logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê
  2. Weşanger Abdullah Keskin ji ber parvekirinên xwe îfade da
  3. Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'
  4. Li 7 bajaran, dawiya vê hefteyê çalakiyên çandî
  5. Rojnameger Emel Xelîl hat kuştin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Kevirê Reş Li Ser Kevirê Spî

  • Dîrok: 05/07/2020
César VALLEJO*
Di rojeke rêjnebaranê de ez ê li Parîsê bimirim,
rojek ku wa ji vêga ve bûye bîranîn!
Ez ê bimirim li Parîsê, -ez li ber vê nakevim!-
Belkî wek îro, pêncşemeke payizê.

Pêncşemekê, erê; lew îro, pêncşem e, û li wê
hinga ez van risteyan lêtînim, diazire jana lûleyên milê min, 
nola îro min qe tahm nekir, ebed!
û li serê rê û dirban, li tenahiya xwe nehesilîm!

César Vallejo mir, bi derbên hûr û giran
digel bela xwe di kesî nedabû jî;
lê hatin xezebê bi kevir û daran,

dan ber kindiran;
şahid e temamê pêncşeman, û lûleyên hestiyan,
rê, tenêtî, û baranan...

***

*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.
Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beşa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niştecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên şanoyê nivîsiye. Tev li şerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.
César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.
Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êş, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye! 
Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.
César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencşemê!) ya bi şilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piştî mirina wî deng daye!
Hin berhemên wî:
- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest
- Trilce: 1922, Helbest
- Tungsten: 1931, Roman 
- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest
- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest


Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Yeqîn H. ji niha û pêde dê du hefteyan carek helbestek, an pexşanek Cesar Vallejo wergerîne û di quncikê xwe de pêşkêşî we bike.
Hin Nivîsen Nivîskar

Berî û Piştî Gotûbêja Helîm Yûsiv û Monologa Min a Bi Min Re

  • 09 Berfanbar 2014

Ew deng..ji zaroktiya min û ta bi niha ve ye, fena kurtepistekê di guhê min de dipiste ku ciya min û hem kurmanciya min Fata Hewê (ya ku nav û dengê wê ji yê min...

Ji Welat Esen Du Helbest

  • 20 Sermawez 2020

Hefteya çûyî me Welat Esen ê girtî dabû nasîn. Vê hefteyê jî em du helbestên wî bi we re par ve bikin. Kerem bikin...XEMAN NEXWEXama bû, dil...

li çepê Çinarê, li rastê Bîşengê

  • 09 Rezber 2016

reng e, qiseta ku min qest e, neşibe pelepela berî nimêjê ya li ser lêvên ciya min;axir wê pelepelê û wan lêvan, bihurr bi hev qam kirine!lê ya min no û ziravtir...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Li Qamişlo kamyona bombebarkirî hate teqandin: 10 kes mirin

ad

TUMÎKOM: Parlementerê BDP'ê yê Sêrtê bi qasî 2 parlementerên AKP'î xebitî

ad

Ji bo 3 rojan şîn hat danîn

ad

Li ber şaredarî "Rojên gel" li dar dikevin

ad

Serokdewletên dinyayê salane çiqas kar dikin?

ad

Demîrtaş: Ev konferans Meclisa Bakur a sembolîk e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê

  • 24 04 2026
news

Weşanger Abdullah Keskin ji ber parvekirinên xwe îfade da

  • 23 04 2026
news

Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'

  • 23 04 2026
news

Li 7 bajaran, dawiya vê hefteyê çalakiyên çandî

  • 24 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname