logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Çend kesî pere ji bo Amed Sporê şand?

  • Dîrok: 09/05/2017
Ezê pêşî vê bipirsim: "Hûn çima alîkariya Amed Sporê nakin? û wisa bidomînim:
Hema bibêje her kurd, kurdên ku ji sporê hez nakin jî ji Amed Sporê hez dikin.
Hema her kurd dema Amed Sporê Bursa Spor têk bir serbilind bû, kêfxweş bû.
Hema bêje her kurdî hez dikir Amed Spor Fenerbahçeyê têk bibe û gavek din pêşvetir here.
Hema bibêje hemû kurdên li Amedê jî, yên li Stenbol, Parîs, Berlînê jî, bêşik kurdên Washingtonê jî ji Amed Sporê hez dikin.
Çima? Ji ber ku Amed Spor ne tenê Amed Spor e. Ew nav e, deng e, rih e, dilê kurdan e. Ew kulîlka nav rihê me ye.
Niha Amed Spor di play-offê de dilîze. Di çarîk fînalê de Amed Spor hefteya borî li Sêwasê ligel Sivas Belediyeyê lîst. Kanalek herêmî ew maç weşand, reytînga kanalê derket heta ezmanê Xwedê.
Duh jî li Amedê Amed Sporê lîst û bi ser facebookê re bi awayekî zindî maç hat weşandin. Bi deh hezaran kesî bi awayekî zindî ji ser faceyê re lê temaşe kir. Di dawiyê de Amed Sporê "Sivas Belediye" şand mala wê û ew derbasî nîv fînalê bû.
Klûba Amed Sporê nêzî duh meh berê KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ da dest pê kirin (Kampanya ji bo 3 mehan bû). Di meha pêşî de pereyên komîk hatine komkirin: Yanê li dor 20 hezar TL. Em dubare bibêjin: 20 HEZAR TL...
Li Stenbolê 5 kurd bên cem hev dê bikaribin ew qas pereyî bişînin.
Li Berlînê 3 kurd bên ba hev dê bikaribin ew qas pereyî bişînin.
Û pirs ev e: Ev kesên ku reytînga kanala herêmî derxistin ezmanan li ku ne?
Ev deh hezarên ku duh ji ser faceyê re bi awayekî zindî li maçê temaşe kirin li ku ne?
Çima her yek hinek zorê nade xwe û alîkariya tîma xwe nake?
Niha ger Amed Spor di nîv fînalê de Erzeromê (ew bûye reqîb) têk bibe ev deh hezar hemû dê kêfxweş nebin?
Ev deh hezar her yek 100 TL'yek bişîne ji klûbê re dê dinya xira bibe?
Jixwe hûn dizanin Kayyumê şaredariya kurdan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê desteser kiriye û alîkariya klûbê nake. Bi ser de jî (li gor gotinan) dibêje: "Navê xwe biguherînin, em alîkarî bikin." Gelo hûn dixwazin klûb navê xwe biguhîne?
Ji bo kampanyayê ev meh, meha dawî ye.
De fermo hevalno, hesabê Amed Sporê ez parve dikim... Hûn ji ser înternetê re tenê 2 deqeyên xwe veqetînim bes e. EFT'ya we nîn be hema cihek we İş Bankasi dît temam e.
Ev e hesab:

TR47 0006 4000 0018 3002 5552 50
Amed Sportif Faliyetler Kulübü Derneği 

Hin Nivîsen Nivîskar

Li ser rojeva kurd çend not

  • 04 Gulan 2009

Ev meheke zêdetir e min Diyarê Me vala hiştibû. Helbet sedemên min hene: Ez li ser projeyeke nû dixebitim, her wiha nûçe gelek dema min digirin û ez demê nabînim ku...

Şanoya kurd çi dike û xîtabî kê dike?

  • 05 Tebax 2008

 Di nav kurdan de şanoya kurd heye?Helbet dê şanogerên kurd bersiva vê pirsê bidin. Ez dixwazim li ser çend vê yekê çend xalan pêşkêş bikim.Li...

Çîroka Ajokarekî

  • 26 Pûşper 2008

 Saet li dor dehê rojê bû. Ezê siwarê texsiyeke ticarî bama. Dema pêdiviya min zêde bi demê çêdibe ez siwarê texsiyên ticarî dibim....

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dema Documentarist hat dirêjkirin

ad

Bilêtên kombîne yên Amed Sporê têne firotin

ad

Ji NÇM'ê vê cejnê çalakiyek hunerî

ad

Notên li ser UEFA 2016'an (Tîm, lîstikvan, t.dîrektor)

ad

Demîrtaş diçe Pirsûsê

ad

Di TUYAP'a Stenbolê a îsal de çalakiyên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname