Konvoya dawetekê ji kolaneke Amedê derbas dibe. Polîs pêÅŸî lê digirin û li nasnameyan dinihêrin. Li gor lêkolînê zava heqaret li giregirekî dewletê kiriye, dadgehê doz lê vekiriye û ceza daye. Radibin zava digirin û davêjin hepsê. Dê-bav û merivên zava û bûkê biryar didin û dibêjin em ê ji eksa dewletê vê dawetê bikin. Salon û berbûrî, dawetî hemû amade ne. Diçin salonê, çakêtê zava li kursî dikin û dest bi dawetê dikin. Rika kurdan navdar e, serînetewandina wan jî...
Navê wê bextewar e. Ev 25 sal in dergistî ye. Dergistiyê wê ji neviyê Îhsan Nurî PaÅŸayê Serhildana Agirî ye. Li pey ÅŸopa kalikên xwe çûye û bi 30 salî hatiye cezakirin. 6-7 salên wî mane. Bextewar çend hefteya carekê diçe hevdîtina dergistiyê xwe. 25 sal in li benda bextewariya xwe ye. Bextewariya wan girêdayî bextewariya welatê wan e. Dûr e Bextewar ji degistiyê xwe, dûr e bextewariya welatê wan ji wan.
Dîsa li Amedê 2 ciwanên ji Rojava ji hev hez dikin û biryar didin ku bizewicin. Malbata keçikê koçî Almanya dike û ew ji mecbûrî bi wan re diçe. Amadekariya dawetê dikin lê bûk ji sedemên fermî yên nav dewletan nikare were daweta xwe. Dîsa jî daweta wan li dar dixin. Keçik kirasê xwe yê bûkaniyê li xwe dike û bi rêya telefonê bi dîmen, ji Almanya tevlî dawetê dibe. Zava bêyî bûkê govend digerîne, bûk bêyî zava... Åžîn, ÅŸahî, bendewarî, bextewarî, hêvî... Binivîse dîrokê, vana jî binivîse. Mîna ku Sebrî Botanî gotiye; Karê me kurdan ev e, xebat û kêf û ÅŸer e.