Kakşar Oremar
Îsal sed saliya ji dayikbûna nivîskar û helbestvanê kurd ê navdar Casimê Celîl e. Casimê ku li kêleka Wezîrê Nadirî, Erebê Şemo û Heciyê Cindî kevirê yekê yê dîrok û edebiyata kurdan li Sovyetistana berê danîne, di nava Kurdan da xwedî keramet û siyaseteke mezinin. Ew her çar kes xwedî temenekî dirêj û xebateke pir bi bereket bûn. Ji ber wê jî ked û karê wan di nava rûpelên dîrokê de nayê ji bîr kirin. Wan karê xwendin û xebata xwe di rewşekê de dan destpêkirin ku ji jenosîd an jî tevkujiyeke reş rizgar bûbûn. Tev ji Serheda bakurê Kurdistanê bûn û neçar bûbûn ku tenê ji ber ola xwe ya Êzidiyatiyê û kurdbûnê ji destê Roma reş birevin. Bi hezar derd û eleman hejmareke kêm ji wan ji ava reş xwe rizgar kiribûn û gihîştibûn Ermenistanê. Lê dema ew gihîştin wir ne dayik, ne bav û ne jî kesekî/ê wan mabû. Ji malbata Casim tenê Casimê 8-9 salî sax mabû û neçar ew birin sêwîxanekê. Li wir dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir. Ew ji nava agir û xwînê reviyabûn. Ji bo wê jî qedirê saet û deqeyên jiyanê dizanîn. Bi şev û roj dixwendin û hema ji temenê zarokatiyê dest bi kar û xebatê kirin. Bûn pola û baş pijiyan. Di nava zehmetî, bêkesî û tekiliyên jiyanê de mezin û perwerde bûn. Ji ber wê jî dizanîn ka çawa bi awayekî sîstematîk planên jiyana xwe darijînin ku pêş bikevin. Êdî serketina wan ji wir dest pê kir. Ji ber wê jî di dirêjahiya jiyana xwe ya dûr û dirêj de berhemên bi nirx afirandin.
Mamosta Casimê Celîl wekî damezrînerê yêkê yê radioya Êrîvanê di jiyana kurdên cîhanê de rûpelekî nû vekir. Sala 1955'an cara yekê bû ku radyoyê dest bi weşana xwe kir. Pirtûk û rojname li Êrîvanê bi kurdî hatin weşandin. Berî wê di salên 1930'yan da hinek çalakiyên kurdan hebûn, lê kurd jî wekî gelek neteweyên din ketibûn ber bayê reşê qirkirin û sirgûna Stalînê dîktator. Rewşenbîrên kurd an hatibûn girtin an jî ji kar û xebata kurdîniyê hatibûn berbend kirin.
Xebata Casim û rewşenbîrên din ên kurd di jiyana kurdên Kurdistanê de jî destpêka jiyaneke nû bû û bandoreke pozîtîv danî. Ji ber wê jî dengê radyoya Êrîvanê dilê rayedarên Roma reş dilerizand. Ew ditirsiyan ji dengê kurdan, heta ji dengê bilûr û stranên folklorîk jî. Bihîstina dengê kurdan bi zimanê kurdî ji wan re pir zehmet bû. Lê rewşenbîrên me yên wê hênê jî dizanîn ka çawa wan çax û demên bi qîmet û dîrokî bikar bînin ku dengê wan li her dera Kurdistanê bê bihîstin. Carna bi helbestên cewherdar û stranên mêraniyê, carna bi muzîka kurdan a gelêrî û carna jî bi hevpeyvînên ku bi kesayetiyên kurd re dihatin kirin sewiya rewşenbîriya gelê kurd ber bi jor ve dibirin. Kurd şiyar dikirin ku dîrok û taybetmendiyên xwe yên neteweyî baştir nas bikin. Karekî wiha di wan salan da wekî ronesans an jî jidayikbûneke nû tê hesibandin. Xebata wan kesan hingî li gor wan şert û mercan kêm nebû. Ji ber wê jî ji bîra dîrokê naçe ew keda wan a mezin.
Malbata Celîliyên navdar di nava kurdan de xwedî qedir û qîmeteke mezin e. Mala apê Casim û Xanima maliya wî li Êrîvanê hem stidio bû, hem jî mêvanxane û zankoya hemû wan kesan bû ku dixwestin dengê xwe bidene radyoyê. Casimê dûrbîn û zana baş dizanî ka di çi şert û mercên dijwar de xebata xwe dimeşîne. Dengbêjên nexwende û deng xweş, keç û jinên deng zelal, sazbendên eyan lê nenaskirî, çîroknivîsên mezin lê bênav û nîşan, nivîskar, romanivîs û rewşenbîrên kurd tev li mala wî dest pê kirin. Wiha bû ku hemû hêvîya kurdên Kurdistanê di wan salên reş û bêdengiyê de, bihîstina dengê radyoya Êrîvanê bû.
Casimê Celîl di 90 salên jiyana xwe ya dûr û pir bereket de hem zarokên hêja perwerde kirin û hem jî bi helbest û nivîsên xwe di edebiyata kurdan de guherandinên bingehîn pêkanîn. Prof. Dr. Ordîxanê rehmetî û Prof. Dr. Celîlê Celîl bûn kurdzan û dîroknasên navdar, hunermend û muzîkzana navdar Cemîla Celîl cara yekê notayên stranên kurdî li wir nivîsîn û Zîna Celîl jî pareke berhemên zargotina kurdan wergerandin ser zimanên biyanî û çanda kurdan bi gelên biyanî bêtir da nasandin.
Casimê Celîl di 24’ê kewçêra sala 1908’an de li gundê Qizilqulê yê navçeya Dîgorê li bakurê Kurdistanê hat dinê û 24’ê kewçêra sala 1998’an li Êrîvanê çû rehmetê. Durist 90 sal ne rojek kêm û ne jî zêde, lê hemû roj û salên jiyana wî xweş û cewherdar derbas bûn. Xweziya mirin nebûya para herkesî...
Ji Azadiya Welat hatiye girtin