Diyarname
Vê hefteyê çar fîlm dikevin vîzyonê: 'Gelecek Uzun Surer', 'Immortals', 'Beni Unutma' û 'What’s Your Number'. Bi taybetî em "Gelecek Uzun Surer"ê wekî fîlmê hefteyê pêşniyarê we dikin.
Gelecek Uzun Surer / Pêşeroj dirêj didome
Derhêner: Ozcan Alper
Lîstikvan: Gaye Gursel, Durukan Ordu, Sarkis Seropyan, Osman Karakoç
Fîlm beşek ji çîroka serdema dawî ya kurdan pêşkêş dike: Sumru li Zanîngeha Stenbolê li ser muzîkê lêkolînê dike û ji bo li ser berhevkarina lorikan teza xwe amade bike ber bi başûrêrojhilatê welêt; bigotineke bek bi bajarên kurdan ve dikeve rê.
Di vê rêwîtiya ku dibe wekê rêwîtiya jiyana wê ya herî dirêj rêya wê li kuçeyên Amedê digihîje Ahmetê ku korsan DVD'yan difroşe. Ew di heman demê de rastî nobedarê dêra xirabûyî Antranîk û rastî şahidên kesên din ku şahidiya şerê ku didome dikin tê.
Derhêner Ozcan Alper ku bi kurtefîlmê "Momî" dest bi sînemayê kiribû, bi fîlmê xwe yê metrajdijê "Sonbahar" (Payîz) hem di nav sînemaya Tirkiyeyê de ji xwe re ciheke baş bi dest xistibû hem jî gelek xelat girtibû. Alper bi wî fîlmî bal kişandibû ser kesek 10 salan girtîgehê de mabû û jiyana wî ya piştî berdanê. Di vî fîlmê xwe de jî balê dikişîne ser mijareke din, mijara kurdan, windayiyên wan, êşa şerê 30 salan.
Derhêner Alper bi vî fîlmî xwe jî dest avêt xelatan. Fîlm yekemîn car li Festîvala Kozaya Zêrîn a Edeneyê de hat nîşandayîn û di vê festîvalê de Xelata Yilmaz Guney, Xelata SİYAD, Xelata Muzîka Herî Serketî jî têde fîlmî 5 xelat bi dest xistin.
Fîlm niha ket vîzyonê. Em vî fîlmî wekî fîlmê hefteyê hildibijêrin û pêşniyarê xwendevanên xwe dikin.
Fragman:
***
Olumsuzler: Tanrilarin Savaşi / Immortals
Derhêner: Tarsem Singh
Lîstikvan: Henry Cavill, Luke Evans, Mickey Rourke, John Hurt
"Immortals" li Tirkiyeyê bi navê "Olumsuzler: Tanrilarin Savaşi" ketiye vîzyonê. Qral Hyperion ku tekane hakimê dinyayê ye li kevanê winda ê Epirusê kes nikare têk bibe digere. Hostayê kevirçêker Theseus dema di dagirkirina Hyperion de diya xwe winda dike sonda tolgirtinê dixwe. Theseus ku tê fêmkirin tenê ew dikare hilweşînê bide rawestandin bi alîkariya Phaedra ji xwe re hevrêyan kom dike. Dem dema şerê ji bo mirovahiyê ye.
***
Beni Unutma / Min ji bîr neke
Derhêner: Ozer Kiziltan
Lîstikvan: Mert Firat, Açelya Devrim Yilhan, Tuba Unsal, Kenan Ece
Olcay di kar de gelek serketî ye, ciwan, nezewicandî û keçikek xweşik e. Ji Hakanî hez dike, li ser wê fikrê ye ku têkiliya wan cidî ye, lê Hakan wê dixapîne; tam wê rojê ew jî Sînanî nas dike. Sinan jî heman rojê nîşaneya xwe ya bi Ebru re betal dike, dest ji zewicandinê ber dide.
***
What’s Your Number / Senden Once
DerHêner: Mark Mylod
Lîstikvan: Anna Faris, Chris Evans, Martin Freeman, Tachary Quinto
Fîlmê bi navê "What’s Your Number" (Nimreya te çi ye) li Tirkiyeyê bi navê "Senden Once" (Berî te) ketiye vîzyonê.
Anna êdî bûye navsere, heta niha bi 20 kesî re têkiliya wê çêbûye lê ya dilê xwe bi kesî re nedîtiye û niha bi tena serê xwe ye. Bi ser de jî xwişka wê dê bizewice û ew dê bi tena serê xwe here dawetê.