Êdî bi kurmancî di her warî de nivîs têne nivîsîn. Ev ji bo ziman dibe sedemên pêşketin û birûyan; ziman bi pêş dikeve û di her warî de piratîk xwe dide der. Ji birûyan jê ya herî bi jan jî ev e ku hin têgeh û derbirîn ji zimanên din peyv bi peyv têne wergerandin.
Hêviya me ji saziyan û TZPKurdî heye ku lijneyeke ji derdorên fireh bi rê bixe. Hîç nebe salê carekê hin têgeh û derbirînan binirxîne, peyv û derbirînên hatine/têne afirandin binirxîne, biryar û encaman der bixe.
Wexta em behsa kurdî dikin bi sedhezaran peyv bi bîr tê û di heman demê de bi hezaran peyv li ber mirinê ne, êdî di pratîka jiyanê de nayên bikaranîn. Lijne dikare ji bo binavkirina hin têgehan wan peyvan bikar bîne. Peyvên ku em behs dikin gelek jê jî herêmî ne. Ezê li vir peyveke ku li herêma Varto tê bikaranîn wekî mînak bidim. Peyva “dûş” e. Wateya, “hîza”a bi tirkî dide der. Ger em ji bo vê peyvê li wateyeke zanistî û têgehî bigerin emê bikaribin wekî, “DÛŞERÊ” pêk bînin û di dewsa “yorunge”yê de bikarbînin. Na min niyet tune ye peyvan çêbikim. Lê îro ev rewş gelek xebatan li ser her kesî ferz dike. Wekî me got ziman di her warî de tê bikaranîn.
Ji bo derbirînan û biwêjan jî xebateke din lazim e. Di vî warî de jî tevliheviyek heye. Mînak di kurmancî de ji bo derbirînên formî ên zor wiha tê gotin: “Zimanê min lê nagere.” Di tirkî de wateya, “anlatamiyorum” dide der. Ev derbirîn di heman demê de ji bo tiştên derî exlaqê jî tê bikaranîn: “Zimanê min lê nagere ez wan gotinên ne li rê bêjim!” Ev jî di tirkî de wateya, “dîlîm varmiyor” dide der. Tevliheviya em behs dikin bêhtir di nivîsên bi tirkî hatine fikirîn û bi kurmancî têne nivîsîn de xwe dide der.
Di wêjeyê de bikaranîna peyvên herêmî dibe ku gelek ne li cih be lê êdî wext hatiye ew peyv giş bêne berhev kirin. Hîç nebe malperek dikare cih bide xebateke wisa; her kes peyv, qalibên derbirînan, biwêj û gotinên pêşiyan bi rê bike wê gelek fêde bigihîne ziman. Îro roj hewcedariya ziman bi gelek peyv û têgehan heye.
Ziman û zanista ziman helbet warekî din e lê ev gelş bandor li wêjeyê jî dike.
Nîşe: Ji kerema xwe re bila kes peyva “dûşerê” li ber çav negire wekî me got ev mînakek bû me da.
Sê wêne:
1- 
2- 
3- 


