Ji bo guhdarîkirinê:
Ez dibêm qey gelek ji we deja-vû bihîstiye û gelek caran hatiye serê we jî. Te dî tu tiştekî dibînî, hinek tişt tên pêşiya te û tu dibêjî min berê jî ev tişt jiyabûn. Gelo we qet jame-vû bihîstiye? Dengê we hate min. Nexwe ez ji we re bi kurt û kurmancî bibêjim: berevajiya deja-vûyê. Vê carê hûn bi carekê de wisa hest pê dikin her ku ketibin nav cihekî xerîb, her ku derober, nas û kûs tev ji we re biyanî tên û hûn xwe pir xerîb û havî his dikin.
Em bi kurd û kurmancî jê re bibêjin awayek “havîbûn”ê.
Havî, ew derûnî ye ku mirov ji ber giraniyeke ruhî giran, paşkêş û bê dilî xwe tevdigere, xwe dida paş. Lê ev ne xwepaşkişandina seba şermê ye, ev bara bêhtir seba hesteke giran e ku pêyên mirovî berepaş dibe û mirov bê hemdê xwe paşpaşkî diçe.
Havîbûn, ew hest e ku tu wê devera nas, wan rûyên derborê êdî bi wê aşînatiya hergav nabînî û niha êdî rengên nas di zêhna te de diçilmisin, dengên nas ji te re xerîb tên û tu êdî herçendî li wî warî yî jî ruh û hişê te ne li wir e. Hiş belawela ye.
Ev gotin çiqas li me tê ne wisa? Li civaka me… Li rewşa me… Li welatê me…
Erê, em niha havî ne û bi bayê jame-vûyeke pir giran ketine, bê serober li rast û çep, ber û pişt digindirin.
Em niha di rewşa gêrbûneke berdewam de ne û berî her tiştî hişê me aloz dibe; peyv mîna gûza derbxwarî ji qalikê xwe derdikevin û hûr hûr dibin, dibin tiştekî din. Em êdî wan nas nakin.
Paşê bi çilmisîna peyvê re tu wate di hebûna me de namîne. Pîroziyên ku me pala xwe didanê, niha havî ne û ber bayê terez gêr dibin. Em li şûna coxîneke vingî vala çongên xwe difirkînin.
Bêhnek din, li gel peyvên me xisletên me jî bê reng dibin, çawa ku peyvên me dengên xwe winda kirin, -dengê wan ket, wisa jî xisletên me yên ku kewara hiş û bîra me ya çandî û tarîxî ne, pif dikin bayê sar niha.
Çav êdî çavan nas nakin di ferhengên me de.
Çend gotinên germ ku me pala xwe didayê û me jê re digot, “wefa”, “hevaltî”, “dostanî” êdî bê kiras in û niha li ber gijlokeke terez pirtî pirtî ne.
Dengê me qet naçe hev, em ji hev re kerr û lal in.
Berê hin tişt hebûn ku em dianîn ba hev, me dengê xwe digihande dengê hev û qenebe bi hev re dikaribûn çend lorîkan bibêjin bo kêlên gornên hev, lê niha miriyên me radestî daxmeyên tunebûnê ne û em li ber xweliya hev çavên xwe dipurpusînin. Me dil qet nemaye, me dil ji mêj ve ji qedefa singa xwe deranîye û mîna tajîyekî berdaye dû nêçîra kelexên ketî.
Em niha kelexxwir in li ser termê hev. Bîra me nayê, îskên girînên hev, di hişê me de cihê qîmetpêdan û paxavpêkirinê bo hev, tenê pifa bayekî terez e. Em ji mêj ve ji bîr çûne ji texma hev, ji bîr çûne ji dil û sewdaya hev. Niha em kundirên ving û vale ne, ba pif dike û dengekî bêserober tê ji gazinên me.
Lewra em dixwazin ji bîr bikin hev, û em dixwazin tavilê biçin ji bîra hev. Em qet neminin ser bal û dêhna hev. Niha em xweliyeke sar in di ber derî û kulekên hev.
Berî her tiştî, wefa havî bû ji ferhenga me paşê dostaniyê da dû, piştre hevaltîyê bar kir ji warê me. Niha em kelexê xalî ne, mîna kewareke bê mêş, bêhna xweliya sar tê ji me.
Dengê me nagihêje dengê hev.
Em ji mêj ve lêve bûne ji hev, ji xewnên hev, ji xweziyên hev û niha me tu rê nemane li îstgeha xwe. Em nas nakin xwe, warê xwe, zarê xwe.
War, ava ye bi zarê xwe, zar ava ye ku bîra xwe. Em çûne ji xwe, ji hingava xwe.
Em jame-vû ye; carina dibe dengê nasekî kevnar, pirî pir dûr, di rastiyê de li tenişta te, lê niha dengê wî xerîb, bêhna wî nenas, peyvên wî dûr û havî… nagirin li tu tengela dilê te. Naseridin li bêjinga hişê te. Û niha hilawîstiye di valahiyekê de; ji jêr diçe jor, ji jor tê jêr lê naedile li tejê ruhê te. Û tew bi bayê terez re direqise.
Niha fîkefîka mirineke belek e li kuçe û kolanên hişê te, wekî gurê ketî nav kozikan berxikan welê nalenal e ji bext û wijdanê te.
Havî, berî her tiştî hemû rengên hişê te beqem dike û belek dibe gewrika ber çavên te. Çu tişt zelal nîn e. Çu deng nas nîn e. Çu rû, dost nîn e.
A soxî, nasekî gotibû –mirov çima hînî derewan dibin.
Qey ji bo di bin giraniya rastiyê de nepelçiqin!
Tişta herî hêsan xwe bi naskirinê danîn bû, bêyî ku qaşo naskirî fam bike.
Her dîtî û belbûyî naskirî nîn e di ferhengê de, nasîn bi zanînê, zanîn bi famkirinê, famkirin bi dilsoziyê… ev nexşeyek bû, bîr me zindî dihêla.
Havî me niha… êra, tu yî?, li ku me?


