logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Kevirê Kilsê

  • Dîrok: 20/09/2020
Cesar VALLEJO
 
Kerrdengî.
Şev jixwe ket, 
û jixwe rojê, findirand pişt goristanê; 
a li vira, reşikên çavan germ germ digiriyan:
venegere, dilê min jixwe mir.
Kerrdengî. Jixwe li vir, 
her tiştî xwe bi êşeke bêeman rapêçaye;
ev bengîtî firtê firtê dişewite, nola nefteke xerab.

Wê bihar vegere. Tê bistrê "Hewa"ya kêliyeke asoyî,
ya ku bi tîna argûnê wê hinarkên Eros soromoro dibin.
Lêborîna xwe ya ji bo helbestkêr vêga bi dirûv bike,
ku wê dîsa min biêşîne
nola bizmarê ku dev li darbestê digire!

Lê belê... şeveke lîrîzmê, 
memika te ya qozax, deryaya te ya sor
wê pêl vede ligel pêlên panzdeh salî, 
li asoyê xumam, bi bîranînan xemilî
keştiya min rewneq, nankoriya min.

Dawiyê, baxçeyê te yê sêvan, lêva te ya pêşkêşkirî,
û ku cara dawîn ji bo min diçilmise,
û ku dimire bi hezkirina pirr a ji tebqa xwînê,
mîna eskîza Îsayekî pûtperest.

Delaliyê! Û tê bistrê;
û di rihê te de wê jinbûn velerize,
mîna katedraleke di şînê de.

ji fransî: yeqîn h.

***

*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.

Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beşa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niştecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên şanoyê nivîsiye. Tev li şerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.

César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.

Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êş, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye! 

Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.

César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencşemê!) ya bi şilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piştî mirina wî deng daye!

Hin berhemên wî:

- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest

- Trilce: 1922, Helbest

- Tungsten: 1931, Roman 

- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest

- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest


Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me yeqîn h. ji du hefteyan carek helbestek, an pexşanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêşkêşî we bike. 
Hin Nivîsen Nivîskar

Lêrasthatinek û Ronî WAR

  • 06 Sibat 2009

     Ez bi pêlikan ve hilkişiyam qata çaran. Kafe nîvtije bû. Koşeya min a her car vala bû.  Lê danişîm. Qelebalixeke zêde tunebû, lewra min ling...

Li Ser HEBÛ TUNEBÛyekê!

  • 25 Tîrmeh 2018

Ligel ku pirtûka min a nû Elîfbêtk roja 31'ê gulanê, ango qederê du mehên qut î gulover e derçûye jî, mixabin ji bilî Diyarbekir û belkî...

Nexwende 

  • 26 Pûşper 2025

Ji bo guhdarîkirinê: Rojekê, cîran û hem hevala min ji min re got: - Min li bernameyeke televîzyonê ya li ser jinên karker ên biyanî temaşe kir. Tevahiya rojê di kargehan de dixebitin, êvaran jî tên karê malê...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Bila rêveberiyên herêmî perwerdehiya kurdî bidin'

ad

Konferansa Kurdî dest pê kir; va ne agahiyên li ser konferansê

ad

Şûr û saeta Selhedînê Eyûbî

ad

Huda-Par beşdarî hilbijartinê nabe

ad

Sed saliya jidayikbûna Casimê Celî

ad

Anketa Avrasyayê: Bi rêzê CHP, AKP, HDP tên

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname