Tu hesrên min yê çikyayî ku nikarim li dû te bigirîm
Tu çiyayê min ê herî bilind î ku berf lê nagire
Tu zaroktiya min a herî mazlûm î ku bi dû etarekî winda dibî
Tu erşa dinyayê ku hemû ezman li te hatiye xezebê
Tu masiyê çemê xwe yî ku nagihîje tu behran
Tu rengê dinyayê yê herî reş î
Tu pêre rûreşiya dinyayê...
Tu zarokekî hembêzkiriyî ne li cem tu kesî
Tu kalemerekî bi siûd î di hembêza zarokekî...


