logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Graf von Stauffenberg

  • Dîrok: 17/12/2023
Ji bo guhdarîkirinê:
 
 
Claus Schenk Graf von Stauffenberg ji malbateke xanedan a alman bû. Piştî lîse qedand, bi piştgiriya bavê xwe biryar da li dibistanên leşkerî bixwîne.
Di sala 1933’yan de li Almanyayê Adolf Hitler hate ser text. Staufenberg wî wextî bûbû xwedî rutbe. Fikrên Hitler ên nijadperestî ketibûn serê wî. Bawer dikir ku pirsgirêkên heyî dikarin bi gotin û pratîkên serokekî bi hêz pêk were.
Heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn di sala 1939’an de bi êrîşa Almanyayê ya ser bi Polonyayê dest pê kir, ew hem wekî fermandar di nava artêşê de bi peywir bû û hem jî xwendina xwe ya di dibistanên leşkerî de didomand.
Ew êdî bûbû fermandarekî leşkerî yê Almanyayê di nava Şerê Cîhanê yê Duyemîn de. Ewilî tevlî şerê dagiriya Polonyayê bû. Piştre ji Belçîka bigire, heta Fransa û Sovyetê di nava eniya şer de cih girt. Herî dawî jî ji bo eniya li bakurê Afrîkaya hatibû peywirdarkirin. Ev eniya şer a dawî bû ku tevlî dibû. Çîrok û navdariya wî ya dibe dîrokî ji vir û pê de destpêdike.
Ew li Tûnisê di encama bombebarana îngilîzan de bi giranî birîndar bûbû. Cihê tedawî û piştre jî peywira wî ya leşkerî êdî Almanya bû. Ew ne yê berê bû, baweriya wî ji Adolf Hitler şikestibû. Êdî difikirî ku Hitler Almanyayê û dinyayê ber bi felaketê ve dibe, divê pêşî lê were girtin.
SUÎKASTA DIJÎ HÎTLER
Bû serkêşê darbeyeke leşkerî li dijî Hitler. Di 20’ê tîrmeha 1944’an de li Berlinê çenteyek tê de narincok heyî di odeya ku Hitler tê de civînê bike bi cih kir. Lê Hitler ji vê planê filitî, ji ber hê nehatî odê, narincok teqiya bû. Claus Schenk Graf von Stauffenberg roja dî digel sê hevalên xwe yên di nava plana kuştina Hitler de serkêş bûn hatin girtin û bi şev jî bi fermana Hitler hatin gulebarandin.
Dîroknas li ser bawerî û veguherîna fikrên Stauffenberg ên derbarê girêdana wî ya berê bi Hitler ve, nijadperestî û dijberiya wî ya berê ya cihûyan, hê jî xwedî dîtinên cuda ne. Lê ji ber wêrekiya wî ya hewla kuştina Hitler, hurmet jê re tê girtin.
Çima behsa çîroka Claus Schenk Graf von Stauffenberg dikim?
FATÎH ALTAYLI, ŞÊX SEÎD Û HÎTLER
Rojnamevanê tirk Fatih Altayli wê rojê di bernameyekî de got: “Li Almanyayê mantiqê ku navê kolanekî “Adolf Hitler” be heye lê (li Amedê) navê bulvarekî Şêx Seîd be tune ye. Erê Hitler tawanbarê şer e, Almanya biriye felaketê, felan mêvan… Lê di encamê de Hitler bi hilbijartinê hatiye ser text û xiyanet li Almanyayê nekiriye… Erê, siyasetvanekî berbat e, zilamekî dewletê yê berbat e, dîktatorekî faşîst e, filan bêvan lê belê ne xayîn e. Bi daxwaza xwe û bi zanebûn nexwastiye Almanyayê dagir bike, nexwastiye Almanyayê parçe bike. Neketiye derdê ku parçeyek ax ji Almanyayê bike. Ji aliyê dewleta Almanyayê ve nehatiye darezandin û wekî kesekî xayîn nehatiye îlankirin…”
ENCAMÊN JI HÎTLER DERKETIN
Ew wiha behsa Adolf Hitlerê ku dixwest nijada alman serdestî cîhanê bibe dike. Hitler ne tenê serdestî, dixwest nijada alman li gora wî form jî bigire; ji wê yekê zêdeyî 200 hezar kesên ji aliyê bedenî û yan jî hiş ve bêmecal bûn di çarçoweya Bernameya Euthnasie de da kuştin. Bi Holocoustê 6 mîlyon cihû li seranserî Ewropayê di kampan de fetisandin û kuştin. Bi deh hezaran Sintî û Roma kuştin. Bi sed hezaran dijberên xwe yên siyasî, yên komunîst, sosyalîst û sendîkavan kuştin. Bi deh hezaran homoseksuel kuştin. Ji ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku wî da destpêkirin derdora 20 mîlyon leşkerên wî û yên welatên din hatin kuştin. Zêdeyî 50 mîlyon sivîl li seranserê cîhanê di encama şerê wî de hatin kuştin. Kolekirin û bi darê zorê xebitandina êsîr û sivîlên ji gelên din jî parçeyekî dîroka Hitler in.
HÎTLER XWE KUŞT; HEVKARÊN WÎ HATIN DARIZANDIN
Eslê meseleyê jî ev e ku dibe gelek mirov hê nizanibin; Hitler xwe kuşt, ji wê yekê nehat darizandin. Lê hemû hevkarên wî yên hatin girtin di Doza Nurnbergê de bi sûcên wekî “tawanê şer”, “tawanê li dijî aştiyê” û “tawanê li dijî mirovahiyê” hatin darizandin û sezakirin.
LI ALMANYAYÊ HER TIŞTÊ HÎTLER QEDEXE YE
Li Almanyaya îro pesindana Hitler û rejîma wî, wêneyên wî, pirtûka wî ya bi navê “Şerê min” û her tiştê dikare bibe pesindana bîrdoziya wî qedexe ye.
Lê beravajiyê Hitler, navê Claus Schenk Graf von Stauffenberg ku hewl da wî bikuje li kolanên zêdeyî 40 bajarên Almanyayê hatiye kirin. Li hinek bajaran navê wan kolanan “Graf-von-Staufenberg-Strasse” ne, hinek "Staufenbergstrasse" ne û hinek jî "Staufenbergweg" in.
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Rêzefîlm sosyolojiya civakê diguherînin

  • 01 Tebax 2019

Wextekî li Tirkiyeyê rêzefîlmên brazîlî gelekî dihatin temaşekirin. Lê êdî ev demeke li gelek welatên dinyayê rêzefîlmên tirkî...

Barê min sivik bû!

  • 22 Kewçêr 2015

Li Ewropayê dengdayîna hilbijartinên pêşwext ên 1’ê sermawezê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ev çend rojeke destpêkiriye. Bi vê...

Nazîbûn yan jî welat çiqas ji dîroka xwe direvin

  • 13 Adar 2017

Tansiyona bilind a referandûma Tirkiyeyê bûye rojeva sereke ya welatên ewropî. Li welatên mîna Almanya, Avusturya, Swîsre û Holandayê ahengên hilbijartinên...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Obama û Clinton êdî bi hev re ne

ad

Bila!

ad

Dewletê nehişt nivîskar herin Rojava

ad

Tîmên ji koman derketin diyar bûn

ad

'Spotify' jî ji Tirkiyeyê diçe

ad

Xelata Sakharov dan muxalifê Kubayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname