logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Ji bo Ahmet Altan çend pirs*

  • Dîrok: 18/10/2008

 

Birêz Ahmet Altan,
Ev helwesta we ya wêrek a li dijî çewtiyan û ronîkirina nîvrastiyan cihê rêzê ye, lê nizanim çima hûn herdem li pey nîvê rastiyê ne û hûn nîvê din, yê ku ji aliyê me ve baş tê dîtin, nabînin yan jî hûn dibînin, lê nabêjin.
Ez çima vê yekê dibêjim?
Di gera we ya li cihê rast de, hûn wî cihî li wir dibînin ew cihê ku “mirov li wê derê pîşeya xwe û pêdiviyên wê bi dirustî bi cih bîne.”
Ez jî, wekî nivîskarekî kurd, dixwazim li wî cihî bim û pirsa mirina zarokên me bikim?
Hûn bi hêrs berê xwe didin generalan û hesabê mirina zarokên xwe, eskerên xwe, ji wan dixwazin û ji wan dixwazin ku tedbîrên baş bigirin ku rê li ber mirina zarokên we bê girtin.
Pirsa min jî ev e:
- Em ê hesabê mirina zarokên xwe yên fedakar ji kê bixwazin gelo?
- Wê kî tedbîran ji bo parastina wan bistîne?
Hûn ji generalên xwe dixwazin ku şiyar bin û hêza xwe xurtir bikin, da ku wan ji çend şervanên kurd  biparêzin. Pirsa mina din ev e:
- Gelo ji hevkariya îstîxbaratên bihêztirîn dewlet li dinyayê û piştgiriya Yekîtiya Ewropayê û ji balafirên Jet û F-16 û xezeba Helîkopteran, wê kî zarokên me biparêze û  rê li ber mirina wan bigre?
Ew zarokên ku, li gor we, general ew teslîmê kuştinê kirine kî ne gelo û çima têne kuştin? Bingeha vê mirinê, çavkaniya wê li ku ye?, ne gereke mirov li wê çavkaniyê bigere û ji kokê de sedemên vê kuştinê çareser bike.
Tu çima hesabê xerakirin û şewitandina zêdeyî sê hezar gundan ji general napirsî?
Di wan gundan de, ma ne mirov hebûn, jiyan hebû, hêvî hebû, wisa jî kesên ku xewn didîtin hebûn. Ewên ku ew gund şewitandin û mal û milkên xelkê tar û mar kirin û di nîvê şevan de digirtin ser malan û bi çend guleyan bi hezarên mirovan kuştin, ne ew zarok bi xwe bûn, ewên ku tu ji general dixwazî tedbîran ji bo parastina wan bistîne. Ne ew in yên ku bi çekên giran û bi sedhezaran digirin ser şikeft û kozikên zarokên me li çiyê, ne ew bi xwe ne gelo? Ew qasî kuştina pazdeh mirovan bi we giran e, gelo kuştina  bi sedên mirovan çima mûyekî ji serê we nahejîne, çima ku ew ne “eskerên” we ne?
Çapemeniya general bi xwe digot ku hivdeh ji wan û bîst û sisê ji aliyê din hatine kuştin.
Çima dê û xwişk û zarokên çavlirê yên wan kesên li aliyê din nayên bîra tu kesî?
Erê birêz Altan,
Ew ên din jî zarokên me ne û em bi kuştina wan dêşin û hêrs dibin. Dayikên wan, ne ji bo kuştinê ew mezin kirine, ne jî ji bo weke “terorîst” bêne binavkirin û kêfa xelkên li pey general bi mirina wan bê.
Çima em çavkaniya kuştinê ji bîr dikin?
Ew xort û keçên me yên ku li serê çiyayan dimirin, ew bi xwe ne, ew zarokên ku diçûn Dibistanên we û nikarîbûn bi zimanê dayika xwe bi mamosteyên xwe re biaxivin. Ew bi xwe ne ku her sibe mecbûr diman ku zimanê wan ji kokê de bê rakirin û ji çermê xwe derkevin û bi serê “bavê we” sond bixwin. Ew zarok bi xwe ne yên ev zêdeyî heştê salî ye siyaseta dewleta general ji bilî çûna çiyê tu rê li pêşiya wan vekirî nehiştiye. Yan divabû bibin (Tirkin baş) yan jî divabû bi zimanê ku general fêm dike pê re biaxivin.
Terciha wan jî ew bû. Lê dewletên ku general wan bi rê ve dibin afirînerên çavkaniyên
kuştinê ne. Çima em li rakirina sedemên mirinê nagerin? Gelo rakirina sedema mirina ciwanan, ji kokê de, ne çêtir e ji rêgirtina li ber kuştina pazdeh eskeran?
Birêz Altan, hûn çima li  sitendina tedbîrên wiha ku mirinê bi temamî rawestîne ji general naxwazin?
Eger tedbîran li Aktutunê (Bezelê) bistînin, dibe ku esker li wir nema bêne kuştin, lê gelek deverên din hene ku, ew tedbîrên hûn dixwazin bêne girtin, tu carî nikarin rê li ber kuştinên nû bigrin?
Birêz Altan,
Ez  ne alîgirê şer im û ji kuştina mirovan jî nefret dikim.
Ez jî ji welatekî têm ku generalek mîna vî generalê we bi derbeyeke leşkerî hate ser desthilatdariyê û sîh salî ew welat bi rê ve bir, ew mir, niha jî kurê wî li ser kursiyê wî rûniştiye.
Kî bîra mirov ji welatekî be, ku binavkirina wî welatî Tabu be, qedexe û gunehkarî be. Em vê meselê deynin aliyekî.
Ez jî ji welatekî, mîna welatê we ku general lê desthilatdar in, têm.
Rojekê, ne generalekî û ne jî eskerekî, nivîskarekî wî welatî bi destê min girt û bi tehdîd got: “Binêr, heta vir û bes. Kurdistan mirdistan di hundirê sînorê vî welatî de tune ye. Dibe li Tirkiyê hebe, dibe li Iraq û Îranê hebe, lê li vir..!” û tiliya xwe hejand. Ji wê rojê de min nas kir ku ew welat êdî ji nivîskarekî  ku dixwaze “li cihê rast be” re nabe. Ji wê rojê de min ew welat terk kiriye, ji ber herdem min xwestiye ez “li cihê rast bim” ew ê ku hûn qal dikin. Îca nivîskarekî mîna we jî, mêraniyeke mezin dike gava ku li hember generalan li nîvê rastiyê xwedî derdikeve. Lê xwedîderketina li rastiyê bi temamî mirov bêhtir danayne cihê rast gelo?. Gava min nivîsa te xwend, min ji xwe re got ku ev welat “Tirkiye“ hîna nîv xêr tê de heye. Lê gava ku hûn li rastiyê bi tevayî, ango hûn li rastiya li aliyê me jî  xwedî derkevin, wê çaxê mirov dikare bibêje ku ev welat hîna bi saya serê nivîskar û rojnamegerên xwe yên li cihê rast sekinîne, bi xêr e.

* http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=335

helimyusiv@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • 19 Tîrmeh 2023

Gelek kes dixwazin nivîskarên kurdî, wekî nivîskarin belengaz, bê çare, pepûk, bê xwendevan, bê qezenc, bê xwedî û bê rûmet...

TAJIYÊN NÊÇÎRÊ

  • 21 Pûşper 2013

Bi dorpêçkirina Efrînê re û bikaranîna hin çekdarên kurd re di çapemenî û alavên ragihandina erebî de, ku wan wekî (kurdên baş)...

Gavek ber bi xewna mezin ve

  • 22 Pûşper 2017

Helîm YûsivBizava kurdan a ber bi serxwebûna welatê wan ve bizaveke kevn e. Eger em hewildanên şoreş û serhildanên berê, Komara Kurdistan li Mehabadê jî di nav de,...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tirkîfîkasyona xwemalî di zimanê medyaya kurdî de li bakur

ad

Li mala Rewşen Bedir-Xan

ad

Berendamên CHP'ê yên Amedê

ad

Kişanak: Em tenê xweseriya siyasî naxwazin, em xweseriya malî jî dixwazin

ad

Festîvala Stenbolê li benda fîlman e

ad

Çend têbîniyên rêzimanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname