logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Dîrokzanên fantezîhez

  • Dîrok: 22/12/2014
Li gundê me kalepîrek hebû, çil çîrokên wî yên dîrokî hebûn giş li ser dara hirmiyê bûn. 
Piştî şîva bi tirşika nokan û berî xewa ku bi tir û fisên pîritiyê dihenijî, wî pişta xwe dida balgîva xalinî li ber argundê arê ku bi êzingên dara mazê odeya bê çira germ û ronik dikir, wî dikuskusand û çirçîrokên xwe yên hinekî mîtolojîk, hinekî dîrokî , hinekî efsaneyî û gelek bi fantezî ji çar kurên xwe par dikirin;
Ji wan kurên ku wekî min hinekî çirpî kêm, her yek xwedî çîroka xwe derdiket; bi tune hesibandina yên birayên din, bi tinaz û biçûk dîtina çîrokên dîroka birayên din ên ji pişta bavekî… 
Radibûn rûdiniştin, hemû birayan-kurên kalemêr ên ku diya wan digo, ‘xwezî di wan şevan de bayek li ber min biçûya, lêêê’… 
…Ji bê totikiyê her yekî dîroka bapîrên xwe bi çîroka xwe dest pê dikirin. 
Lê çîrok û dîroka birayên din...!?    
Ên gotî gotine ‘ji çilî yê biaqil ew bû wî jî kincên xwe dixwarin’
Ji mêj ve ye, piştî salên nodî ta niha, mijara dîrokê li ser zarê hinên ku hê cila xwe ji feodalîzmê nenûştî ne babeteke germ, fantaziyeke serxweş û li xwe xweş anînek e.

Wek hatiye gotin, de here lo ‘tir li ku das li ku’!
Ku rewş û hal bû ev, divê bo meşrûyetê û ispata dîrokî ya gundê xwe em ji wan çîrokên li ser dara hirmiyê; ji yên ku bi min, bi malbata min, bi gund û eşîra min, bi bajarok û bajarê min, bi mîr û paşayê min… an jî ya ku bi partiya min dest pê dike; tu kîjanê dixwazî?
Kurdan gotiye ‘bila sor be du qurişên xwe zêde bin’
Ji lew, ez yeka ku kurdekî Kirmanşahî jî kurdekî Hewlêrî jî, kurdekî Efrînî jî kurdekî Semsûrî jî jê bawer dike, xwedî jê derdikeve, ya xwe dizane;  ez yeka hevpar û yeka bêyî ku mîr û pêşeng, êl û xanedanek xwe bide pêş, dîrokê bi xwe bide dest pê kirin, yeka rasteqîn û netewî ku xelk tinazên xwe pê bi me neke dixwazim.

Wekî yên li ser axê dijîn, dîrokeke axê jî heye. 
Ax! xaka kurdistanê…
Ku dîroka li ser xaka min bi tevahî ji destê bapîrên min nehatibe lêkirin jî, ku di arşîvên netewên yekbûyî de qeydeke navê kalên min tunebe jî, lê her bihosta kurdistanê li ser navê kurdan bi tapo ye.
Yên ku ji dîrokê mane; çi keleha Bilîsê, çi qesra Îshaq Paşeyî, Heskêf, Keleha Hewlêrê, Mîdyad û çi jî Kommageneya ku Sargonê Asûrî yê II’em BZ 712’an, PZ di sed sala yekê de Romayiyan û di sala 1991’ê de Çoban Sülü û Turgutê Tirk talan û wêran kirin, 
dîrokek-serdemeke bêhampe ya vê xakê di binê ava Ferêt de xeniqandin…!

Ku yekî gotibe, ‘dîrok qehpika desthilatdaran e’ jî, lê qey dibêjim a kurdan hêj di nivîna desthilatdariyê de xwe tazî nekiriye, qe nebe niha wisa ye!
Dibe ku bo hinan dîroka kurdan bi partî, bi parçeyê kurdistana xwe, bi zaravayê zimên(kurmancî, kirmanckî, soranî, goranî) bi mehseb û ola xwe (şafî, henifî, elewî, êzdî) ku mînîmîze bibe, bi gund û eşîra xwe dest pê bike jî, lê ya rastî hemû yek in, ji hev ne dûr in… kurd in ên kurdistaniyan in. 
Nexwe xelkê rabin bibêjin, we dî! dîroka kurdan dîroka mîr, pêşeng û partiyan e?    
Qey wisa ye? dibêjim qey ne wisa ye!
Erê fantezî xweş in û bindest hez ji wan dikin.
Lê bêyî qompleks, bêyî ku ji hinan re meşrûyet û hebûna dîrok kurdan û yên ji cultura kurdan in, werin ispatkirin û di derbarê dîrokê de, bêyî ku fanteziyên eletewş  werin avakirin, her çiqas ku di nav destên siyasiyan de konferansek taloq taloqî bûbe jî, lê piştî ku gerîla û pêşmerge di heman eniyê de mil bi mil şer û berevaniya xaka kurdistanê kirin, divê ji bo dîroka kurdan êdî bête gotin; 
 ‘berî Kobaniyê piştî Kobaniyê’
We go çi?         

Bo saleke xweştir; bi hêviya ku mirov ji mafên însanî re û ji hemû mafên jiyanî yên afirdeyên xwezayê re rêz bigre, sersala we ya mîladî pîroz be!

Hin Nivîsen Nivîskar

Bo kurdî baş e ku qereçî hene!

  • 14 Adar 2021

Kê anîne, kengê anîne nizanim, lê dibêm baş e ew hatine welatê min, ketine nav me; baş kirine, bi xêr hatine…Wê rojê nivîskar û berhevkar Zekî...

Aloziya nivîsandinê

  • 03 Kewçêr 2016

Çi wext ku roj bi ser hev de diqulibin û dema lêkirina nivîsa ji bo quncikê ‘Siya Pênûsê’ yê di malpera Diyarname de tê da ku xwe û wê...

Cubelî Ehmedên li taxa sosyal medyayê

  • 29 Adar 2020

Ez dibêm vê qonaxê bi salên du hezaran re dest pê kiriye (!) hin dikarin bêjin, na lo, bi belavbûna tora medyaya cîvakî re dest pê kiriye!Ku bêm vê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Cejna Zimanê Kurdî hin pêşniyar

ad

Bienalê rekor şikand

ad

Ji bo îfadeyê gazî 'Gerînendeyên Nobedar' kirin

ad

Ev forma bi 10 mîlyon dolarî hat firotin

ad

Qedexeya 'Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû' ji wezîr pirsî

ad

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu çû serdama Şaredarê Amedê Mizrakli

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname