Di nav qelewan de tirsa korona mezin e
Karmendên nexweþxaneyan radigihînin ku gelek kesên ji ber korona halê wan xerab dibe û dikevine lênerîne întesîv de kesên qelew in. Vê kiriye ku di nav qelewan de tirsa korona zêde bûye.
Rêxistina bi navê Hobs ku pirsên qelewan digire dest dibêje gelek pirs ji wan re diçin. Jenny Vinglid sekretera giþtî ya Hobsê dibêje, "Xelk bi fikar in bê ew bi xwe yan jî xizm û ehlên wan di grûba rîskê de ne. Hefteya derbasbûyî me rê da þiyandina pirsên anonîm û di nava sê rojan de 150 pirsên di vî warî de ji me re hatin."
Daîreya Tenduristiya Gel (Folkhälsomyndigheten) heta niha qelew nexistine nav grûba rîskê lê Vinglid dibêje pirsa herî zêde ji wan tê kirin ew e bê qelewî rîska ketina bi korona zêde dike yan na.
Tu lêkolînên zanistî ku girêdanekê di navbera korona û qelewiyê de nîþan didin nîn in ji ber ku ev vîrus ew qas nû ye ku hêj tu lêkolînên di vî warî de derneketine. Lê doktor û hemþîre didine zanîn ku gelek ji nexweþên giran ên koronayê qelew in. Û Carl-Magnus Brodén ji klînîka qelewiyê ya li Skåne dibêje gereke kîloyên zêde wekî sebebeke rîskê were destnîþankirin. Ew dibêje, "Bi min gereke qelewiya BMIya wê ser 40 re, ew a ku bi swêdî dibêjin 'fetma' bikeve nav grûpa rîskê. Zanînên heta niha me bi dest xistine vêya nîþan didin."
Ji Radyoya Swêdî hatiye girtin