Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises meha borî albuma xwe bi navê "Yagmurla Gelen Kadin" derxistibû û têde strana bi kurdî "Şemamê" jî xwendibû. Tatlises niha dixwaze ji bo vê stranê klîbeke bikişîne.
Albuma Tatlises meha borî ji DMC'yê derket û di 15 rojan de 135 hezar heb firot. Komeleya Sazkarên Muzîkê (MUYAP) xelata "Plata Zêrîn" dide albuma ku herî zêde hatine firotin. Bi vê firotinê albuma Tatlises mafê bidestxistina xelatê girt jî. Lewra îsal albumên ku derketin hê yekê jî hejmara firotina 100 hezarî derbas nekiriye lê "Yagmurla Gelen Kadin" (Jina ku bi baranê re hat) a Tatlises hejmara 100 hezarî derbas kir jî.
Di albumê de stranên wekî "Yagmurla Gelen Kadin", "Daglar Daglar" a Bariş Manço, "Batan Gun Kana Benziyor" û "Kara Bulutlari Kaldir Aradan" ên Sadettin Kaynak, "Davaci", "Kolbasti", "Agamda Şimdi Gelir", "Yalanmiş", "Yara Bende", "Antebin Kalesi", "Nideyim" jî têde bi giştî 13 stran cih digirin. Û strana bi navê "Şemamê" jî bi kurdî hatiye xwendin.
Tatlises di vê albumê de pêşî ji bo strana "Kim Çeker" klîb kişandibû û wekî klîba duyemîn a albumê jî dê ji bo strana bi kurdî "Şemamê" bikişîne.