MEHMET DEMÎR / AMED
Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Ezer (10) ê piştî mîtînga BDP'ê ya li navçeya Farqîna Amedê di êrîşa polîsan de bi bombeya gazê ji serê xwe giran birîndar bû, xeter e. Doktoran da xuyakirin ku Mehmet wê 4 rojan di bin çavdêriyê de bê ragirtin û rewşa wî ya xeter hê dewam dike.
Li Farqînê, piştî mîtînga BDP'ê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî komeke ji mîtîngê belav dibû kir. Di dema êrîşa polîsan de fîşeka bombeya gazê li pişt guhê rastê yê zarokê bi navê Mehmet Erez ê 10 salî ket û ew bi giranî birîndar bû. Erez rakirin beşa lezgîn a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, lê rewşa wî ya xeter dewam dike.
BAV EZER: BILA YÊN KIRINE HESAB BIDIN
Bav Nazmî Ezer der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û got, "Ez bi karê qalib re mijûl im. Kurê min xwendekarê sinifa 3. a Dibistana Sereratyî ye. Di dersê xwe de jîr e û timî ji aliyê mamosteyên xwe ve tê teqdîrkirin. Kurê min duh piştî mîtîngê dema ji xwe de dilîst, fîşeka gazê li serê wî ket. Hin dibêjin tiştekî din li serî ketiye, lê belê me fîşekên gazê yên li cihê bûherê kom kirin, hemû li cem me ne. Ez dixwazim kiryar tavilê bên girtin û radestî edaletê bên kirin. Ez dixwazim edalet bicih were. Kê li kurê min dabe, divê ev jê re nemîne. Emê bidin dû vê bûyerê. Weke malbat em li ser Berkîn diêşiyan û niha kurê min birîndar bû. Ji malbata Berkîn re sersaxiyê dixwazim."
PARÊZVANAN JI MALBATA DILŞEWAT RE GOTIN WEZÎR PÊŞWAZÎ BIKE
Dema malbata Ezer li unîteya lezgîn disekinî, parêzvanên Wezîr Mehdî Eker hatin cem malbatê û ji malbatê xwestin ku li ber deriyê derve wezîr Eker pêşwazî bike. Malbata Ezel û namzeta BDP'ê ya Hevserokatiya Şaredariya Farqînê Yuksel Bodakçi polîsên parêzvan hişyar kirin û gotin, "Eger rayedar dixwazin werin serdanê em li vir in. Hûn çima me hînê dibin ber lingê wî. Yên xemgîn, dilşewat em in, di ser re jî emê biçin cem wî?" û nerazîbûn nîşan dan.
Li ser vê yekê Wezîr Eker û yên pê re çûn cem Mehmet Ezer ê li servîsa lezgîn û ji rayedaran agahî wergirt.
LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN
Piştî serdanê Wezîr Eker der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Tê lêkolînkirin ka zarokê biçûk bi fîşeka gazê yan jî bi kevir birîndar bûye. Wezareta Karên Hundir ji bo mijar ji gelek aliyan ve bê lêkolînkirin du sermufetîşên mulkiye wezîfedfar kir. Mufetîşên danê sibê çûn navçeya Farqînê ji Qeymeqam Berkan Sonmezay agahî stend, ji emniyetê lîsteya polîsên di bûyeran de wezîfedar û yên bombeya gazê bikaranîn wergirt û îfadeya wan girt. Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Farqînê jî der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin."
Wezîr Mehdî Eker îdîa kir ku xeteriya jiyanê ya Erez nemaye û got, "Ne rast e ku bûyerê bişibînin ya Berkîn Elvan. Bûyer ji gelek aliyan ve tê lêkolînkirin."
XETERIYA JIYANÎ DEWAM DIKE
Doktorên agahî dan bav Nazmî Ezer jî gotin, "Herikîna ji guhê wî hînê dewam dike. 4 rojan wê di bin kontrol û çavdêriyê de bimîne. Xeteriya jiyanî dewam dike. Kontrolên me dewam dikin, hêvîdarin wê van 48 saetan derbas bike û piştre tiştekî zelaltir dikare bê gotin."
ANF