logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

  • Dîrok: 11/09/2013
Min pirsek gelek hêsan ji Şêxmûs Sefer kir, ligel mînakek. Lê bersiva birêz Şêxmûs Sefer çi bersiv da! Xwezî em hînê lixwemikurhatinê jî bibana.

A rast meseleya Kongreya Neteweyî li rojevê ye, li Rojava şer didome, li aliyê din xebatên alîkariyê yên ji bo Rojava didomin, KCK’ê biryara rawestandina vekişandinê daye, li Başûr hilbijartinan dest pê kiriye, li Bakur hilbijartinên herêmî nêz dibin, BDP û HDP’ê bi hev re biryar da… Bi kurtahî gelek tiştên girîng ku mirov li ser bisekine hebûn, lê nîqaşa di navbera kesan de jî bi ya min bi qasî ev tiştên min qal kir girîng e. Helbet ger nîqaş di asteke bilind de be. Mixabin ezê mijarên jor bidim aliyekê û ezê careke din qala birêz Şêxmûs Sefer bikim.

Ez “Baqê nîskan” li hêviya xwendevanan dihêlim, bila ew binirxînin, ka mînak bi ku ve, ber bi kî ve diçe..

Ezê bi kurtahî gotinên birêz Sefer bidim û gotina xwe bibêjim…

- Li gor wî “Agahiyên min nîn in”…
Bi têra xwe agahiyên min hene li ser pêvajoya ku hatiye jiyîn. Min herî hindik bi 6-7 kesên raste rast di nav vê meseleyê de bûne re xeber daye. Di dan û standina min a e-mailê bi Şêxmûs bi xwe re de jî, Şêxmûs ev gotinên ku di vê nivîsa xwe de rêz kirine jixwe anîbûn ziman û gotibû “ez naxwazim tu van biweşînî.” Yanê gotina wî ya “Ji min bipirsiya”… jî bi awayekî li hewa dimîne.

- Dibêje “Ez bi vê yekê serbilindim ku di vê saziyê de xizmetekê ji ziman û rêxistinbûna niviskariya kurdî dikim.” (qala PEN’a Kurd dike)
Ma di Komeleya Nivîskarên Kurd de te ev yek nedikir, çi guherî? Li wir tu ne serbilind bûyî…

- Dibêje, “Ev nêzî çar mehe ku em di rêvebiriya Navenda PENa Kurd de ne lê herî kêm me çar karê pîroz jî kir” û qala çûne ber Deriyê Sêmalka, deriyê girtîgeha Sîlîvrî û hwd dike.
Li ber Deriyê Sêmalka hin kesên bi Sefer re Berken Bereh, Îlhamî Sîdar, Mem Mîrxan, Serkeft Botan, Hayrettin Çelik, Omer Dilsoz (biborin navên kesên din min ji bîr kiribin) hebûn. Ê heyrana çavên te, tu Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ba jî heman kes, ji bo heman mijarê dê bi te re nehatana ber Deriyê Sêmalka. Çawa we li ser navê PEN’a Kurd li qir daxuyanî xwend, we nedikarî wekî Komeleya Nivîskarên Kurd jî li wir daxuyanî bida?.. Ma ji ber ku tu bûyî Serokê PEN’a Kurd we karî herin?... Meseleya çûna ber deriyê Dadgeha Sîlîvrî jî heman tişt e. Ma tu Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ba tu û hevalên din we nedikarî herin Sîlîvriyê?.. Qey di Komeleya Nivîskarên Kurd de “karên pîroz” nedikarîn bêne kirin?

- Dibêje, “Bila dilê editorê malpera ‘min’ rehet be berî meseleya PENa Kurd jî me xwestiye gelek caran jibo çalakî û hin tiştên din jî bicivin lê hejmara me ji ya vê dawiyê ne pirtir bû ye.”
Ev yek ne meseleya edîtorê malpera ‘te’ ye, kêmasiya te û rêveberiya ku tu serokê wê bû bixwe ye. Ger li cihek rêveberî bi xwe hemû beşdar nabin, nikarin beşdariyan çêbikin bila pêşî ji xwe bipirsin çima, ne ji derve. Ger li saziyeke kar baş naçe, bila pêşî rêveber ji xwe bipirse, ne ji derve…

- Dibêje “Eger min bixwesta istîfa bikira min ê rûpelek binivîsanda bes bû.Kê gotiye jibo ez istîfa bikim dixwazim rêvebiriyê bicivînim?”
Ez dibêjim. Rêveberî necive tuyê îstîfaya xwe bidî kî? Yan îstîfaya xwe binivîsî, li ser maseyê daynî, derî bigirî û herî; kî hat hema bila lê binêre… Çiqas bêyî îstîfakirinê çûyîna te ya ji bo saziyeke din şaş be jî, li saziyên kurdan rêgezek heye; Serok kongreyê dicivîne, bi ser nekeve, yan kongre bi xwe, yan jî saziyên din komîsyoneke ava dikin û xebata ji bo serdema nû dispêrin wê komîsyonê. Bi gotineke din, di nav saziyên kurdan de kes tune bin jî, hin kesên din miheqeq ji bo domandina saziyê tên ser hev, xwedî lê derdikevin. Di serdema nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd de jî ev çêbûye û baş jî bûye.

- Dibêje “Komele nayê girtin,mixabin! Kê ew agahî da be te ji kerema xwe re jê re bêje ku bila roja şemiyê were kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd û paşre te agahdar bike.”
Min wisa gotibû, “Bi kurtahî niha komele hatiye ber girtinê”…
Ne hewceye ez ji cihekê agahî bigirim, yan kesek agahî bide min. Ez careke din xwedî li vê gotinê derdikevim. Divê serê pûşperê de kongreya komeleyê li dar biketa, ji ber nivîskar nehatin bi paş ve hat xistin. Tam sê mehan deriyê komeleyê bi awayekî girtî ma, tu xebatek nehat kirin. Di serdema ku rojeva kurdan bi Rojava, Kongreya Neteweyî û gelek meseleyên din re gur e de, komeleyê sê mehan bê rêveberî maye, tu xebatek nekiriye… Ma em êdî li benda girtineke çawa bin?..
Pirsa min a “Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin?” pirseke provakatîf bû. Armanca wê ew bû zêdetir balê bikişîne ser komeleyê, kesên heta niha xwedî li komeleyê derneketine jî rabin bibêjin “çawa komeleyeke me ya bi navê kurd ku bi awayekî fermî me bi dewletê daye qebûlkirin bê girtin?” Ev yek gihîşt armanca xwe jî. Bala gelek kesan kişand jî.
- Dibêje “Ya din eger ewqas hinkes di taya girtina Komeleyê de ne çima nayên hêzekê nadinê? Diyare mesele ne ev e.”
Qet miraq neke, niha jî, di demên pêş de jî yên di taya komeleyê de bin hene û dê hebin jî. Jixwe di kongreyê de xêrxwazên kurdî, dilsozên kurd rabûne xwedî li komeleyê derketine. Ez wan pîroz dikim. Bi ya min tiştek baş kirine. Helbet emê wan jî bişopînin, hebin kêmasiyên wan emê wan jî bînin ziman. Deynên kesî li me tune ne em li ber serê xwe deynin. Helbet piştgirî hewce bike emê wê jî bikin.

Ez wisa nivîsê girê bidim:
Heta kongreya PEN’a Kurd çi hatibin gotin, çi civîn çêkiribin, birêz Şêxmûs Sefer di nivîsa xwe de çi gotibin, em bibêjin di hemûyan de Şêxmûs Sefer mafdar e, (ku bi ya min ev ne wisa ye û ez hêvî dikim rojekê dê şahidên vê demê biaixvin) qebûl.
Ez hemûyan didim aliyekê û pirsa xwe ya hêsan dubare dikim: 
 “Bi ya min haya rêveberên Komeleyê heba jî tuneba jî Sefer heta ji Serokatiya Komeleya Nivîskaran îstîfa nekira divê peywireke wisa negirta. Lewma ev tiştek etîk e.”
“ Çawa kesek serokê saziyek be bêyî jê veqete bê bibe serokê saziyek din? Li kîjan pîvanên etîkê ev yek heye? Mînak Serokê rêxistineke BDP’ê here bibe Serokê rêxistineke KADEP’ê bêyî ku ji serokatiya xwe îstîfa bike”…
Helbet ev mînak li zora birêz Sefer çûye û gotiye: “Du saziyên sivîl yê nivîskariyê çawa dikare bi du mînakên cuda yê rêxistina Kurda bê muqayesekirin. Mînak kîjan sazî BDP’ye û kîjan KADEP’ e?!”
Kîjan BDP ye, kîjan KADEP e bila ew ji xwe re hilbijêre… Lê ew çawa du saziyên sivîl bin, yanê saziyên ji hev cuda bin, bi rêzikname û xebata xwe ji hev cuda bin, BDP û KADEP jî bi heman awayî ji hev cuda ne.
Ew her du saziyên sivîl çawa ji bo vî zimanî kar dikin, ew her du saziyên siyasî jî dîsa ji bo heman zimanî xebatê dikin. Ev mînakek gelek di cih de ye.
Ji bo min etîk girîng e. Birêz Şêxmûs Sefer diçe kîjan saziyê, dibe serokê kîjan saziyê ne xema min e. Lê dema ji cihek here cihek din, divê li rêz û rêçikan bê nêrîn. Ev mesele ne tenê ji bo birêz Sefer derbas dibe. Ji bo her kesî ye.
Ez nabêjim Komeleya Nivîskarên Kurd ji PEN’a Kurd xebatên baştir dike, jê girîngtir e, yan PEN’a Kurd ji Komeleya Nivîskarên Kurd girîngtir e. Ez vê nêrîna xwe niha ji bo xwe dihêlim. Lê qala etîka derbas bûna ji cihek ber bi cihek din ve dikim.
Û ez pirsek din jî niha lê zêde dikim: PEN’a Kurd ku di destpêka Komeleya Nivîskarên Kurd de nehiştiye komele navê “Kurt Pen” bi awayekî fermî bikar bîne, bêyî ku di vî warî de xwerexneyiyek bide, yan jî li xwe mikur bê, çawa dibe ku mirov dest ji komeleyek ber dide û diçe dibe serokê wê… 

Bila rêya Şêxmûs Sefer vekirî be.
Gotina dawî jî ji bo nivîskariya wî ya Diyarnemeyê: Ji ber ku min rexne li Şêxmûs Sefer kiriye, wî gotiye ezê êdî nenivîsim. Bila ew sax be… Jixwe ji îro pêde ezê nikaribim rexne li nivîskarên din ên Diyarnameyê bikim. Nexwe Diyarname dê bê nivîskaran bimîne! Em çi bêjim…
***


Têbiyinek ji bo rêveberiya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd: Rêveberiyeke nû hat avakirin. Rêbaza hevserokatî li wir jî hat pejirandin. Bi hêviya ku dê her du hevserok jî (her yek ji aliyek ve) xebatên xurtir bike. Rêveberiya nû ya komeleyê ji bo 10 saliya xwe Xelata Rûmetê da helbestvan Ehmed Huseynî. Berî xelatdayînê, piştî xelatdayînê jî me di Diyarnameyê de cih da wan, ji ber ku bi ya me jî xebateke hêja bû. Ehmed Huseynî jî ev yek heq dikir. Lê du rexneyên min ên biçûk hene:
- Ji bo 10 saliya komeleyê hê çend meh hebûn (vekirin 2004 e), çi leza we hebû, we nikarî çend mehên din jî bisekinin?..
- Xwezî we ligel plaketek pere jî diyarî bidana. Û ez hêvî dikim di xebatên xwe yên pêş de hûnê vê yekê bikin. Bi ya min mîqtar ne girîng e. Dilxweşkirin girîng e. Ne ku ez dibêjim plaket dayîn tiştek xirab e. Na. Helbet ev jî qedir girtineke mezin e. Lê nivîskarên me yên ku yek jî wisa ne dewlemend e, xelatkirina ligel plakete bi pereyan jî dê dil xweştir bike.
Li gor agahiyên ku gihîştin ber destê min Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd dê lezê bide xebatên xwe. Bila ew bizanibin ku wê hem destê me yê hevkariyê (ez nabêjim alîkarî, bi ya min divê em bi hev re ne alîkarî, hevkarî bikin), hem jî gotina me ya rexneyê dê her hebe. Bi hêviya serketina wan… 
 
cemilo@diyarname.com
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Notên ji 2'yemîn Kongreya DTP'ê: Serê her gotinê kurd bû

  • 21 Tîrmeh 2008

 Hema bêje di deh salên rojnamegeriya xwe de min hemû kongreyên DTP'ê (yên asayî, yan jî awarte) yên mezin şopandine, ez li wir amade bûme wekî...

Li ser zimanê Diyarnameyê ji bo baldariya çend nivîskaran

  • 16 Adar 2011

Her dem, ez gotinên xwe raste rast dibêjim. Carinan ez ji vê zirarê jî dibînim, bila... Mesele ev e: Ez ji gotinên Îbrahîm Seydo Aydogan ên di facebooka wî de aciz...

'Qir li nifşê nivîskarên kurd ên li Sovyetê ket'

  • 20 Sermawez 2006

Dema ji parçeyeke kurdan a din kurdek tê cem me û em sohbetê dikin gelek kêfa min tê. Min berê nizanibû çima, lê kurdên me yên li Sovyetistanê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li hemberî Demîrtaş hewldanên rûmetşikên

ad

Xelata Aştiyê dan nivîskar Carolin Emcke

ad

Charlize Theron jî bû Qasida Aştiyê

ad

Kongreya HRRK'ê dest pê kir

ad

Tûrnûvaya Newrozê ya Fûtbolê dest pê kir

ad

Keştiya şer a Rusyayê noqav bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname