd ve pirsgirkêka elewîtî jî kete rojevê û tê gengeşî û...

Bûyera Elî Tûmikan

  • 27 Berfanbar 2021

Bûyera Elî Tûmikan cara yekem min ji hevalekî tirk bihîstibû lê wî jî bûyer bi kûrahî nezanîbû, gotibû “Sed sal berê li...

Carek din Zerdeşt û wergerandina tekstên derheqê wî

  • 30 Berfanbar 2009

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- II)Min tasawir kiribû ku ji notên xwe yên xwendinê yên dîrokê tekiliya ramanên Zerdeşt, Mazdek û elewîtiya...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Mavî Rîng' li sînemayan e

ad

Li Muzeyê nîşandayîna fîlman

ad

Hevpeyvînên ji dîroka kurdan niqutîne

ad

Greva birçîbûnê ya herî mezin a dinyayê

ad

Afirînerê fikra înternetê mir

ad

Xwîn çû ser mejiyê rojnameger Huseyîn Aykol

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname