Xweseriya li Belçikayê
Fêrgîn Melîk Aykoç
Xweserî; li gor hemû þirove û nirxandinan bi kurt û kurmancî tê wateya, li ser bingehê birêkxistin û nûneriya hemû cudahiyan, bi dîzayn û rêorganîzekirineke xwerû û nû bidestxistina statû yan jî otonomiyeke li gor pêdiviyên demê îfade dike. Bêguman di wateya xwe bi xwe xwe rêvebirinê de ye jî.
Li gelek welatên Ewropê formên xweseriyan hene, Her welat navên cûda lê dikin. Wekî mînak li Swîsreyê jêre kanton, li Belçîka jî jêre Xweseriyên zimanî dibêjin. Ev li welatê Birîtanya jî di formeke din de ye. Li Spanya jî xwenasê formeke xwerû ye. Lê di giþtan de hin aliyên hevbeþ hene. Wekî mînak parlemena xweseriyan, Waliyên wîlayetên xweseriyan, heta gerînendeyên ewlekariyê bi hêla gel ve tê hilbijartin. Hêzên ewlekariyê bê destûra þaredarî û xweseriyan nikane tu êrîþê pêk bîne.
Welatê Belçîka xwedanê hin taybetiyên xweser e. Di gelek waran de ji xweseriyên welatên din cudatir e. Dem bi dem di pergala birêvebirinê de guhertin hatine çêkirin. Lê di warê xweseriya bi rengê federalizmê de bi bendên gelek zirav bi hev ve girêdayîne. Di hin waran de di mijarên têkiliyên navnetewî de jî xweser xuya dikin.
Belçîka welateke qiraliyet e. Cara yekem mîritiya heremê di sala 1830’yan de qiraliyeta xwe îlan kir û serkariya Belçîka bi vî awayî derket pêþ. Ji wê dema avakirina xwe hetanê salên 1970’yî her çendî qedexeya zimanan nebû jî, yekîtiyeke gelek hiþk bû û serkariyeke navendî bû. Ji neh wîlayetan pêk dihat.
Di sala 1970’yî de cara yekem reformeke bingehîn ya sîstemê pêk hat. Di vê reforma yekem de li gor heremên zimanan wekî dewleteke federel bi nû ve hat rêorganîzekirin. Li gor vê Li herema Valonan federesyona Valonan, li herêma Flemanan federesyona Flemanan, li deverên alman jî lê dijîn xweseriyeke biçûkê heremî ya almanan pêk hat. Bruksel jî wekî cîgeheke taybet û xweser ma.
Her Federesyon xwedanê parlementoyên xwe ne. Ev parlemento ji bo 5 salan tên hilbijartin û hemû kar û barên federesyonê bi rê ve dibin. Di sala 2001’ê de jî reformeke nû pêk hat. Lê ji ber ku fleman zêde ne û heremên flemanan dewlemend e, di warê parvekirinan de gelek pirsgirêk derketin. Ji wê jî ev nêzîka salekî bû ku Belçîka bê serkarî mabû. Teze van rojên dawiyê serkariyeke ji koalîsyonê pêk tê hate avakirin.
Dewleta Belçîka bi hêla qiraliyet û parlamentoya navendî ve tê temsîlkirin. Hemû yasayên nû jî bi hêla vê parlamentoya navendî ve tê derxistin. Ev parlemento ji 150 parlamenteran pêk tên. Ji van 62 parlamenter yê valonan û 88 parlamenter jî yê flemanan e. Dîsa seneto jî heye, seneto jî ji çar salan carekê tê hilbijartin. Fonksiyona qiraliyetê hatiye kêmkirin, wekî sembol, yan jî serok komarê Tirkiyeyê. Qiraliyet tenê bi karên îmzakirinan ve meþgûl e, mudaheleyê parlemento û serkariyê nake.
Xweseriyên yekgirtî ango forma federasyonê ku li ser bingehê zimanan hatiye avakirin. Xwedanê parlementoyên xwe yên wekî Kongra Civaka Demokratîk (KCD) in. Ku Bruksel jî bi serê xwe ye, ango xwedanê xweseriyê ye. Lê valonên li Brukselê di nava parlementoya Valonan û flemanê wir jî di nava parlementoya flemanan de cihê xwe digire.
Erkên van xweseriyan
Erkên xweseriya yekgirtî ya li gor zimanan ev e.
Ev xweserî hemû erkên çandî, perwerdehî û îdarî di destê xwe de digire. Dîsa di warê avadanî û kargehan de berpirsiyar e. Li ser van erkan xweseriya heremê biryaran dide. Serkariya navendî tevê karên xweseriyan (yan jî federesyonan nabe.)
Dîsa hemû têkiliyên van xweseriyên bi yasayên navnetewî re têkildar jî bi destê xweseriyan tê bi rê ve birin. Gelek caran têkiliyên aborî yên bi welatên cîran re bi destên xweseriyan tê birêvebirin.
Li her Xweseriya li gor erdnigariya ziman hatiye pejirandin. Zimanê fermî zimanê xweseriyê ye. Zimanê din wekî zimanê biyanî tê xwendin. Wekî mînak Fleman ne mecbûr in ku fêrî fransiya valonî bibin, lê bixwazin dikanin di dibistanê de wekî zimanê biyanî fêrê fransiya valonan bibin. Ev ji bo valonan ji wiha ye.
Wîlayet
Xweseriya Valonan ji pênc û ya Flemanan jî ji pênc wîlayetan pêk tê. Her wîlayet jî xwediyê saziyên xwe yên taybet in. Meclis yan jî encumenên meclisa wîlayetê pêk tînin þeþ salan carê tên hilbijartin. Walî jî bi destê vê meclisê tê hilbijartin. Dema mirov li rewþa wîlayetan dinêre wekî xweseriyên taybet xuya bikin jî, karên di destên wan de gelek kêm in. Ew bi giranî biryarên xweseriya li gor zimanan bi rê ve dibin.
***
Nivîsên di nîqaþa "LI DINYAYÊ XWESERÎ" de hatine weþandin:
- Zekî Ozmen: Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk
-Îsmaîl Dîndar: XWESERIYA DEMOKRATÎK ÎRO NEBE KENGÎ?
- Omer Dilsoz: “Xweseriya Demokratîk” û modela Baþûr
- Em 'LI DINYAYÊ XWESERÎ'yê nîqaþ dikin
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Þerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifþê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewþenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan